Di festîfala Malmo de filîmê derhêner Lîna xelat girt

Fîlimê "Cezayîra wan" di Festîvala filîman a Malmo ya Swêdê de ji aliyê komîteya festivalê ve hêjayî xelatê hat dîtin.

Cezayir - Derhînera Cezayêrî Lîna Siwêlim çîroka pîra xwe Ayşê û kalikê xwe Mebrûk yên di koçberiyê de vedibêje û bi riya wê dikeve nav bîra koçberên Cezayêrî yên li bajarê Tîîr ê Fransa yê. Piştî 60 sal bi hev re hiyan Ayşê û Mebrûk hev berdan. Neviya wan Lîna Siwêlim li peyî jiyana kalik û pîra xwe û sedemê hevberana wan digere û li ser jiyana her duyan filîmê bi navê “Cezayîra wan” çêkirî di sînemayê de ket rêza pêş û hêjayî xelatê hat dîtin.
Di merasîma xelatên Fasîtîvala Sînamayê ya Malmo ya 6’ê Nîsanê bi beşdariya 40 fîlmên ji 23 welatan dest pêkirî de filîmê “Cezayîra wan” hêjayî xelatê hat dîtin. Merasîma xelat dayînê di 11 Nîsanê de li Nivîsgeha Malmo hat li darxistin.
Derhîner Lîna Siwêlim li Zanîngeha EL-Sorbon a Fransî Beşa Dîrok û Znista Siyasî xwendiye. Ew keça lîstikvan Izedîn Siwêlim û Hiyam Ebas e, li Fransa jidayik bûye, bi riya vî fîlmî dixwaze vegere bîra xwe û rabîrdoya şêst salan a koçberiya Cezayîrê.