Di pêşangeha jinên Helepçe û Dihokê de bedewiya tabloyên jinên Êzidî

Di pêşangeha berhemên karê dest ya jinên Helepçe û Dihokê de tabloyên jinên ciwan yên Êzidî bale dibin ser xwe. Jinên ciwan di tabloyên xwe de behsa pirsgirêkên jinan di nava civakê de kirine.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe– Di pêşangeha jinên Helepçe û Dihokê ya li Baxê Giştiyê Helepçe hatî vekirin de jinên xwedî baweriyên cûda bejdar bûn û bi wêne û karê destê xwe jinan nîşan dan ku dikarin bi hevkariyê keta xwe bigihînin her derê. Di nav de dû jinên ciwan ên Êzîdî bi tabloyên xwe yên tejî wate cîh girtin. Jinên ciwan di hunera xwe de herî zêde êşên jinan nîşan de û bi vê yekê bal birine ser êşa jinên Êzidî ya piştî fermanê. 
“Min di tabloyên xwe de giringiya hêza jinê nîşan daye”
Ayşê Cume ya ku beşê bîrkarî temam kiriye û ji Dihokê hatiye bejdarî pêşangehê bûye wiha behsa tabloyên xwe kir û got: “Min di tabloyên xwe de behsa hêza jinê kiriye. Yek ji tabloyên min wêneyê jinên Êzîdine di cejna çarşema sor de ku ronahiyê di hilgire û duayan dike. tabloyek din heye ku ew ji jinek Êzîdî bi cil û bergên resen li ber xwe kirbû.”
Pakîze ya ji destê çeteyan rizgarbûyî êşên xwe bi xêzkirina wêneyan tîne ziman
Pakîze Seîd a ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê piştî 20 rojan li dewruberê Şingalê rêzgar bû û niha jî di qampek ya bajarê Dihokê dimine û bi wêneyên ku xêz kirine behsa êş û pirsgirêkên jinan dike û wiha dibêje: “Li gundê Tilezêr bûm, ji sala 2016’an ve ez wêneyan xêz dikim. Piştî fermana li ser Şengalê, min hewil da hîn zêdetir tunditujiya li dijî jinan xêz bikim. Niha jî ji ber jiyana qampan nikarim karê wênexêzkirinê bi awayek baş bikim.”