Di roja 5’an de şanoya "Ma te kes kuşt" hat pêşandan

Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye bi nîşandana şanoyên cur be cur dewam dike. Di roja 5’an ya mîhrîcanê de şanoya "Ma te kes kuşt" hat pêşandan.

Kobanê - Duyemîn mîhrîcana şano ya Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ku bi diruşmeya "Li vir hin hêvî hene, divê bên pêşkêş kirin" duh di roja 5’an de bi şanoya “Ma te kes kuşt” dom kir.

Mîhrîcana ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê ve hatiye birêxstin kirin, bi beşdarbûna komên şano yên ji Kobanê, Minbic, Heleb, Efrîn, Reqa û Rimêlan birêve diçe.

Di roja 5’an a mîhrîcanê de koma Hêvî ya şano yê ku ji navenda Çand û Hûnera bajarê Rimêlan ya herêma Cizîrê beşdar bûn, şanoya bi navê "Ma te kes kuşt" pêşkêş kirin.

"Peyama me ji bo nifşê nû ye"

Lîstikvana koma Hêvî Rûken Hejar Omer ya ji navçeya Çil Axa der barê şanoyê de ev agahî dan: "Ev beşdarbûna me ya yekemîn e di Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, her wiha ev cara yekemîne ku ez serdana Kobanê jî dikim. Ji ber vê ez hestên gelek cuda dijîm ku him li Kobanê me û li aliyekî jî beşdarî mîhrîcanê dibim. Mijara şanoya me di navbera pîrekê û ciwanekî de ye. Min rola pîrê lîst ku min di ciwaniya xwe de gelek tiştên xirab kiribû, ji ber vê min şîret li wî ciwanî dikir ku weke min lê neyê. Lê wî ciwanî şaştiya ku min kirbû, kir û ji pişta min de kêr li min da û ez kûştim. Piştî wê dengê zarokan tê ku ew jî di wateya hêviya pêşerojeke nû de ye ku ew çopê û qirêj paqij bikin. Me çop jî di wateya mirovên xirab yên di welatê me de bikar anî. Bi giştî peyama ew bû ku nifşên nû bikarbin di pêşerojê de jiyanê ava bikin, paqij bikin û tiştên nû yên xweş biafirînin."

"Mîhrîcan bi dewlemendiyeke mezin didome"

Şanoger Saya Osman ya ji navenda Cemîl Horo a bajarê Helebê nêrîna xwe wiha bilêv kir: "Ev beşdarbûna me ya duyemîne di festîvalê de, heta niha sira me nehatiye lê em kelecaneke mezin li bendê ne ku em jî şanoya xwe bi temaşevanan re parve bikin. Ji bo şanoya ku koma Hêvî pêşkêş kirin, gelek bi wate bû û me peyameke girîng girt. Îsal asta festîvalê xweştir e ku mirov dewlemendiyê û amedekariyên xûrt dibîne."

Mîhrîcan dê îro ji bajarê Reqayê bi şanoya "Di koma gemarê de" bidome.