Di bin êrişan de Hîlala Zêrîn pêşengiya pêşxistina hunerê dike

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê Reşa Elo got ku ew di nava şer û êrîşan de qada hunerê bi pêş dixin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di rewşên şeran de, qada herî zêde xwedî rol e qada hunerê ye. Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Tev-Çand a Mezopotamyayê di navçeya Til Temirê de 5 komên stranan, komeke govendê a Şehît Sosin Bîrhat her wiha Koma Şanoyê ya bi navê Meşaleya Azadiyê ava kirine. Rêvebera Hîlala Zêrîn Reşa Elo li ser armanc û xebatên Koma Şanoyê li navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî.

Hîlala Zêrîn pêşengiya pêşxistina qada hunerê dike

Reşa Elo got ku ew wekî tevgereke hunerî ya jinan hewl didin di nava şer de qadên hunerê bi pêş bixin û wiha domand: "Divê em huner û şer berawirdî hev bikin û bizanibin çiqasî hevsengî hatiye avakirin. Girîng e ku em bi hunera xwe şer têk bibin û ji bermahiyên şer jiyanê ji nû ve bixuliqînin. Hîlala Zêrîn di qada hunerê, avakirina nifşên nû û avakirina komên nû de roleke girîng dilîze. Di nav mehên dawî de Koma Ş.Berfîn a stranan û koma Meşaleya Azadiyê ya şanoyê hat avakirin. Di koma şanoyê de zarok, jin û kesên temenê wan mezin hene, armanca me bi vê yekê ew e ku em bikaribin bi awayekî hêsan peyama xwe bigihîjînin civakê."

'Azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e'

Reşa Elo behsa mijarên ji bo şanoyê hildibijêrin kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em hewl didin girîngiyê bidin mijarên sereke ku hemû zindiyan eleqedar dikin ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û azadiya civakê ye. Em hewl didin roniyê bavêjin ser pirsgirêk û dozên di hundirê şer de çêdibin, nêrîna civakê berfirehtir bikin. Da ku bizanibin tovên tên reşandin dê rojekê şîn werin. Ji bo ku senaryo amade bibe divê şano xwedî armanceke hevpar be. Ji ber ku şanoya me azad e, di nivîsandina senrayoyê de hemû endam xwedî nêrîn in."

Dayika huneran

Reşa Elo ba lkişand ser rola jinan di qada hunerê de û wiha ev tişt anî ziman: "Em keda hevalên xort ji bîr nakin lê belê jin bêtir di qada hunerê de xwedî rol û bandor in li ser civakê. Jin bêtir dikarin peyamên şanoyê bigihîjînin temaşevanan. Herwiha bi şanoyê em pirsgirêkên civakê û riyên çareseriyê nîşan didin û ew dikarin bikin ger rast û ji hemû aliyan ve bifikirin. Ji lewre jiyan ne tenê riyek û rengek e, xwedî gelek şax û rengên cuda ye. Şano dayika huneran e, di şanoyê de ligel lîstikvnanan govendên folklorî û stranên gelêrî jî hene."

'Beşa trajîk bi bandortir e'

Reşa Elo da xuyakirin ku ew niha li ser beşa şanoya trajîk dixebitin û wiha pêl da gotinên xwe: "Di beşa şanoya trajîk de em saziyên civakî, saziyên mafê mirovan û saziyên sivîl muxatab digrin. Li gorî rewşa ku civak li dijî de, beşa trajîk û komîk bêtir derdixin pêş. Hemû huner bi bandor in lê şano bi bandortir e û taybetmendiyeke wê heye ku dema şanoyek tê pêşkêşkirin, cih namîne ku hemû kesên beşdar lê guhdar û tamaşe bikin. Di vir de ew xetên zirav ên di navbera şano û civakê de xwe didin der."

'Şano dibe xezîneya bîr kevneşopî û dîrokê'

Reşa Elo şano wekî xezîneya bîr, kevneşopî û dîroka neteweyan pênase kir û wiha erka dikeve ser milên wan bilêv kir: "Di roja îro de divê komên şanoyê xwe wekî xezîneya ku divê hiş û aqilê civakê tijî agahî û bûyerên dîrokî yê ku çêbûne heta serdema me ya îro, bike. Belê rê û rêbazên gihandinê li gorî serdemên berê hatin guhertin û huner bi pêş ketin lê ya herî girîng ew kesên ku di navbera paşeroj û pêşerojê de dibin pir divê ku tijî û dagirtî agahî bin. Ji lewre mamosteyên şanoyê berpirsên yekem ê gihandinê ferdê îro û naskirina wan ji paşeroj û dîroka wan re ye."

Pêşxistina şerê gelê şoreşgerî

Reşa Elo girîngî da pêşxistina şerê gelê şoreşgerî li hemberî şerê taybet ê ku li ser herêmê tê meşandin û wiha domand: "Ji erkekî me yê sereke ye ku em bikaribin şerê gelê şoreşgerî di civakê de, li hemberî şerê taybet bi pêş bixin. Dema ku îro şerê taybet bandor li civakê dike divê ku em hewl bidin li cihên kêm mayî şerê gelê şoreşgerî bi pêş bixin. Bi baweriya ku em jî parçeyek ji civakê ne û azadî bi gelekî şoreşger bi wate dibe, em hewl didin civaka xwe zana bikin."

'Wê şano dakeve komîn tax û kolanan'

Reşa Elo bi vegotina xebatên demên pêş dawî li axaftina xwe anî: "Em xwedî planên roj, meh û salane ne û çalakiyên hunerî yên pêwîst jê re amadekarî dibin. Hevgirtina me hiştiye xebatên me wiha bihêz bin û rastî eleqeyeke mezin a civakê were. Her wiha em bi rolgirtina xwe civakê li hemberî bûyerên li dijî welatê me dibin hîn bêtir bi bertek reflex dikin û da ku bizanibin xwe berpirsiyar bibînin. Heman wextê em ê şanoyên xwe daxin kolanan, tax û komînan. Em nabêjin ku yekser kes bi şanoyê bandor dibe lê belê bi demê re ew gotinên ku hestên wan muxatab digre, dibe kêşe û arîşe û wiha encamên lêgerîna li rastiyê û hewldana çareseriyê tê kirin. Li dijî hemû cureyên êrîşan dê xebatên me bidomin."