Derhêner Steffi Niederzoll: Min zilma li ser jinên Îranê anî ziman

Di Festîvala Navneteweyî ya Jinên Sale de, derhêner Steffi Niederzoll bi belgefîlma ‘Li Tahranê heft zivistan’ ku çîroka Reyhane Cabbarî ya Îranî vedibêje xelat girt got ku bi fîlma xwe xwestiye zilm û zexta li ser jinên li Îranê nîşanî civakê bide.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- 16’emîn Festîvala Navneteweyî ya Jinên Sale ku li bajarê Sale yê Mexribê hat lidarxistin bi dayîna xeletan bi dawî bû. Di festîvalê de xelata herî mezin derhênera Almanî Steffi Niederzoll bi belgefîlma xwe ya bi navê ‘li Tahranê heft zivistan’ ku çîroka Reyhane Cabbarî li Îranê ji ber hewldana destdirêjiya xebatkarek berê yê îstixbaratê neçarî kuştinê hat û hat darvekirin girt dest.

‘Reyhane Cabbarî beriya ku were darvekirin 7 salan di girtîgehê de mabû’

Derhênera Almanî Steffi Niederzoll der barê xelata ku girtibû de duh di çarçoveya lidarxistina festîvalê de di hevdîtinek derbarê hûrguliyên amadekariya fîlmê ‘li Tahranê heft zivistan’ di sala 2017’an de  dest bi xebata wê kiribû de wiha got: “Di mijara fîlm de mîmara hundirîn Reyhane Cabbarî li Îranê hê di 19 saliya xwe de bi tewanê hewldana kuştina xebatkarekî berê yê îstixbaratê piştî hat girtin, hat darvekirin. Xebatkarek berê yê îstixbaratê hewl da destdirêjiyê li Reyhane Cabbarî bike lê belê Reyhane Cabbarî bi armanca parastina xwe bi amûra birinê xebatkarê îstixbaratê kuşt. Lê belê dadgehê vê yekê ne weke parastina rewa, weke cînayetê dît. Reyhane Cabbarî beriya ku cezayê înfazê yê darvekirinê bigre 7 salan di girtîgehê de ma.”

‘Piştî ku ji çîroka bi êş agahdar bû min biryara çêkirina fîlma wê da’

 Steffi Niederzoll diyar kir ku bi awayek tesaduf dayik û xwişka Rehane Cebbarî ku koçî Almanyayê kirin nas kiriye û piştre biryara çêkirina fîlmek wisa daye û wiha got:

“Malbatê dest bi vegotina neheqiya ku Rehana Cabbarî rast hatibû kir. Min li qeyda deng a hevdîtina ku bi dayika xwe re kiribû guhdarî kir, min nameyên ku ji bo dayika xwe şandibû û bîranînên ku nivîsandibûn xwendin. Dema di hucreya girtîgehê de bû tiştên ku hatibûn serê wê anîbû ziman. Piştî ku ez çîroka Reyhane Cabbarî ya bi êş fêr bûm min biryar da fîlma wê bikşînim. Li hemberî tiştên ku ez fêr bûm min ev weke erk ji bo xwe dît. Hemû hûrguliyên çîrokê min ji dayîk û herdu xwişk, bav, parêzer û hevaleke Reyhane Cebbarî girt.”

 ‘Vegeriya çîrokên jinên din ên di girtîgehê de’

Steffi Niederzoll da zanîn ku mijara fîlm çîroka jineke ku ji sûcê mêrê hewl daye destdirêjiyê lê bike tê girtin vegeriya çîrokên jinên ku li Îranê hatin girtin û da zanîn ku hewl dide êşên jinên li Îranê bide nîşanî hemû cîhane û bal kişand ser zagonên Îranê û wiha got: “Hiqûqa Îranê di rewşa li hemberî efuya malbatên aliyê din dikare were xirakirin, li dijî daraza mêr a Îran min hîs kir ku fîlmek wisa bikşînim. Min giraniya berpirsyariyê li ser xwe hîs kir.”

‘Reyhane Cabbarî tevî darazandinê jî bi îsrar rastiyê vegot’

 Steffi Niederzoll destnîşan kir ku kurê mêrê ku Reyhane Cabbarî wî kuşt, efukirina Reyhane Cebbarî qebul nekir û got: “Li cihê wê xwest ku Reyhane Cabbarî îfadeya xwe biguherîne û bibêje hewldana destdirêjiyê lê nehatiye kirin. Wê wisa ji darvekirinê rizgar bûya. Lê belê Reyhane Cabbarî ev red kir û tevî ku darvekirin li bendê jî bû di rastiyê de îsrar kir.”

Steffi Niederzoll der barê di fîlm de Reyhane Cabbarî edalet pêk aniye yan na de wiha got: “Avakirina edaletê erka min e. Min xwest zext û zilma ku jin li Îranê dibînin belavî civakan bikim. Fîlm li Îranê û ji derve nîqaşek da avakirin. Hemû kesên ku temaşe kirin sempatî nîşanî Reyhane dan. Reyhane ya ku rastî bêedaletiya giran hat, li hemberî mêrê ku hewl da destdirêjiyê lê bike parastina rewa kir.”

‘Xelata lîstikvana herî baş a jin Eka Chavlishvilî girt’

Li aliyê din di çarçoveya festîvalê de aktirist Eka Chavlishvili  bi rola di fîlmê ‘Blackbird Blackberry’ ku Ellen Naveriani derhêneriya wê kiriye xelata lîstikvana jin a herî baş girt. Aktirîst Lily Gladstone bi rola xwe ya di fîlmê ‘Fancy Dance’ ku Erica Treblay derhêneriya wê kiriye layîqê xelatê hat dîtin. Derhênera Mexribê Ahed Bmassouda bi fîlmê ‘Jinên hevberdayî yên Kazablanka’ xeleta ‘taybet’ girt.

Derhêner Aya Moudin bi çêkera Mexribê kurtefîlmê bi navê ‘Heftê û du ejderha’, derhêner Hicham Ragraki bi fîlmê ‘Demerican Lottery’ û Rabin El Gohary bi fîlmê ‘guvaştî’ layîqî xelata temaşevanên ciwanan hatin dîtin. Fîlme nû yê ku di perdeya spî de nehat nîşandan ‘xelata banqeya din’ derhênerê Mexribê Mustafa Al- Derqawî û Hamîda Al- Jarih girt.