'Dixwazim bibim derhênereke mezin'

Ezîza Abdullah Nayif hîn xwestek û armancên wê bi dawî nebûye, ji bo pêşerojê jî gelek pilan daniye pêşiya xwe. Ji wan yek jî dixwaze bibe derhênerek mezin.

 
NECAH MEÎŞ
Hesekê - Dema ku mirov kêmendam be, ji aliyê civak û hevalên xwe ve rastî gelek cudahiyan tên. Her wiha nikarin bi serbestî xeyal û xwestekên xwe yên jiyanî pêk bînin. Ezîza Abdullah Nayif jî ji ber ku kêmendam e, bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne. Ev pirsgirêk heya cihekê wê durî xewin û xeyalên wê dibe. Ezîza hê dema zarok gelek ji şano hezdike û xwesteka wê ya sereke ku di lîstina şano de bibe pisporbû. Lê Rejîma Sûrî ji bo kesên kêmedam derfet pêwîstî peyda nekirin û ew dihatin paşguh kirin. Ev yek jî bû sedem ku Ezîza tenê jiyana xwe li malê bibuhirîn e.
Bi avakirina Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava re, êdî derfet li pêşiya hemû jin û ciwanan vebû ku pîşeyê xwe bi awayekî rehet derxin holê û hemû derfet li pêşiya wan hat vekirin. Nayif jî dema ewqas derfet dît êdî biryara tevlîbûyîna şanoyê da. Di sala 2013'an de tevlî koma Tolhildan a Kantona Hesekê bû. Di perwerdeyên şanoyê de pir astengî dît, lê li hember hemû curyên astengiyan sekinî û xeyalê zaroktiya xwe bi cî anî. 
Xeyala Ezîza ku di nava komên Şano de cih bigire 
Dema Nayif diçû Cejnên Newrozê, herî zêde şano bala wê dikşand. Nayif wan rojan wiha bi bîr tîne: "Ez despêka 2013'an tevlî koma Tolhildan ya şano bûm, min gelek ji lîstina şano hezdikir. Min ji zaroktiya xwe de jê hezdikir, lê ez gelekî rastî zehmetiyan hatim. Dema ez biçûk bûm gelek carî ez diçûm ber komên Newrozê, gava min didît şano dilîzin min ji xwe re digot 'Ez jî dixwazim wek wan şano bilîzim.' Her min bixwesta ez ji wan re bibêjim, min li xwe vedigerand 'Belkî yên wek min qebûl nekin' wê demê ezê hê bêhtir aciz bibama."
'Min gelek ji şano hezdikir'
Bi desteka malbat û hevalên xwe Ezîza bi hêz dibû. Ezîza wiha qala piştevaniya malbat û hevalên xwe kir: "Ji ber min gelek ji şano hezdikir, min hertim ji malbata xwe re digot ez dixwazim tevlî şanoyê bibim. Dema min cihê xwe di nava şanoyê de girt malbat gelekî kêfxweşbû. Ji ber ku heya ez baş mezin bûm jî, ez ji malê dernediketim û bi taybet zarok bi min dikeniyan hinekî mezin jî wilo hebûn. Heta min bixwesta ez herim mala xalê xwe yan jî ya birê xwe ez bi erebê diçûm." 
'Şoreşa Rojava bû hêviya ciwanan'
Ezîza şoreşa Rojava weke hêviya hemû ciwanan dibîne û dibêje: "Bi despêkirina şoreşa Rojava re derfetên gelekî berfireh ji ciwanan re hat avakirin, dema min ewqas derfet dîtin êdî xwesteka tevlîbûyîna min ya şanoyê hîn zêdetir bû. Despêka tevlîbûnê ez di pir astengiyan re derbas bûm ji ber hin perwerdeyên şano û spor ez qet nikarim bikim, lê min hewil didim van zehmetiyan derbas bikim. Heya niha piraniya şanoyên ez dilîzim rola dayikê ye û şanoyê min pêkenokin."
'Dixwazim zarokan fêrî şano bikim'
Xeyalên Nayif hîn jî bi dawî nebûye û ji bo pêkanîna wan têdikoş e, Ezîza gelek pilan ji bo demên pêş jî ji xwe re daniye û wiha qal dike: "Min qet bawer nedikir ku ez bighêjim vê astê û di şanoyê de xurt bibim, niha jî ez qordîna zaroka me. Pilanên min ji bo demên pêş hene ku ez zarokan fêrî şano bikin, ji xwe xwesteka min jî ew e ku ez bibim derhênereke mezin."