Di Festîfala Filîmên Jinan de çîroka du jinên Kurd a bi navê “Ez ji şevê natirsim”
14’emîn Festîvala Filîmên Jinan a Navneteweyî a 8'ê Mijdarê li bajarê Selayê despêkirî bi xelatkirina lîstikvana sînema, televîzyon û şanoyê Thoraya El-Alawî ku zêdetirî 25 salan karyarên wê yên hûnerî hene, bidawî bû.
Mexrib -14'emîn Festîvala Filîmên Jinan a Navnetewî ya ku weke festîfala xeyala feministan a di sînemayê de dihat binavkirin ku 8’ê Mijdarê li Qada Çandî û Sînemayê Hollywood ê ya bajarê Selayê hatibû organîzekirin bi xelatkirina lîstikvana sînema, televîzyon û şanoyê Thoraya El-Alawî ku zêdetirî 25 salan karyarên wê yên hûnerî hene, bidawî bû. Di çarçoveya pêşbirka belgefîlman de, belgefîlma Fransî ya bi navê "Ez êdî ji şevê natirsim" a bi derhîneriya Laila Pour Sheer û Sara Kiloumi hatî amadekirin jî hat pêşkêşkirin.
Belgefilîm behsa çîroka du jinên kurd dike
Belgefîlmê Franî yê bi navê "Ez êdî ji Şevê natirsim" ku çîroka jiyana du jinên Kurd Hulya û Sama kiriye mijara xwe dike. Her du jinên ciwan ji bo parastina xwe biriyar girtigûn ku çeke hilgirin. Hulya û Sema sê mehan perwerde dîtin. Dema di perwerdê debûn lêhurbûna wan li ser wê yekê bû ku hilgirtina çekê tenê têrê nake ku mirov di her warî de azad bibe, ji bo wê jî dikevin nava lêhurbûnek cuda ya bikok.
Her wiha Hilya û Sama di kampên leşkerî yên ku ji aliyê mêran ve dihatin birêvebirin bi nakokiyan re rû birû dimînin û dikevin wê ferqê de ku tenê bidestxistina çek nabe sedema azadiyek diyar û li vir şerekî dû alî despêdikin. Yek li dijî dijminê derve û yê din jî ji bo ferzkirina hebûnê di nav komê de.
Di pêşbirkê de 5 bilgefîlm di nava tekoşînê debûn
Belgefîlma “Êdî ji şevê natirsim” tevî 4 fîlmên din ji bo xelata Belgefîlmê têdikoşe ku yek ji wan Fîlmê "El-Mualaqat" yê derhîner Meryem Ado ji Mexribê û Fîlmê "Weke ez dixwazim" yê derhîner Semahîr El-Qad û fîlmê "Şîna me" yê Lemarî Foînîr û Fîlmî "Dîtina Salî" yê Meryem Dawit bûne.
Bernameya festîvalê ji pêşbirka fermî ya fîlmên dirêj ên li ser mijarên jinan, pêşbirka fermî ya belgefîlmên têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê û li dijî her cure cudakariyê, kurtefîlma Mexribî ku ji aliyê jinên ciwan ve hatine derhênekirin û fîlmê dirêj ê Mexribî, pêk dihat.
Festîvala ku di 13'ê Mijdarê de çalakiyên xwe bi dawî dike bi semîner û atolyeyên perwerdeyê yên derbarê analîza fîlman, nivîsandina fîlman, belgeyên sînemayê, diyalogên sînemayî û her wekî din hatin lidarxistin.
Festîvala Filîmên Jinan a Navneteweyî ya ji sala 2004'an ve ji aliyê Komeleya Civakî ya Ebî Riqraq ve tê organîzekirin, piştgiriya doza jinan di hemû aliyan de dike.