Di Mîhrîcana Şano ya "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" de şer û kolerî

Yekemîn mîhrîcana şanoyê ya bi navê "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" ku duh dest pê kir, îro di roja xwe ya duyemîn de didome. Beşdarvanên di mîhrîcanê de û jina ku cihê xwe di nava şanoyê de girt destnîşan kirin ku bi riya vê mîhrîcanê dixwazin rastiya heyî ya ku 9 sal in şer, pevçûn, koçberî û talan tê kirin ragihînin.

Kobanê - Desteya Çandê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera demokratîk li herêma Firatê bi dirûşma "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" duh dest bi mîhrîcana şanoyê kiribû. Mîhrîcana şanoyê ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê ye wê 7 rojan bi beşdarbûna komên ji Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Kobanê û Efrînê bidome. Di mîhrîcana ku li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê hat lidarxistin, şêniyên Kobanê û endam û Rêveberiyên saziyên Rêveberiya xweser  û rêxistinên civaka sivîl, hunermend, şanoger û mêvanên li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava beşdar bibûn. Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
Paşê Mîhrîcana Reqayê dest pê kir ji aliyê sê kesan ve şanoyê dest pê kir, naveroka şanoyê li ser şer, koçberî û windakirinan bû. Kesên ku şano pêşkêş dikirin, di navbera wan de jinek û du mêr hebûn, bav û herdu zarokên xwe di malekê de bûn û lawikê wî jî kor bû lê her tim dixwest derkeve derve hevalên xwe bibîne bavê wî jî derî li ser wî girtîbû. Ji ber şer bû tirsa wî ew bû ku lawikê xwe ji dest bide yan jî winda bike lê rola jinê jî ew bû ku her tim hêvî dida birayê xwe û dixwest alîkariya wî bike. Piştî şano bi dawî bû, gelek kesan nêrînên xwe der barê şîrovekirina şanoyê de anîn ziman. Leyla Ehmed yek ji kesên temaşevane, Emel Etar jî yek ji kesên ku cihê xwe di nava şanoyê de girtî ji ajansa me re axivîn.
"Şer bi xwe re koçberî û azaran tîne"
Emel teqez kir ku şerê niha li ser herêmê tê kirin zirareke gelekî mezin çêkiriye ew hêvî dike ku ev şer bê sekinandin û wiha got: "Ez yek ji kesên ku cihê xwe di nava mîhrîcana "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" ku şanoya me bi navê "Girtîgeha bavê min", şano bi xwe jî li ser salên ku me derbas kirine ye û em hê jî di wî şerê heyî de ne. Ji şer, heta hundir û di nava her çar dîwaran de, me hew da em ji hundir derxin derve jî. Çi li derdora me diqewime, êşek û elemên ku em dijîn yek in. Herî zêde jî hejmara kesên ku di şer de koçber bûne, hatine kuştin û qetilkirin, pirsgirêk û zextên ku li ser vî gelî hatine kirin û bandorên wê çi ne. Me xwest em peyam bidin her kesê ku ev rastiya heyî ya em dijîn li ser rûyê erdê ye. Ev jî wek peyam bû ku tu kes dest ji axa xwe bernede û aştî di nava vî gelî de bê çêkirin û ez aştiyê ji hemû cîhanê re dixwazim."
"Jin di her qadê de li pêş in"
Emel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di nava şanoyê de û wiha pêde çû: "Demeke dirêj e em li benda vê mîhrîcanê bûn, hêviya me heye ku em mîhrîcanên bi vî rengî derxin pêş û projeyên ji vê mezintir çêbikin. Ev bi xwe jî berxwedaniyeke mezin bû, me xwest em di vir de gel hişyar bikin. Min di vê şanoyê de bi navê xwe yê rast Emel ku birayê min ji çavên xwe kor e û bavê min jî mirovekî ku mafê lawê xwe ditepisîne û zextê li ser wî dike. Di vir de her tim jin êş û azaran dibînin lê di rastiya heyî de ev bavê ku wekî desthilatdaran bû, nedixwest di rastiya me ya heyî de zarokên wî di nava vî şerî de winda bibin. Min rola sê tiştan dibir, xwîşka ku şikestî û ji tirsa birayê xwe yê kor û xwişka ku hewl dide tiştên di nava çar dîwaran de diqewimin ji birayê xwe re şîrove bike. Ez bi hêvî me ku em bi riya mîhrîcanên bi vî rengî hunera xwe bi pêş bixin û aştî di nava herêmên me de çêbibe. Ev jî wek peyam e ji bo ciwanên me da ku koçberî welatên biyanî nebin, ji ber ku pêdiviya welat bi me heye." 
"Şano rastiya me vedibêje"
Her wiha Leyla Ehmed jî axivî û got ku rastiya dijîn îro bi riya şanoyan dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cara yekemîn e li Kobanê mîhrîcana şanoyê tê lidarxistin. Di van herdu rojên heyî de gelek tişt qewimîn. Bi riya şanoyan em hewl didin van bûyeran nîşan bidin. Duh li ser çîroka Melê Alan bû, îro jî pêkhateyên me yên Ereb ji bajarê Reqayê şano pêşkêş kirin. 9 sal in şer û pêvçûn li van herêman didome. Îro di vê şanoyê de rastiya heyî em dibînin û ka çawa şerekî qirêj li wî bajarî qewimiye, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes ji wan jî derketine derveyî welat. Di serdema şer de gelek ciwanên me jiyana xwe ji dest dan.