Di festîvala filman ya Cannes’ê de piştgirî dan Taraneh Alidoosti

Di festîvala filman ya Cannes’ê de jinan bertek nîşanî binçavkirina lîstikvana Îranî Taraneh Alidoostî, cezayê darvekirinê dan, girtinên li Îranê hate şermezar kirin û banga demildest berdana wan kirin.

Navenda Nûçeyan – Di festîfala filman ya Cannes’ê de bertek nîşanî binçavkirina lîstokvana Îranî Taraneh Alidoostî, cezayên darvekirina xwepêşanderên ku di dema serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirîn dan û girtina xwepêşanderan şermezar kir. Di festîfalê de banga demildest berdana Taraneh Alidoosti ku di 17’ê Kanunê de hatî girtin kirin.

Ji bo bertek nîşanî cezayê davekirinê da, hate binçavkirin

Taraneh Alidoosti di hesaba xwe ya fermî ya Istagramê de bertek nîşanî cezayê darvekirinên xwepêşandarên serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emîn destpêkirin da û piştî parvekirinê heftiyekê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Taraneh Alidoostî bi hêceta ‘Li welat giştî derbarê xwepêaşndanan de zanyariyên şaş belavkirin’ hatiye binçavkirin.

Taraneh Alidoosti di parvekirina xwe ya Istagramê de wiha got: “Navê wê Mohsan Sherkari bû yê ku vê komkojiyê temaşe bike û nekeve tevgerê oranîsayona navnetwî û şerma mirovatiyê ye.” Mohsan Sherkarî di serhildanên bi Jîna Emînî destpêkirin bi hêceta ku êrîşî erkdarek yên rejîma Îranê kiriye hate darvekirin.

Hesabê wê yê medyaya dîjîtal hat rawestandin

Lîstokvan Taraneh Alîdoostî, ji Îlonê heta niha bi awayek aşkira piştgirî dide serhildanan. Taraneh Alîdoostî wêneyê xwe yê ku hicab ji serê xwe derxistin parvekir û hesabê wê yê Istagramê hate rawestandin.

Wê filma ‘Xuşkên Laila’ ku rola sereke aktirist Taraneh Alîdoostî di lîst wê îsal li festîfala Filman ya Cannes were nîşandan.