Di bin şert û mercên herî giran de hunera Kurdî parastin

Rêvebera Koma Şehîd Sakîne, Gulistan Îbrahîm behsa destpêka avakirina Koma Şehîd Sakîne kir û got: “Di bin şert û mercên herî giran ên rejîmê de me hunera Kurdî parast.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Koma Şehîd Sakîne di sala 2013’an de li ser navê Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, bi awayekê fermî hat avakirin. Beriya ku Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ava bibe, Koma Şehîd Sakîne bi awayekî veşartî kar û xebatên hunerî didan meşandin û bi gelek binbêkirinan re rûbirû diman lê tevî şert û mercên giran hunerê parastin, kar û xebatên xwe dan meşandin. Rêvebera Koma Şehîd Sakîne, Gulistan Îbrahîm Behsa destpêka avakirina Koma Şehîd Sakîne û kar û xebatên ku dane meşandin ji ajansa me re kir.

Di bin şertên giran de xebatên hunerî bi awayekî veşartî dan meşandin

Gulistan Îbrahîm behsa destpêka avakirina koma şehîd Sakîne kir û got: “Beriya ku Şoreşa Rojava dest pê bike û mafên jinan were misogerkirin, yekemîn koma jinên Kurd li Rojava koma Şehîd Sakîne bû. Di bin binpêkirinên rejîmê û desthilatdariya wan a li ser herêmên me, nedihiştin em Kurd kar û xebatên xwe bidin meşandin. Me jî weke jinên Koma Şehîd Sakîne bi rengekî veşartî kar û xebatên xwe da meşandin. Di sala 2013’an de piştî şehadeta Şehîd Sakîne Cansiz û destpêkirina Şoreşa Rojava ku jin di her warê de bûn pêşeng û mafên wan hat misogerkirin; Koma Şehîd Sakîne bi rengekî fermî hat eşkerekirin û heta roja me ya îro em kar û xebatên xwe serkeftî didin meşandin.”

‘Eşqa me ya ji hunerê re şaxên xwe veda’

Gulistan Îbrahîm diyar kir ku gelek zehmetiyan dîtine lê piştî Şoreşa Rojava derfetên baş ji wan re hatine afirandin û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de gelek zehmetî hebûn, ji ber tirsa rejîmê ya li ser gelê me kes tevli komê nedibû lê em ranewestiyan û her dem di nava kar de bûn. Di wan rojên zehmet de me rojên perwerdeyên xwe diyar dikirin yan jî me amadehiyên ji bo şahiya 8’ê Adarê û Cejna Nawrozê dikir. Di wê demê de pirsgirêkên amûran pir hebûn nedihatin peydakirin. Gelek kesên ku piştgiriya me kirin hebûn bi moralê wan ê baş dibû wesîle ku eşqa hunera Kurdî di dilê me de bêhtir bibe. Piştî şoreşa Rojava û rizgarkirina herêma me ji destên rejîme me cihê xwe di navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê de girt û karên hunerê, hîn bêhtir û bi awayekî rasterast da meşandin. Ew eşqa me ya destpêkê her ku çû bêhtir şaxên xwe veda.”

‘10 jin cihê xwe di komê de digrin’

Gulistan Îbrahîm da zanîn ku çend stran hatine tomarkirin û amûrên ku bi kar tînin çi ne û wiha pê de çû: “Berî dema ku kom bi awayekî fermî were eşkerekirin me 8 jinan cihê xwe tê de digirt lê bi avakirina şoreşê û bi derbasbûna demê re, niha em 10 jin cihê xwe di komê de digrin. Du jin ji me li tembûrê didin û sê jin li amûrên rîtmê didin. Di komê de ez sê çar cureyên amûrên muzîkî bi kar tînim. Tembûr, amûrên rîtm, bizk û li şahiyên mezin weke Newroz û 8’ê Adarê orgê jî bi kar tînin. Em weke Koma Şehîd Sakîne tevli hemû şahiyan dibin û bi stranên xwe yên rengîn şahiyan bi coş diqedînin. Di hefteyê de du rojan perwerde dibînin ji bo amadekariya çi şahiyan be yan jî ezberkirina stranan be. Bi destpêka avakirina komê re stranek hat qeydkirin ji bo her sê hevalên me yên şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez bi alîkariya hinek hevalan gotin û awaz hatin tomarkirin. Strana duyemîn li ser Jîna Emînî hat tomarkirin û gelek stranên din jî hatin tomarkirin.”    

‘Bi pêşengiya jinan civak hat rizgarkirin’

Gulistan Îbrahîm bal kişand ser şerê taybet ê ku li ser jinan tê meşandin û teqez kir ku wê her dem têbikoşin heta azadiyê bi ser bixin û wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku îro şerê taybet hemû li ser jinan tê meşandin çi di milê siyasî de be çi jî lêşkerî û hunerî be. Em dibînin ku pêşengên jin hedef digrin. Em jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem em ê têbikoşin, çi bi riya hunerê be çi jî bi riya siyasetê be heta ku em azadiyê misoger bikin. Ji ber ku bi pêşengiya jinan civak hat rizgarkirin. Di dawiyê de ez dixwazim dengê xwe bigihîjînim hemû jinên cîhanê bibêjim ku hunera xwe biparêzin û derfet ji jinên hemû pêkhateyan re hene ku xwe îsbat bikin.”