Di strana vedenga serpêhatiyên Kurdan lorî de Efrîn

Lorîk di kurahiya dîrokê de li ber dergûşên zarokan û hinek caran jî di ber kar re dihate gotin. Naveroka lorîkan pênaseya çîrok, serpêhatî û keyfxweşiyê ye. Navenda Çand û Hunera Herêma Efrînê jî şêwazek din dane strana lorî û vegerandine ser tiştên li Efrînê hatine jiyîn.

Heleb- Piştî koçberiya ji Efrînê êdî dayikên Efrînî lorîkên xwe veguhartin şiroveyên êş û azaran. Di rewşa dagirkeriya ser axê, windakirina zarokên xwe û koçberkirina ji warê xwe de dayik her dilorîne û li ser dirêj dike. Berê dayikan li ber dergûşa zarokan, li ser xizmên xwe yên ji wan dûr û li civatan bi hevdu re stranên lorî digotin.  Heya niha jî ev çand bi rengên cuda xwe dide der û dîsa jî dayik vê çandê diparêzin.  
Di 20’ê Çileya2018’an dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Herêma Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kir û di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kir. Bi dagirkeriyê re mirov koçber bûn û li deverên ewle bi cih bûn. Dayik bi rewşa koçberiyê re her lorîkan dibêjin û êşên dilê xwe dertînin. Têkildarî pênaseya çîroka strana Lorî Endma Tevgera Çand û Hunera Herêma Efrînê Newroz Silêman ji mere axivî.
Pênaseya strana lorî
Piştî xebata bi salan di nava çandê de Newrozê keseyetek hunerî ava kir. Newroz Silêman wiha behsa vê yekê dike "Bi salan e min di çand û hunerê de xebat dikir, ez têgihştim encamekê ku êdî pêwîst e ez kesayeta xwe ya hunerî xurt bikim. Bi dagirkirina Efrînê re gelek êş hate jiyîn û bi rêya hûnerê me xwest em wê êşa xwe bi hev re parve bikin û bixin dîrok. Di sala 2018'an de me şêwazek nû da strana lorî û vegeran ser tiştên li Efrînê hatine jiyîn. Strana Lorî tabloya jiyana aram a Efrînê dide pênasekirin û di deteyên tabloyê de dayik li pêş in. Bi riya wê em nexweşî û kêfxweşiyên xwe tînin ziman. Zindîkirina gotina vê stranê bi koçberiyê re biryareke di cih de bû. Di gotina awazên vê stranê de ez hatim hilbijartin û strana me denvedaneke pir bi wate da."
Hestên gotina strana lorî
Bi gotina stranan re mirov hestên cuda jiyan dikin û bi peyvên stranê re dibin yek. Newroz wiha hestên xwe tîne ziman:  "Dema ku ez vê lorîkê dibêjim gelek hestên cuda jiyan dikim. Her çiqasî bi rêya stran û lorîkan behsa Efrînê bê kirin lê di gelek cihan de zimanê mirov li hember pênaseya Efrînê lal dimîne. Pir bi êş e îro em zarokên xwe li ber lorîkên xemgîn mezin bikin. Bi rêya strana Lorî me karîbû em nameyeke rast bighînin cîhanê û rastiya heyî bi gelan bidin nasîn."