Di têkoşîna li dijî şîdetê de çîrokek xweparastinê: "Navê Min"

Şanoya Îmge bi lîstika "Navê Min" ku di têkoşîna li dijî şîdetê de xweparastinê nîşan dide, li dû çîroka Meyrema ku xwe parastiye, çîroka karakterên din ên jin ên şanoyê vedibêje. Meyrem bi salan neçar maye bêdeng bimîne û serpêhatiyên xwe dadiqurtîne, xweparastinê ji bo kuştina hevserê xwe yê ku destdirêjiya zayendî li keça wê Gulsumê kiriye û tundî bi kar anî bikar tîne. Em dapîra wê Ayşe û dayika wê Hatça ji çîroka Meyrem nas dikin. Lê belê, em çîroka Ayşe, Hatça û Gulsumê, di berdewama lîstika Meyrema ku "Navê Min”, ji aliyê Tiyatro Îmge ve hatiye amadekirin dibin şahid.

E. ZEYNEP AKGUL 
Enqere- Nevîn Yildirim, Fikriye Ozbek, Nîmet Akgun... Ji bo ku bijîn, wan mafê xweparastinê li dijî mêrên xwe yên ku tundî li wan û zarokên wan dikirin bi kar anîn. Lê belê ji ber ku mafê wan ê xweparastinê nayê dîtin ew di girtîgehê de ne. Li vê erdnîgariyê, gelek jin dema ku mafê xweparastinê li dijî mêrên ku şîdetê li wan dikin bi kar tînin, tên cezakirin. Mixabin, mafê xweparastinê bi gelemperî ji bo jinan nayê qebûlkirin. Di wateya xwe ya herî bingehîn de, xweparastin behsa tedbîrên têkildarî parastina xwe yan jî parastina kesek din li hemberî xeterên heyî dike. Her çend ji hêla mirovan ve wekî parastina bedenî tê fêmkirin ku xeter an jî şîdeta gava yekem tê bihîstin ji holê rakin, xweparastin têgehek ji vê wêdetir e. Têkoşîna hiqûqî yan jî piştgiriya psîkolojîk a ku mirov li hemberî şîdetê didomîne jî xweparastin e.
Lîstika "Navê Min" ku ji hêla Şanoya Îmge ve hatiye ser dikê, li ser xweparastinê ye. Şano, çîroka çar nifşên jinan, bi kesayeta Meryem re vedibêje. "Navê Min" li ser xweparastina wê ya li hemberî zilamê ku di zaroktiya xwe de îstîsmara zayendî lê kiriye û paşê ji aliyê malbata wê ve bi zorê hatiye zewicandin e. Lîstik li ser şîdet, îstîsmara zayendî û tacîza li ser jinan e. "Navê Min" çîroka me hemûyan a li ser riya têkoşîna hebûn û azadiyê ya jinan vedibêje. Di şanoyê de, em dibin şahid ku çar jin bi lehengî di şanoyê de bi tirsên xwe re rû bi rû dimînin. Di lîstikê de Ayşenur Demîr karakterê Meyrem, Mukadder Emîrosmanoglu Erdemîr karaktera dapîra Meyrem Ayşe, Canan Kaplan karaktera diya wê Hatça, Şîrîn Yildiz jî keça wê Gulsumê dilîze.
Em li ser lîstika "Navê Min" bi nivîskar û lîstikvana şanoyê Ayşenur Demîr û bi Canan Kaplan a ku karaktera dayika Meyrem, Hatça dilîze re axivîn.
Hûn bi lîstika "Navê Min" çîroka Meyremê vedibêjin. Em dikarin çîroka Meyremê ji we guhdarî dikin? 
"Meyrem" çîrokeke xweparastinê ye. Çîroka çar nifşên jinan di bin siya jineke ku di zaroktiya xwe de îstîsmara zayendî lê hatiye kirin e. "Meyrem" wekî şanoya kolanê hat xebitandin. Dûre, wekî lîstika "Navê Min", şeklê lîstikek bi yêk perdeyê çar karakterên jin zindî kir, girt. 
"Xweparastin mafek e"
We bi lîstika "Navê Min"ku tê de çîrokên 4 jinan tên vegotin, deng derxist. Li gorî we vê lîstikê çima ewqas bal kişand?
"Navê Min" di têkoşîna azadiya jinan de, di têkoşîna li dijî şîdetê de xweparastin xaleke girîng nîşan dide. Ji bilî zextên civakî û mêranî yên ji bo jinan, di vê pêvajoya ku Peymana Stenbolê tê nîqaşkirin de, xalên ku lîstik nîşan dide hêja ne. Di nîqaşên tevgera jinan de rola wê balkêş e. Ew bi rengek naîf lê şoqker dide xuyakirin ku xweparastin mafek e li hemberî hevjîn, hezkirî yan jî zayenda ku wê dipelçinê ne ye. Em difikirin lîstik hin piştgirî ji ber qala bihêzbûn û xweparastina jinan li erdnîgariyek ku jin ew qas têne çewisandin dike girt. 
"Divê xweparastin bi hestiyarî û giyanî jî were şîrovekirin" 
'Meyrem' li ser xweparastina xwe ya li hemberî mêran ku di zaroktiya xwe de îstîsmara zayendî lê kiriye û piştre ji aliyê malbata wê ve hatiye zewicandin e. Der barê xweparastinê de tu dixwazî ji me re çi bibêjî?
Xweparastin ne tenê şêweyek parastinê ye li hemberî sûcdar di êrîşek bedenî de, ew bûyerek piralî ye. Di heman demê de, bidestxistina xweparastina hestiyarî jî ji bo me nîqaşek e. Em wisa difikirin ku jinên bindest divê hêza xwe bibînin û têkoşîna xwe ya li dijî hînkirinên civakî rewa bibînin ku divê di têgîna "Xweparastinê" de cih bigrin. Xweparastin ne tenê fîzîkî ye; divê wekî hestiyarî û derûnî jî were nîqaşkirin.
Baş e, we der barê lîstikê de çi bersiv girt?
Me hem ji hêla mijarê ve hem jî ji hêla kalîteyê ve der barê lîstikê de nirxandinên baş girt. Girîngiya xweparastina ji bo jiyana xwe, ya ji bo bedêla jiyanê vegera bi heybet peyda dike. Fikrên jinên ji her temenî yên ku li şanoyê temaşe kirine ku wan dixwest birevin û me hembêz bikin, ji me re pir nas hatin... Di çîrokek pir asayî de lêdana jinek gundî ya ku bi kiryarek çirûska şîdetê şikand, her kesê ku temaşe dike difikirîne.
“Jin dijberiyên xwe bi dengekî bilindtir tînin ziman”
Di hin lîstikên şanoyê de bi taybetî di sînemayê de, jin ji zarokan re dibin dayikek baş û ji hevjînên xwe re jî dibin jinek baş, ji nû ve tê destnîşankirin û bi vî rengî cihê jinan di civakê de hîn zêde tê xurtkirin. Em dikarin bibêjin ku ev têgihîştin niha tê guhertin?
Em wisa difikirin ku têkoşîna azadiya jinan a li hemberî ferasetên ku te behs kir, her ku diçe wan texrîb dike. Bi gotinek din, êdî jin bi dengekî hîn bilindtir qala veqetandina van rolên zayendî yên kevneşopî û dijberiya wan dikin. Ji hêla din ve, hukûmet hewl dide van kevneşopiyan bi bilindkirina destên wan kevneşopiyan xurt bike û ferz bike. Bêguman, ev nakokî berpirsyariyê dide me ku em têgeh û zimanê têkoşîna jinan a di qada çandê de ji nû ve biafirînin, li gorî wê nûnertiyên xwe bi rêxistin bikin û pêşkêş bikin.
Hûn di lîstikên şanoyê yên ku tê de rol digrin û projeyên fîlm ên ku hûn beşdar dibin de li ser çi baldar dibin?
Me li BEKSAV’ê, diruşmek wekî prensîb pejirand, ji bo civakê huner, ji bo azadiyê zanist, ji bo mirovahiyê siyaset. Ev rewş ji bo me wekî ku huner radestî hemû beşên bindestan bike û çîroka wan ronî bike, tê şenbêrkirin. Şêwazek hilberînê ya me ku ne zayendparêz, ne homofobîk an jî yên cuda nebe ku pirsgirêk û nakokiyên çîn û beşek civakî vedibêje heye. Mînak, civakek me ya muzîkê ya jinan jî heye ku tenê bi devê jinan stran û besteyan çêdike. Bi jinên ku bi şanoya siyasî û hilberîna edebî re mijûl in; em balê dikşînin ser fikarên civakî yên her beşa hunerî ya ku em hilberînin û em ji cihê ku lê dijîn bang dikin.
Di karên we yên şanoyê de, mirovên trans ku gelek caran dibin hedefa binpêkirina mafan, şîdeta li ser jinan, îstîsmara zayendî û sûcên nefretê hûn li ku derê wekî Îmgeyêk şanoyê bi cih dikin?
Wekî lîstikvanên Şanoya Îmge, em şanoya xwe wekî xalek dibînin ku berpirsyariya van hemû pirsgirêkan digire ser xwe. Îmge di têgihîştina sosyalîst a hunerê de ku di çarçoveya azadkirina çîn an jî zayenda bindest de têdikoşe û bi vê tiştê bi pêşve diçe, xebata xwe didomîne.
Wekî lîstikvanên şanoya alternatîf fikarên we der barê pêşerojê de çi ne?
Ez difikirim ku pirsgirêka sereke peydakirina cih û sansur e. Afirandin an jî domandina cihek ji xwe re, karekî dijwar û aborî ye. Ger em li ser dikek cuda bilîzin, vê carê lîstik dê bibe çavdêriyê yan jî zexta serokên îdarî, ev hemî pirsgirêkên me ne em ji berê ve dijîn. Sansur û qedexe pîvaneke din e. Mînak, dîtina cîhek ku lîstikek Kurdî yan jî lîstikek ku hukûmetê rexne dike her diçe zehmet dibe. Van xeman dê di pêşerojê de jî bidomin lê bêguman, têkoşîna me ji bo dîtina çareseriyên alternatîf ên li dijî wan naqede.
Di dawiyê de, projeyên ku hûn tê de nû cih digrin hene, hûn dikarin bi me re parve bikin?
Di qonaxa plansazkirinê de xebata me heye. Şanoya radyoya ku piranî ji lîstikvanên jin pêkte, di rojeva me ya nû de ye. Niha, em lîstikên xwe di platformên serhêl de berdewam dikin.
Pêvajoya pandemiyê çawa bandor li şanogeran kir?
Bêguman, pir xirab bandor kir, ev bandor ne tenê ji ber tedbîrên pandemiyê, di heman demê de jî ji ber birêvebirina xirab û şaş a pêvajoyê ji hêla hukûmetê ve bû. Bi rastî, em dikarin bibêjin ku hukûmetê behaneyek pir baş dîtiye ku jiyana civakî û çandî li gorî bixwaze bi teşe bike û birêve bibe. Dik15 meh in girtî ne, bac, kirê, destkeftiyên darayî yên lîstikvanan, hemû tên wateya tunebûnê, di heman demê de, deverên me tune ne ku em hilberên xwe pêşkêş bikin û bi temaşevanan re hevdîtin bikin. Cih di hilberîna hunerê de hêmanek girîng e. Me hewl da em vê pêvajoyê bi veguheztina lîstikan li platformên dîjîtal bi cîih bînin lê bêguman, mantiqê vî karê bi vî rengî nehatiye sêwirandin, heyecana li ser dikê pir cuda ye. Bêguman, em bi kom û platformên cuda yên şanoyê re li ser şêwazên hevgirtin û çalakiya li dijî vê pêvajoyê nîqaş dikin lê hê kesê deng nedaye dengê me. Em hêvî dikin ku di pêvajoya herî nêz de em bi tendurist û heyecan vegerin ser dikê.