Di 4 rojên mihrîcanê de hûnera jinan hat nîşandan

Hunermedên ku beşdarî 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem bûn dan zanîn ku di 4 rojên mihrîcanê de afirînerî, ast, berhem û hûnera jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat nîşandan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji 6 heta 9’ê Îlonê 2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem ya çand û hûnera jinên ji pêkhateyên li herêmê dijîn, birêxistin kir.

Mihrîcana ku li bajarê Kobanê yê kantona Firatê hat li darxistin, di dirêjahiya 4 rojan de bernameyên gelek dewlemend ji pêşenghên tablo û karên destan, stran, şano, govend, helbest û belgefilm hatin pêşkêşkirin. Di mihrîcanê de zêdetirî 300 jinên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez û Ermen amedebûn ku bi hûnera xwe coş û kelecaneke mezin avakirin.

Di derbarê giştî mihrîcanê de, ajansa me nêrîn û nirxandinên jinên ku beşdar bûn girt.

‘Em şoreşa xwe çand û hûnerî pêş dixin’

Hunermend Sumeya Mihemed ku bi strana xwe felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê nasîn da zanîn ku jinan bi mihrîcanê re şoreşa jin ya hûnerî tacîdar kirin: “Mihrîcana me ya îsal xwedî gelek xalên taybet e ku beşdarbûneke dewlemend ji jinan di nav de heye. Cara yekemîn du sal berê hat li darxistin, lê ji ber tecrûbeyeke nû bû ji bo me jinan ku em mihrîcaneke di vê astê birêxistin bikin, hîn kûrt û kêmasî hatin jiyankirin. Ev yek jî xwe dispêre hişmendiya civakê ya kevneşop ku her tim çand, hûner, wêje û berhemên jinan paşguh kiriye. Di salên destpêkê yên şoreşê de jinan di qada hûnerê de gav avêtin ku me dît awaz û gotin bi xwe dinvîsin, berheman pêşdixin. Lê dîsa jî kêm bû ku di gelek waran de hîna lewazî xwe dida der. A niha bi mihrîcana Şehîd Berçem re, asta pêşketina jinên hunermend ya bi pêlên şoreşa jin re diyar dibe. Heta ez dikarim wiha bilêv bikim ku jinan di qada çand û hûnerî de şoreşeke din pêk tînin.”

‘Rêber Apo vîna lêvegera rastiya xwe di me de ava kir’

Sumeya Mihemd da zanîn ku ewê roleke çalak di şikandina pergala Îmraliyê de bilîzin û got: “Bernameyên di mihrîcanê de, konserên mûzik û govendê yên derketin di xetên zirav de zelal kirin ku qada hûnerî parçeyek ji jinan e. Bi taybet jî jinên Ereb, Çerkez, Turkmen û Eremen dikarbûn li ser dikê bi şanogerî, govend û stranên xwe hestên xwe bînin ziman û nûnertiya çanda xwe bikin. Ev pêşketinên em dijîn ku em weke şoreş digirin dest, xwe dispêrin bîrdoziya Rêber Apo ku di jinan de vîna têkoşîna lêvegera rastiya xwe pêşxist. Ji bo vê jî ev mihrîcana me ya ku li ser 4 rojan berdewam kir û di nav de bernameyeke gelek dewlemend derket holê, diyarî Rêber Apo hat kirin. Em ê weke hunermend jî di vê çarçoveyê de sînordar nemînin û li ser bingehê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” xebatên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin.”

‘Danesîneke hevpar ya bibe zemînê hevgirtina hûnera jinan ava bû’

Endama Koma Artsax ya govendê ya Ermeniyan Lîlyana Komeciyan ku di 4 rojên mihrîcanê de amedebûn û çanda xwe bi pêkhateyên herêmê re parve kirin, wiha dibêje: “Ev tecrûbeya me ya yekemîn e ku em weke jinên Ermen bi cil, çand û govenda xwe beşdarî mihrîcana Şehîd Berçem bûn. Tevî ku ezmûnek nû bû lê ji bo me gelek baş, bi wate û serkeftî bû. Bi taybet di 4 rojên mihrîcanê de, danesîn û naskirineke hîn kûrtir ji bo çandên hevdû pêk hat. Hîn pêkhate me nas dikirin, lê tu caran bi vê rengî lihevanîn çênebû. Ji bo vê jî em gelek kêfxweş in ku weke jinên Ermen me jî mohra xwe li mihrîcanê da û cihê xwe di nava mûzeyîka hûnera jinan de girt.”

‘Qada ku şoreşê lê destpê kir jin hûnera xwe geş dikin’

Hunermend Bêrîvan Botan bal kişand ser wateya lidarxistina mihrîcanê li bajarê Kobanê û got: “4 rojên mihrîcanê afirîneriya jinan ya di warê çandî, hûnerî, wênexêzî û berhemên destên jinan teyisand. Kombûna berhem û bedewiya ev hejmara mezin ji jinan li bajarê Kobanê ku weke navenda şoreşa jin tê nasîn, xwedî wate û naverokeke girîng e. Ev şoreşa em behsa wê dikin ji bo me jinan bû derfeta ku em serî li hember pergala desthilatdar û hişmendiya paşverû hildin. Çawa ku di jinan de têghîştina berxwedan û têkoşîna xweparastinê pêşket ku bi riya qilêşa xwe dikarbûn şerê gelek hêzan bikin, di heman demê de jinên ku nasname û rastiya xwe di hûnerê de dîtin, ew jî bûn parçeyek ji heman têkoşînê. Em dikarin bêjin bi pêşxistina şoreşa jin ji aliyê çand û hûnerî de jî, me dikarbû gelek aliyên şoreşê bi hevgirtina jinan pêşbixin.”

‘Em ê pêşengiya parastina çand û hûnera xwe bikin’

Bêrîvan Botan behsa siyaseta PDK’ê kir ku rê nedan hunermenda ji Tûnis Emel Mathlouthi û ya ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xûlamî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin: “Weke tê zanîn di bernameya mihrîcanê de dê 2 hunermendên ji derveyî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarbana. Mixabin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê rê li ber hatina Şadî Xûlamî û Emel Mathlouthi girt û derfet neda ku ew jî beşdarî mihrîcana Şehîd Berçem bibin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi van kiryaran heman hişmendî û siyaseta ku qirkirina çand û hebûna Kurdan armanc digre, bikar tîne. Em ji bo herdû hunermenda dibêjin ku hûn di dilê me de ne û weke ku hûn bi me re beşdar bûn, em tevgeriyan. Ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî em dibêjin ku ev kirinên we li pêşiya lidarxistina vê mihrîcanê nebû asteng û biryardariya me lewaz nekir.”