Derhêner Emîne Uysal: Rihê têkoşer ê jinan di sînemayê de zêde bû

Derhêner Emîner Uysal Berger ku bi fîlma ‘Gukla’ beşdarî 3’yemîn Mihrîcanan Fîlman a Navnetewî ya Amedê bû, got: “Di sînemaya serbixwe de hebûna jinan zêdetir e. Ev jî têkildarî rihê jinê yê têkoşer û bi inyad e.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê di 7-14’ê  Kanûnê de bi dirûşma ‘Dinya bi çîrokan tê ba hev’ hat lidarxistin.

Mihrîcana li Navenda Kongreya Çand Amedê hat lidarxistin û ji derveyî hejmarek zêde ya hunermendan, bi hezaran kes beşdar bûn. Mihrîcan diyariyî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin.

Mihrîcan cara yekem di sala 2012’an de hatibû lidarxistin, cara duyem jî di sala 2016’an de hat lidarxistin. Lê belê ji ber tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan û şertên şer-pevçûnan, mihrîcan demek dirêj nehat lidarxistin. Mihrîcana ku piştî 8 salan cardin li Amedê hat lidarxistin, bi fîlm û belgefîlmên ku sînemaya serbixwe bi hêz dike, wekheviya zayenda civakê dişopîne û nêrînek ekolojîk diteyîsîne bi temaşevanan re hat ba hev.

Di çarçoveya mihrîcanê de 84 fîlm û belgefîlm hatin pêşandan, gelek atolye hatin lidarxistin. Mihrîcan bi merasîma xelatdayînê di 14’ê Kanûnê de bi dawî bû.

Derhêner Emîne Uysal Berger û Ozgur Ceylan bi fîlma ‘Gukla’ beşdarî mihrîcanê bûn.

Çîroka jinên ku rêyên wan gihîştine hev: Gukla

Gukla fîlmek ku karekterên ji sê nifşan ên Îzmirê di sarayekê de bi tesaduf tên ba hev, bajarê ku lê dijîn kiriye hestên xwe yên aîdatê, bi awayê tirs û rageşiya psîkolojîk e. Di fîlm de temayên sipartgeh, aydiyet û hevrûbûnê hatiye bikaranîn, çîroka sê jinên di raçana dîrokî ya Îzmîrê de rêya wan gihîştiye hev, bi zimanek bi bandor tîne ziman.

Derhêner Emîne Uysal Berger anî ziman ku ji salên dirêj ve fîlmên metraja kurt kişandiye û wiha got: “Fîlmê me bi rêwîtiyek wisa hatî Amedê, em gelek kêfxweş kirin. Nêrînên ku me ji temaşevanan girtî, wek teyîsîna çîroka fîlmê ye.” Emîne Uysal Berger got ku Gukla çîroka jinan kiriye mijar û wiha domand: “Karektera bingehîn a çîrokê jin e. Çîrokek ku gelek jin li gel hev û bi têkoşîna hebûnê, bipêş dikevin.”

‘Di sînemayê de hê zimanê mêr serwer e’

Emîne Uysal Berger da zanîn ku bi hebûna derhêner û senarîstên jin a di sînemayê de, çîrokên jinan hê zêdetir tê dîtin û wiha pê de çû: “Destnîşankirina berhemên derhênerên jin, hebûna wan zêde dike. Dibe sedem ku fîlmên ku jin kirde ne, derkevin pêş. Di fîlmên ku bi salan li Tirkiyeyê hatin hilberandin de, y ên ku çîrokên jinan vedigotin mêrbûn. Bi çavê jinekê vegotina jinekê sûd dide ku karekterek hê bi hêz derkeve, çîrok hê bi kûrahî, bi nêrînek ji dil bê vegotin.”

Emîne Uysal Berger destnîşan kir ku gelek zoriyên kişandina fîlman heye û diyar kir ku ji derveyî van zoriyan di heman demê de li dijî nêrîna mêr a di qadê de jî têkoşîn dikin. Emîne Uysal Berger cûdakariya ku di salên xwendekar de lê rast hatiye, wiha anî ziman: “Salên min ê ez xwendekar bûm, di çarçoveya projeyek de, dê belgefîlm bihata kişandin. Min jî xwest herim, lê gotin, ‘ewê tenê tîma mêr biçe’. Ez gelek êşiyam. Kişandina fîlm gelek zor e, di heman demê de li dijî van nêrînan tekoşînkirin jî ne asan e. Di qada sînemayê de zimanek mêr heye. Lê belê di sînemaya serbixwe de hebûna jinan hê zêdetir e. Ev jî têkildarî rihê jinê yê têkoşer û bi inyad e.”

‘Mihrîcanek ku mirov biyanî hîs neke bû’

Emîne Uysal Berger 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê nirxand û da zanîn ku mihrîcan bendewariyan derbas kiriye  û wiha got: “Organîzasyona mihrîcanekê ne asane, hem di aliyê malî de, hem jî ji bo hejmarek zêde tîm di heman demê de organîzebûyîn, divê plansaziyek gelek baş bê kirin. Ji bo tesbîtkirina pirsgirêkan û çareserkirina bi hêsanî, pêwîstî bi nêzîkatiyek nerm heye, min ev nêzîkatî di vê mihrîcanê de dît. Ez wek tîmek ku ji bajarên cûda hatim, min dît ku mihrîcan dema ku em ketin bajêr, em xistin hembêza xwe û me biyanî hîs nekir. Dilsoziya ku bajar ava kiriye gelek xweş bû. Me şansê ku li vê derê bi sînemagerên din re bê ba hev dît. Ev hem di aliyê em fîlmê xwe parve bikin û hem jî ji bo daûstandina fikran gelek girîng e. Mihrîcanek têr û tijî bû.”