‘Dewleta Tirk erdhejê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne’

Jinên kantona Efrînê yên bi zorê koçî kantona Şehbayê bûne dibêjin ku dewleta Tirk di erdheja li Sûriyeyê de li şûna birînên li herêmên dagirkirî derman bike, kûrtir kiriye.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Dewleta Tirk sûdê ji erdheja li kantona Efrînê ya dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6’ê Sibatê de rûdaye digre û bêhtir siyaseta guhertina demografîk û tunekirina nasname û heqîqeta gelê Efrînê ferz dike. Di vê pêvajoyê de li herêmê wargehên din ava dike.

Rêxistina Qatarê ya xêrxwaz di 12’ê Sibatê de ango piştî hefteyekê ji erdheja Tirkiye û Sûriyeyê projeya avakirina wargehê li kantona Efrînê ya dagirkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve ragihand û wekî ‘Bajarê Rûmetê’ bi nav kir.

‘Dewleta Tirk kareseta mîrovî li gorî xwe bi kar tîne’

Delal Şêxo dibêje ku dewleta Tirk ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve heta niha siyaseta guhertina demografîk û tirkkirina niştecihên herêmê yên resen ferz dike li gel bicihkirina çeteyên çekdar di malên xelkê resen ên bi zorê ji malan derdixin.

Delal Şêxo wiha didomîne: “Tirkiye kareseta mirovî li gorî xwe bi kar tîne bi taybetî di kantona Efrînê ya dagirkirî de, piştî malên xelkê bi ser serê wan de rûxiyan. Tirkiye dixwaze wargehên nû ava bike û xelkên Efrînê yên resen ji ware wan derxe û niştecihên ji herêmên din hatine bi cih bike.”

‘Dewleta Tirk demografiya Efrînê guherand’

Delal Şêxo diyar kir ku Tirkiye li hemberî xelkê Efrînê di van şert û mercên dijwar û dramatîk de karekî derexlaqî dide meşandin û wiha gotinên xwe domand: “Tirkiye dizane hemû niştecihên navçeya Cindrêsê bi taybetî kesên malên wan rûxiyane mecbûr in di wargehên Efrînê de bi cih bibin. Dewleta Tirk gelek caran li pêş civaka navdewletî û çapemeniyê dubare teqez kiriye ku êrîşê Efrînê kiriye û destwerdana karûbarên Sûriyeyê ji bo parastina gelê Sûriyê kiriye lê di rastiyê de niyetên Tirkiyeyê di hemû rewşên dijwar ên ku Sûriye li herêmên dagirkirî de jiyaye xuya dibe.”

‘Çeteyên Tirk piranî kesan di bin kavilan de hişt’

Fatma Osman jî di axaftina xwe de dibêje: “Dagirkeriya Tirkiyeyê tu alîkarî yan piştgiriyên piştî erdhejê û rûxandina avahiyan pêşkêşî xelkê Efrînê nake. Ev jî bû sedem ku gelek malbat bi komî jiyana xwe ji dest bidin ji ber ku tîmên hawarçûyînê dereng gihîştin hawara xelkê. Me siyaseta cudakariyê dît di navbera beşên çeteyên çekdar de di dema derxistina niştecihan ji bin kavilan de û gelê Efrînê yê resen jî di bin kavilan de dihiştin. Efrîn erdê kal, pîr û dayikên wan e. Dagirkerî û guhertina demografîk ku dagirkeriya Tirkiyeyê ferz kiriye em red dikin. Avakirina wargehan û bicihkirina gel tê de ji bo kareseta mirovî ya gelê Efrînê bi erdhejê re derbas dibe ne çareserî ye.”

‘Li şûna ku bîrînên gel derman bike kûrtir dike’

Fatma Reşo xemgînî û bêzariya xwe ji bo rewşa Efrînê ya ku di siya êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de maye anî ziman û gotinên xwe bi vê awayî bi dawî kir: “Bi erdheja ku li Sûriye û Tirkiyeyê re rûdaye re em dibînin ku Tirkiye li şûna birînên xelkê Sûriyeyê li herêmên dagirkirî derman bike birînên xelkê zêdetir kiriye dema cudakarî bixe navbera gelên herêmê û niştecihan, tevî bikaranîna kareseta mirovî li gorî xwe û siyaseta dagirkerî û guhertina demografîk bi alîkariya komeleyên Qatarê li ser Efrînê ferz dike.”

Jinan ji rêxistinên navnetewî û mirovî xwestin dewleta Tirk a dagirker ji ber sucên li Efrînê kirine were cezakirin.