“Dixwazim hunera xwe hînî ciwanan bikim”

Jinên ciwan ên wênesaz daxwaz ji jinên ciwan kir ku hunera xwe derbixin holê û behremendiya xwe ya hunerî nîşanî civakê bidin. Wênesaz Şadan diyar kir ku ew niha tenê dikare tabloyên xwezayê xêz bike lê hewl dide xwe hînî xêzkirina hemû awayên wêneyan bike.

HEWAR MEHEMED
Derbendîxan - Jinên ciwan bi xwesteka hunera xwe ya wênesaziyê bi pêş dikevin û dixwazin di vê qada hunerê de xwe bi pêş bixin. Şadan Bekir yek ji van jinên ciwan e ku gelek ji wênesaziyê hez dike bi xwe 19 salî ye û rûniştvanê bajarokê Derbendîxanê ye, hê di temenê zarokatî de xwesteka wê ya ji bo hunera wênesaziyê çêdibe û niha xwendekara zanîngehê ye û beşa bîrkarî dixwîne. Ev nêzî salek e li navenda ciwanan a girêdayî parastina zarokên Kurdistanê bi awayek akademî dest bi xêzkirina tabloyan kiriye û xwe perwerde dike. Şadan dixwaze hunera xwe bi hêviyek mezin fêrî heval, malbat, mamoste û ciwanên Derbendîxanê û dor û berên wê  bike.
“Dixwazim bi awayek serkeftî karên baştir bikim”
Şadan niha tenê dikare tabloyên xwezayê û çandî xêz dike dixwaze xwe fêrî hemû hunerên xêzkirina wêneyan bike û di heman demê de bi tabloya xwe beşdarî pêşangeha Derbendîxanê bû di nava 24 tabloyan de tabloya wê jî hebû û dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ku cihek wisa heye ku hêza ciwanan derbikeve holê. Ez cara yekem bi tabloya xwe beşdarî pêşangehê bûm ez gelek kêfxweş bûm kesên ku hunera me didîtin spasiya me dikirin. Dixwazim bi awayek serkeftî karên baştir û xweşiktir ji bo xwe û malbata xwe bikim ji ber malbata min gelek piştgiriya min dike.”
“Hêza jinên ciwan heye” 
Şadan der barê tabloya xwe ya xêzkirî û beşdarbûna pêşangehê de hestên xwe wiha tîne ziman: “Ev tabloya min a yekem e bi awayê portreyê ye, bi boyaxa rûn min xêz kiriye. Min xwest heta asteke baş kar li ser bikim û ez hêvîdar im di tabloyên xwe yên din de karên hîn baştir derbixim holê. Daxwaza min ji jinên ciwan ew e ku hunera xwe derbixin holê û bila malbat jî piştgiriya zarokên xwe bikin. Ji ber hêza jinên ciwan heye bila bi wan re bibin alîkar da ku bi hunera xwe jinên di nava civakê de girtî mane derbikevin pêşberî civakê û hêza xwe nîşan bidin û xizmetê ji bo xwe û civakê bikin.”