"Dilê bajarê Marakeşê li qada Meydana Jami El- Fena lêdide”

Meydana Jami El-Fena ya li Marakeşê di sala 2001' de ji hêla UNESCO ve wekî mîrateya manevî ya mirovahiyê hate destnîşankirin, piştî 2 salan car din bû qada jiyandana bajarê Marakeşê.

RECA XÊRAT

Marakeş – Dîroka Meydana Jami El-Fena vedigere serdema damezrandina bajarê Marakeşê ji hêla dewleta Almoravid ve deh sed sal berê. Ew yek ji cihên dîrokî yên girîng ên bajêr e ku li navenda bajarê kevn e.

Cihê serdana her kesê ye

Seroka Komeleya Hunermendên Zengilê Meryem Amal diyar kir ku wan ji ber şet û mercên pandemiyê rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha pê de çû: "Meydana Jami El-Fena dilê lêdanê yê bajarê Marakeşê yê Mexribê ye. Li Meydana Jami El-Fena gelek çîrokbêj û kesên ku cih pêş temaşevanan dikirin bêkar mane û nikarin debara jiyana xwe bikin. Ez serokê koma Xîwan im a ku stranên koma gelêrî ya Mexribê Nas El-Xîwan li Meydana Jami El-Fena pêşkêş dike. Ev kom li ser vejandina mîrata lîrîk dixebite û ew di salên heftêyî yên sedsala borî de geş bû û hem li hundur û hem jî li derveyî Mexribê navdar bû. Piştî ku sranên xwe pêşkêş dikin, temaşevan dirheman didin wan û ew pê debara jiyana xwe dikin. Ji ber vê yekê di van du salên dawî de piraniya me nikarîbû debara xwe ya jiyanî bikrana. Hin kesên ku bi hezkirina xwe ya ji Meydana Jami El-Fena têne nasîn alîkariyên xwarinê ji kesên ku cih pêş temaşevanan dikirin pêşkêş dikirin. Gelek kesan ji ber rawestandina temaşekirina li Meydana Jami El-Fena serdemek dijwar jiyan kirin. Pêşkêşvanên strana bi saya stranên ku ew rojane li meydanê pêşkêş dikin, geştyarên biyanî û yên Mexribî jî tên."

Ji bo nivîskar û hunermendan çavkaniya îlhamê ye

Meydana Jami El-Fena bûye çavkaniya îlhamê ji bo gelek nivîskar û hunermendên ku dîmenên wê ji bo nivîs û tabloyên xwe kirine mijar û hin ji wan jî li kêleka wê li bajarê kevin bi cih bûne. Di heyama pandemiyê de, hin hunermendên wênekêş fikirîn ku wênekêşiya Meydana Jami El-Fena bikin. Gelek Mexribî û biyaniyan li ser meydanê nivîsandine.

Rêbera gerê Henan Şerfan anî ziman ku piştî bidawîbûna heyama pandemiyê meydan hêdî hêdî vegeriya weke berê û wiha got: "Serdema pandemîk bi girîngî bandor li tûrîzmê kir, ku yekane çavkaniya debarê ye ji bo gelek niştecîhên bajarê El-Hemra yê Marakeşê ye. Em ne tenê yên ku di heyama pandemîk de êş kişandine, tevahiya cîhan di serdemek dijwar re derbas bû ku bi girîngî bandor li aboriyê kir."