Di Hefteya Wêjeyî de semînera “Jin û Wêje” hat dayîn

Hefteya Wêjeyî ya ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” yekemîn car li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi semînera Jin û Wêje didome.

Qamişlo - Bi  armanca pêşxistina zanist û wêjeyê, Dîwana wêjeyê ya bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn  li Rojavayê Kurdistanê di 28’ê Gulanê de li Hola El- Burc a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê hefteya wêjeyê da destpêkirin. Xebatên Hefteya Wêjeyê bi xwendina hellbest, panel, semîner û bi nîqaşên li ser wêjeyê di roja 4’emîn de berdewam dike. Di roja 3’yemîn a Hefteya Wêjeyê de bi semînera Jin û Wêje li ser mijarê nîqaş hat meşandin û piştî nîqaşan helbestên ku bi pênûsa jinan hatiye nivîsandin, hatin xwendin.

Der barê vê yekê, Berdevka Dîwana Wêjê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê wiha axivî: “Di hundirê hefteya wêjeyî de me du roj diyar kirine ji bo wêjeya jinê. Ev beşê me yê duyemîn e ji hefteya wêjeyî. Îro jî roja me ya yekemîn e li ser wêjeya jinê em semînerek lidar dixin. Di hundirê simînerê de pirsgirêkên ku jinên nivîskar dibînin û kêmasiyên ku ji aliyê me û civakê de derdikeve tê nîqaşkirin. Ji xwe me îro dixwest em mijarê wiha giftûgo bikin û bi mêvanan re em bigihêjin armanceke baş da ku em çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibînin.”

Hefteya Wêjeyî dê heya 2’ê Hezîranê dewam bike.