‘Divê jin di hunerê de astengiyan nas nekin’

Wênexêz Xeyal Sabir a di wêneyên xwe de bal dikşîne ser rewşa jinan û ji bo danasîna tabloyên xwe beşdarî pêşangehan dibe, bang li jinan dike ku di pêkanîna hunera xwe de astengiyan nasnekin.

Silêmanî – Wênexêz Xeyal Sabir peymangeha hunerê ciwan temam kiriye, bi wêneyên ku çêdibe balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan.

Xeyal Sabir a dibêje ku ew ji zarokatiyê ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye, di tabloyên xwe de giringî dide jinê û wêneyên jinan xêz dike. Xeyal Sabir derbarê xêzkirina wêne de dibêje: “Min dixwest wêneyên jinan xêz bikim. Di pola 3’yemîn ya xwendina peymangeha hunerên ciwan de, min biryar da piraniya tabloyên min wêneyên jinan be.”

Xeyal Sabir da zanîn ku her roja xwe bi wêne xêzkirinê derbas dike û her wiha ji bo danasîna wêneyên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûye. Xeyal Sabir wiha dibêje: “Di pêşangehan de kesên tên spasiya min dikin dixwazin ez xêzkirina wêneyan berdewam bikim. Ez carna bi şevan wêne xêz dikim û hewl didim hemû kêrhatiyên xwe ji bo xêzkirina wêneyan bikar bînim. Armanca min derxistina hêz û kêrhatiya jinê ye û her wiha tabloyên min behsa êşên jinan dike. Destpêkê ez bi pênûsa dar wêne xêz dikim û piştre boyax dikim. Min zêdetir giringî da wêneyê jinan û di nav de wêneyê dayika min ku bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Piraniya wêneyên min ji bo dayîka min e.”

‘Divê jin li hemberî hûnera xwe astengî nasnekin’

Xeyal Sabir amaje bi wê yekê dike ku dema jin di pêkanîna hûnera xwe de rastî astengiyan tên jî divê karên xwe berdewam bikin û got: “Daxwaza min ji bo her jinê ewe ku di her jin di her temenê de giringî bidin karê xwe û bi xwe li ser lingê xwe rawestin.”