“Dixwazim xwe di dengbêjiyê de pêşbixim û bêm nasîn”

Dengxweşa ciwan Dilîn Ehemd a bi gelek zimanan stranan dibêje li ser ciwanên Rojava straneke bi xwe çêkiriye û gotiye.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Çanda dengbêjiyê li gelek deveran hê zindiye û xwe dide jiyîn. Ciwanên di ferqa vê dewlemendiya çan û dîrokê de lê xwedî derdikevin û hîn dibin. Hinek jî bi malbatî hîn dibin û ji nifş derbazî nifşan dibe. Malbata keça ciwan Dilîn Ehmend jî yek ji wan malbatane zarokên xwe li ber dengbêjiyê mezin kirine, ji lewra bi demê re vegeriyaye heskirinek jê veneger. Dilîn Ehmed a 13 saliye li taxa Miftî ya bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava dijî û li dibistana Ş. Felek Hewas a heman taxê pola 8’an perwerde bi zimanê dayikê Kurdî dixwîne. Ji xwe di mala wan de dengbêjî heye û tê guhdarî kirin ji ber wê jî bi dengbêjiyê mezin bûye. Ji temenê 3 sali yê ve bi alîkariya xuşka xwe hewildana strangotinê kiriye û xwe fêrî dengbêjiyê dike. Dilîn bi zoravayên  Kurdî Kurmancî û Soranî, Erebî, İngilîzî û Firensî distre û niha jî hewil dide xwe fêrî stranên Îspanî dike.
“Herî zêde bi Soranî distirim”
Dilîn dengxweşiya xwe wekî mîrat dibîne û dibêje: "Temenê min kêmî sê salan bû xuşka min, ji min re stranên kevin û hemû curyên strana vêdixist. Ji wê demê ez fêrî stranan bûm û min  dengxweşiya xwe ji malbatê mîrat girtiye. Malbata min, mamosteyê min yê muzîkê Ferec Derwîş û mamosteya min ya dibistanê Yusra kesên ku herî zêde piştgiriya min kirine û hiştin ez fêr bibim, gelekî spasiya wan dikim. Ez herî zêde bi zaravayê Soranî stranan dibêjim, ji ber ku mirov bi zimanê xwe dikare xwe baştir îfade bike. Ji bilî wê ez xwe fêrî gelek pîşeyên dîtir dikim. 3-4 helbestên min hene, senaryo dinivisînim, dizanim şano û niha jî min stranek xwe qeyd kiriye gotin û awazên wê min amade kiriye. Strana min ser ciwana ye û dê di demeke nêz de derkeve."
Dilînê a ji bo pêşerojê gelek bername daniye pêşiya xwe ji bo pêkanîna wan ji niha de di nava hewildanan de ye got: "Ez dixwazim bibim stranbêjek navdar li her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha di lîstika şanoyê de jî pêşkevim. Hêvî dikim ku ciwanên me jî ji bo ronîkirina pêşeroja xwe têbikoşin, ji ber ku jiyan xweşe sibe jî xweştire ji îro. Em ciwan û gêncên Rojavayê Kurdistanê, emê pêşerojê bi ked û bi zimanê xwe xweş bikin."