Di pêşangeha ‘Jin Jiyan Azadî’ de têkoşîna jinên Kurd hat nîşandan

Di pêşangeha ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Varşova ya paytaxta Polonyayê hat destpêkirin de têkoşîn û keda jinên Kurd tê nîşandan.

Silêmanî – Di roja 12’ê Cotmehê de li muzexaneya asayî û Zerya êmin li Varşova ya paytexta Polonyayê pêşangehek taybet ji bo jinan û karê jinên Kurd bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ bi çavê jinên wênegir ên Kurd hate vekirin û wê heta 28’ê Çileya 2014’an berdewam bike.

Ev pêşangeh ji sala 2021’an ve ji aliyê Muzexaneyê ve amadekarî jêre tê kirin, armanc nîşandana kedek cûda ya jinên Kurd e ku ew karesat û nexweşiyên ku jinan jiyankirine bê nîşadan.

Di pêşangehê de wêneyên rojnameger Tewar Adil û wênekêşa ji Başûrê Kurdistanê Sara Namû hate pêşandan. Tewar Adil ew wêneyên ku beşdarî pêşangehê bûye ji bernemaye ku bi xwe pêşkêşvaniya wê dike a bi navê ‘Werzê Jin’ li ser televizyona JIN TV tê weşandan û her gundê ku lê geriyaye wêneyê jinan kişandiye. Tewar Adil dibêje: “Armanca arşîvkirina van wêneyan derxistina ked û hêza jinên gundan e. Min xwest keda jinên Kurd bi rêya wêneyê xwe nîşanî cîhanê bidim.” 

‘Pêşangeh di çarçoveya projeyek dem dirêj de hatiye vekirin’

Çalakvana ziman û çanda Kurdî a Bakûrê Kurdistanê Bêrîvan Metyar bi wêneyê jinan beşdarî pêşangehê bûye û derbarê armanca pêşangehê de wiha got: “Jinên çar parçeyê Kurdistan û diyaspora beşdarî pêşangehê bûne da ku ked û hêza jinên Kurd bibînin. Pêşangeh di çarçoveya projeyek dem dirêj de hatiye amadekirin.”

Bêrîvan Metyar çend salan li Bakûrê Kurdistanê xebatên parastina ziman û çanda Kurdî û arşîvkirinê dike. Ew kombûnên jin saz dikin û kar hûnerek cûda tê de hebe Bêrîvan Metyar wêneyên wan dikêşe û yek ji wan wêneyên ku Bêrîvan Metyar di pêşangehê de beşdar bûye wêneyê komek jinên dengbêj e ku li gel wan kar kiriye.

‘Pêşangeh bal kişand’

Bêrîvan Metyar wiha behsa beşdarvanên pêşangehê kir: “Ew kesên ku serdana pêşangehê dike me piştgiriya wan kir, di pêşangehê de pirsên cûda dikirin. Rengînî cûdahî û çalakiyên jinên Kurd dibînin û ji bo hemûyan gelek balkêş bû. Em jî kesên cîhanê ne, ziman û çanda me bi cîhanê ve girêdayî ye. Ji ber wê parastin û hebûna vî ziman û çandê dibe erkê cîhanê jî û ev dewlemendiya çand û ziman, dewlemendiya cîhanî ye. Ji ber wê pêşangehên bi vê awayê rastiya van mijaran nîşan dide, rol û bandora ziman û çanda cîhanê radixwe berçavan.” 

Bêrîvan Metyar wiha behsa pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bandor li ser hemû jinên Kurd û jinên cîhanê kiriye kir: “Piştî qetilkirina Jina Emînî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji aliyê cîhanê ve hate berzkirin û paradîhmayek ji bo jinên cîhanê ku ji bo jiyanek nû ji bo jinan dixwazin e. Dema ku hemû jinên cîhanê hatin ba hev û xwe rêxistin kirin, emê zêdetir bikarin deng û armanca ‘Jin Jiyan Azadî’ berz bikin. Bi vê awayê jî jiyanek nû ne bi aqilê mêrsalarî ji bo jinan azadiya cîhanê bingeh danîne.”