Derhêner Nûra Amîn: Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ne

Nivîskar û derhênera Misrî Nûra Amîn ku beşdarî Festîvala Derhênerên Jin a "Jasad" bû, der barê lîstiko şanoyê ya bi navê "Reqsa min" de axivî û wiha got: “Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ye û divê em wan veşêrin û ji wan netirsin.”

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Nivîskar û derhênera Misrî Nûra Amîn ku beşdarî Festîvala Derhênerên Jin a “Jasad” ku bi Erebî tê wateya beden ku di navbera 25-29 Çileyê de li bajarê Rabata paytexta Mexribê hatê lidarxistin bû, der barê berheman xwe ya “Reqsa min” de pirsên ajansa me bersivand. Nûra Amîn, bi rêya şanoyê têgihîştina şanoyê çawa biguhere, nêrîna civakê ya ji bo jinên reqs dikin û reqs kirin ji cihê fîskirin çawa dikare bibe nasnameyek nirxand.

*Hûn dixwazin der barê lîstika şanoyê ya bi navê “Reqsa Min” ku di festîvalê de hate nîşandan de çi bibêjin? Di lîstokê de we  hêza pêşkêşkirin û hevbandoriya bi temaşevanan re çawa dît. Gelo we hîs kir ku temaşevanan heqe reqsvan dide?

Li cîhana Ereb û heta li cîhana rojava jî, jinekî ku biryar dide bibe lîstikvan, derkeve ser dikê, stranan bêje an reqs bike, rastî hin zextên civakî tê. Heta îro gelek malbat, hêj jî nahêlin keçên wan vê yekê bikin. Hunermendbûn me wek jin aliyê tiştek be şerm kirin û bitirsîne tune ye, bêravajî ji bo bibe beşek girîng a çand û ronakbîriyê dihêle em têbikoşin. Reqs di warê jinan de bi tevahî berxwedan kirin e. Divê jina reqs dike, bi awirên neheq re rû bi rû bibe, lê divê hêza kesayetiya xwe, performansa xwe û hesta xwe ya rûmeta mirovahiyê biparêze.

Min kariyera xwe ya hunerê bi reqsavaniyê dest pê kir, piştre derbasî lîstikvaniyê bûm, piştre roman û helbest nivîsand û piştre jî bûm derhêner û koreograf. Bi baweriya min zehmetiya herî mezin a ku lîstikvanek pê re rû bi rû dimîne û pêdivî wêrektiyê dixwaze, bi temaşenan re ne li ser ekranê li ser dikê bi rêya çalakiya fizîkî rû bi rû bûn û hevbandorbûna wan re têgihiştina wan biguherîne ye. Min hewl da vê yekê di şanoya 'Reqsa Min’ de bikim û piraniya temaşevanan rabûn li ser piyan û bi min re direqisiyan û armanca min bû ev yek bû. Ev serkeftinek rast e.

*Jin, bi şanoyê re çawa dikarin têgihiştina civakê biguherînin?

Cudahiya serekî ya di lîstik û reqsa jinê de, divê nasnameya xwe ne ji bo nêrînên kesên din,, bi nêrîna xwe ya şexsî şênber bike û rastî îmajên qalibane ney. Dema ku min reqs kir, min hewl da ji nêrîna xwe temaşeyê bedena xwe bikim. Ez xwe ji nêrîna xwe dinirxînim. Ger reqsvan afirîner, serbixwe û xwedî nêrînek rexnegir be û bikaribe ji xwe hez bike û tekdîr bike, dikare nêrîna temaşevanan a ji bo xwe biguherîne. Ji ber vê yekê wek jin em dikarin bi nêrîna xwe ya ji bo xwe, nêrîna civakê ya li ser xwe biguherînin.

*Reqskirin, çawa tê rewşa nasnameyek?

Bi giştî reqs huner û pîşeyek ku nirxa heq dike nagre ye. Ez bawer dikim di hundirê me de fikra aîdbûna cîhana reqsê pir girîng e. Lê pirsa ku li vir derdikeve pêş, tevî hebûna xurt a beden û derbirîna beden a di çanda me ya Ereb de jî, mirov bi giştî çawa li beden û reqsa jinan binêre. Dema rîtûelên olî tên berçavgirtin, fikra ku ya reqsdike jin e nayê qebûlkirin, ji ber ku ev tê wateyê ku ew xwe neçarî pêşkêşkirinê dike û li vir têgîna pêşkêşkirinê xeternak dibe, ji ber ku em ji sînorên civakê xêzkiriye, derbas dikin. Her tiştê ku van sînoran derbas dike ji bo pergala civakî dibe çavkaniya fikare û ji me ra deriyek perwerdehiya bedenî ya nû vedike. Bedenên me parçeyek ji nasnameya me ye û divê em wan veşêrin û ji wan netirsin. Divê em bêyî ku bifikirin ev şerm e an pirsgirêkek bazirganî û serfkirinê ye, bi hebûna xwe bawer bikin. Wek jin em dikarin bi rûmet û rêz xwedî li bedena xwe û jinbûna xwe derkevin. Li aliyê din di cîhana kapîtalîst de bedena jinê tê kedxwarî kirin û divê vê rexne bikin.

*Sînemaya Misrê, berhemên balkêş ên wekî “Reqsvan û Polîtîkavan” ên rêzgirtina ji pîşeya reqskirinê re ji nû ve dide qezençkirin pêşkêş kir. Şano çawa dikare vê rolê bilîze û nêrîna civakê ya ji bo jinên direqsîn çawa dikare biguherîne?

Divê reqs û bedena şanoyê ne tenê amûrek ramanê, bibe kirdeyek û reqsê bike mijara pêşkêşkirina şanoyê. Min jî hewl da bi pêşkêşiya xwe vê yekê bikim, lewra ev rêbaz dikare aliyên nayên zanîn eşkere bike. Divê em dîroka reqsa xwe bizanibin. Li Misirê heta fermana padîşahiyê di dema Muhammed Alî Paşa û dagirkeriya Osmaniyan de derneket, di nava gel de reqskirina jinan dihat qebûlkirin. Ji ber vê yekê, yên li cihê giştî reqs qedexe dikirin, ne civak bû.  Exlaqê civakê ne li dijî reqsê bû û ez bawer dikim dîroka huner, wêje û rola jinê ya di vê dîrokê de divê em bi şanoyê derxin pêş. Li gorî min nêrîna jinan a li ser şanoyê ev e; nêrîna ku ne li dijî mêran e, li ser esasê hilberandina gotinek femînîst e.

*Hûn li Elmanya dijîn. Başe, penaberbûn ji we re çi da qezençkirin?

Nêzîkî heşt salin ez li Almanya dijîm, di vê pêvajoyê de ji bilî li zanîngehê perwerdekariya şano û hunera reqsê bikim, piraniya wan reqs gelek pêşkêşî kir. Min di xwendina serlîsansê de bernameyek "Lîsansa Bilind" avakir. Di xebata xwe ya reqsê de, stîlên reqsê jî di nav de min şêwazên reqsê yên ne rojavayî jî cih kir.Ez nêrîna reqsê ya Afrîka, Misrî û oryantal diguherînim û gerdûnî dikim, ev ji bo min serkeftinek mezin e. Ez dibînim nifşek nû ya reqsan tê perwerdekirin. Li Elmanyayê mamoste û koreografên ku dikarin forma dansê biguherînin û rê li ber şêwazên din ji bo koçber û komên ji derveyî Elmanyayê vedikin hene.