Di roja 8’emîn a mîhrîcanê de kiryarên dewleta Tirk hat vegotin

Mihrîcana Arîn Bisk û Ziflên Aştiyê Ye bi şanoyên rengîn didome. Di roja 8`an a mîhrîcanê de koma şano ya ji bajarê Heleb şanoya bi navê "Kontîner" pêşkêşkirin.

Kobanê – Duyemîn Mihrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye bi diruşma "Li vir hin hêvî hene, divê bên pêşkêşkirin" di roja 8`an de didome.

Di roja 8`an ya mihrîcanê de ji navenda Çand û Hûnera Cemîl Horo ya bajarê Heleb şanoya bi navê "Kontîner" hat pêşkêşkirin. Mijara ku di şanoyê de hatibû hilbijartin, rewşa gelê herêma Efrînê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de dijîn û bi taybet jî kiryarên ku jin pê re rû bi rû dimînin bû.

"Em ê her sal pêşwaziya mihrîcana Arîn bikin"

Ronahî Kenan a li gelek şanoyan tameşe kir, nêrîna xwe wiha anî ziman: "Lidarxistina mîhrîcanekê di vê çarçoveyê de cihê kêfxweşî û serfîraziyê ye ku di dirêjahiya van 8 rojan de gelê Kobanê bi meraq û coşeke mezin bê navber berê xwe didin mihrîcanê. Mihrîcan navê têkoşer Arîn girtiye û di roja salvegera wê de destpê kir, ji ber vê ev yekser berxwedana Kobanê, têkoşîn û vîna jina kurd di bîra me de nûjen kir. Ev du sal in li pey hev e ku Mihrîcan li Kobanê tê li darxistin, ji ber vê em ê her sal jî bi heman rih û hestî pêşwaziya Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye bikin."

"Me şanoya xwe ji bûyerên rast pêşkêş kir"

Şanogera şanoya "Kontîner" Zeyneb Cuma behsa hurguliyên şanoya xwe kir û got: "Ev du sal in em weke koma şano ya bajarê Helebê beşdarî mihrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye dibin. Şanoya me ya îro bi taybet behsa kiryarên ku jin li herêma me Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve dijî, dike. Ez û hevjînê xwe vedigerin bajarê xwe yê dagirkirî û di kontînerekê de dijîn, lê ewlehî, aramî û jiyaneke bi rûmet tune ye. Berovajî em rojane bi kiryarên hov û derexalaqî re rû bi rû dimînin. Me xwest em bi vê şanoyê bûyerên ku li herêmên me yên dagirkirî pêk tên, nîşan bidin."