Di roja 3`emîn a mîhrîcanê de şanoya ‘Lêpirsîna dawî’

Di roja sêyemîn ya Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê de, koma Kobanê ya şanogeriyê şanoya bi navê "Lêpirsîna dawî" pêşkêş kirin.

Kobanê – Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê di 5`ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Li vir hêvî hene, divê bên pêşkeşkirin” dest bi xebatên duyemîn Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ya şanoyê kirin.

Mîhrîcana ku di roja yekê de bi şanoya "Dara Jînê" destpê kir, îro di sêyemîn de bi şanoya "Lêpirsîna dawî" ku ji aliyê koma Kobanê ya şanogeriyê ve hat pêkêşkêş kirin, birêve çû. Di şanoya "Lêpirsîna dawî" de işkence, lêpirsîn û kiryarên ku ciwanên Kurd ji aliyê Rêjîma Baas ve jiyan dikirin, hat nîşan dan.

Herî dawî der barê şanoyê de, beşdarvanan nirxandin, nêrîn û çavdêriyên xwe bi lîstikvanan re parve kirin.

Der barê festîvalê û şanoya ku îro hat nîşan dan de, Fatma Xelîl ku ji destpêka mîhrîcanê de beşdar dibe hest û nêrîna xwe ji me re parve kir.

"Em bi şanoya îro re vegeriyan 10 sal berê"

Fatma Xelîl wiha got: "Ev sê roj in dewlemendin em di festîvalê de jiyan dikin, ji ber vê diyare ku kedeke mezin hatiye dayîn. Şanoya îroj ku hinek ciwanên Kobanê pêşkêş kirin, gelek xweş û bi wate bû. Ez weke kesayet, bîra min vegeriya 10 sal berê dema ku Rêjîma Baas bi hemû rêbazên hov ciwan û gelê me işkence dikir û dîl digirtin. Ji xwe bi sedan ciwanên me ji ber işkenceyê di girtîgehên Rêjîma Sûriyê de jiyana xwe jî ji dest dan. Ev şano ew rastiya ku me jiyan kir, di mêjiyê me de dîsa zindî kir. Ji ber vê em vê şanoyê erênî dinirxînin."

Sibê wê mîhrîcan bi şanoya "Yên hejar" ya bajarê Minbicê bidome.