Di pêşşangeha şêwekariyê de berhemê Fatma û Lêlûn ên berasteng

Di pêşangeha hunera şêwekariyê de tabolên dû jinên şêwekarên berasteng Fatma û Lêlûn bala dîdaran dikişîne. Fatma ya bi 26 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye ji bo hevalên xwe yên berasteng dibêje: “Divê em hertim di nava hewildanan de bin, ji bo em bikarin li hemberî zoriyên jiyanê biserbikevin.”

Di pêşangeha hunera şêwekariyê de tabolên dû jinên şêwekarên berasteng Fatma û Lêlûn bala dîdaran dikişîne. Fatma ya bi 26 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye ji bo hevalên xwe yên berasteng dibêje: "Divê em hertim di nava hewildanan de bin, ji bo em bikarin li hemberî zoriyên jiyanê biserbikevin."
Silêmanî - Li Hola Emnesor a bajara Silêmaniyê pêşangeha hunerî ya şêwekarên berasteng hat lidarxistin. Di pêşangeha rastî eleqeyek mezin hat de dû jinên şêwekar yên berasteng Fatma Şemsedîn û Lêhûn Ferîh tabloyên xwe yên hunerî cîh girtin qala xebatên xwe yên şêwekariyê kirin. 
"Di pêşangeha hunerî de 26 tabloyên Fatma ya berasteng"
Şêwekar Fatma Şemsedîn a ji Kerkukê di temenê zaroktî de wêneyan xêz dike û xwedî kêrhatiyek taybete, hewil daye giringî û hêza jinê di tabloyê xwe nîşan bide nîşandan ev cara yekeme li bajarê Silêmaniyê bi 26 tabloyan bejdarî pêşangehê dibe wiha behsa tabloyên xwe kir: "Hemû deman min tabloyên xwe li Kerkukê nîşan dida, lê belê vê carê ji carên dinê cûdaye ji ber cara yekeme li bajarek cûda weke Silêmaniyê nîşan didim. Ew kesên ku xwedî pêdawîstiyên taybetin divê giringî bidin hêza xwe û rojane jî erkê malê bi cih bîne. Ew kesên xwedî pêdawistiyên taybet nabe ku hemû tiştî ji bîr bike û bêje dawiya jiyanê ye, divê hertim di nava hewildanan de be ji bo li hemberî zoriyên jiyanê biserbikeve."
"Armanca me derxistina hêza kesên xwedî pêdawistiyên taybete"
Şara Mustafa jî da zanîn ku bi çiyageran re komek ji bo alîkariya berastengan avakirine ku girîngî didin kêrhatî û hêza wan û ev pêşangehe jî bi alîkariya koma wan hatiye amadekirin û got: "Armanca me xebata di derbarê hêza kesên xwedî pêdawîstiyên taybet derxistina holê ye. Niha jî rewşa wan ne başe ji ber piraniya civakê bi çavek kêm li wan dinêre. Ji ber wê em dixwazin hêza wan diyar bikin."