Di Festîfala Filîmê Jinan de derhêner Myriam Feriault hat xelat kirin

Di 14’emîn Festîfala Filîmên Jinan a Navnetewî de filîmê derhênera Kanadayî Myriam Feriault yê bi navê “Quisiban” jî di navê de gelek filîm hêjayî xelatê hatin dîtin.

 
Mexrib - 14'emîn Festîvala Filîmên Jinan a Navnetewî ya ku weke festîfala xeyala feministan a di sînemayê de dihat binavkirin ku 8’ê Mijdarê li Qada Çandî û Sînemayê Hollywood ê ya bajarê Selayê hatibû organîzekirin û heta 13’ê Mijdarê domandî din ava hefteyê de gelek filîmên ji çîrokên jiyana jinan pêkdihatin hatin nîşandan û derhênrên filîmên wan derketin pêş jî hatin xelat kirin. Yek ji wan jî lîstikvana sînema, televîzyon û şanoyê Thoraya El-Alawî ya 25 salin xebatên hûnerî dewam dike bû. Bi giştî di festîfalê de di pêşbirka fîlmên dirêj de 10, di belgefîlman de jî 5 filîm hatin nîşandan.
Derhîner Myriam Feriault hat xelatkirin
Festîvala Fîlmên Jinê ya Navneteweyî piştgiriya xwe ji bo mijar û dozên femînîst piştrast kir. Ev jî bi rêka pêşkêşkirina fîlmên sînemayî ku balê dikşîne ser mijarên jinan. Festîfalê xelata xwe ya mezin da filmê dirêj ê Kanadayî “Quisiban" yê sala 2019’an hatî kêşan ku derhêneriya vê Myriam Feriault kiriye. Filîmê "Quisiban" li ser çîroka du jinan e ku hevaltiya wan a bi salan heye lê di jiyana wan de mêrek derdikeve holê, ev jî dê wan bixe nava têkoşînê da ku bigihêjin rastiyê û xwe îsbat bikin.
Filîmê "Mûbareka" 
Filîmê "Mûbareka" ê derhênerê Mexribî Mohamed Zinedine, ku qala çîroka mûbareka ya ku ji ber şert û mercan ji xwendinê û perwerdehiyê bêpar maye, lê jêhatîbûna xwe pêş xist dike. Mûbareka ya qehremana filîme li gorî derfetan xwe perwerde dike û ji bo niştecihên taxê xizmeta tenduristiyê dide, vê yekê hişt ku di nava gel de bi qîmet bibe. Filîmê Mubareka bi serkeftina naveroka xwe ya dewlemend û balkêş Xelata baştirîn fîlmê dirêj girt.
Xelata lîstikvaniya herî baş jî dan lîstikvana Maria Scarsis 
Yek ji filîmên dinê yên hêjayî xelatê hatî dîtin jî filîmê "Clara Sola" yê derhêner Natalie Alvarez Messin xelata girt.  Di filîmê “mar” ê derhêner Andrea Staca de jî xelata lîstikvaniya herî baş ji bo lîstikvana Maria Scarsis hate dayin.
Derhêner Maryam Ado xelata belgefilîmê herî baş girt
Komîteya Dîwanê Filîmên Dirêj xelata xwe ya taybetda da filîmê "Costa Brava" ê derhênera Lubnanî Mounia Akl. Filîmê derhênera Mexribî Meryem Obeyd yê bi navê “Cena” jî Xelata Kurtefilîmê herî baş girt. Filîmê derhînera Mexribî Maryam Ado ê bi navê “El-Mualaqat” jî Xelata Bilgefîlmê herî baş bidest xist.
14’emîn Festîvala Filîmên Jinan a Navneteweyî weke festîfalên beriya xwe bi filîmê lîstkvan Thoraya El-Alawî yê behsa kêliyên herî girîng di riya wê ya hunerî de dike despêkir û bi xelatkirina filîmên herî baş û peyamên ji bo festîfala 15’emîn baştir bê lidarxistin dawî bû. 
Di çarçoveya mîhrîcanê de Komxebateke înteraktîf a bi sernavê "Di çîroka sînema û televîzyonê de jin temsîliyetek çawa dike?" hate organîzekirin.
Seroka Dezgeha Bilind a Ragihandina Dengbêjî Letîfe Axerbaş di axaftina vekirinê de, tekez kir ku pirbûn û dûbere belavbûna vîdyoyên ku li ser torên civakî belav dibin û adetên bikaranîna medyaya nûjen di afirandin û domandina wê de rola jina bêtir dide zanîn û got: “Wêne, peyv, medya û çand amûrên bi bandorin ji bo bilezkirina avakirina civakek li ser bingeha maf û hemwelatîbûna wekhev."
Festîvalê mazûvaniya sînemaya Swîsreyî wek mêvanê rêzgirtinê kir û fîlmê Swîsreyî yê bi navê "Emirê Xwedayî- El-Emr El-îlahî " ya derhêner Petra Volpe, ku di sala 2017'an de hatiye çêkirin kir. Filîm behsa qanûnên cihêkariyê yên li Swîsreyê dike ku mafê jinan red dike hatiye kêşan. Her wiha di pêşbirka fîlmên dirêj de 10 filîm û di pêşbirka belgefîlman de jî 5 filîm hatin nîşandan.