Derhêner Naheed Hesenzadeh xelata xwe diyarî berxwedêrên Îranê kir

Derhênera filma “Rohan, Shkowe Khamsh” Naheed Hesenzadeh, ji Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kolkata xelata wergirt. Naheed Hesenzadeh xelata xwe diyarî berxwedarên Îranê kir.

Navenda Nûçeyan – Derhênera Îranî Naheed Hesenzadeh ku di 28’emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kolkata ya Hindistanê de xelata taybet a jûriyê hat dayîn, xelata diyarî kesên li Îran û Rojhilatê li ber xwe didin kir.

Naheed Hesenzadeh li ser hesabê xwe yê Instagramê wiha got: “Min xelata diyarî jin û mêrên Îranî ku ji bo mafê jiyanê têdikoşin kir. Bê guman xwediyên xelatê gelên herî pîroz ê Îranê ne."

Nîşandana fîlma Naheed Hesenzadeh ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatibû astengkirin.