‘Derewên spî’ layîqî xelata Stêra Zêrîn hat dîtin

20’emîn festîvala fîlman a navneteweyî ku li bajarê Marakeşê Mexribê hatibû lidarxistin, di merasîma xelatan de, filmê ‘Derewên spî’ layîqî xelata Stêra Zêrîn hat dîtin.

Marakeş- 20’emîn festîvala fîlman a navneteweyî ku di navbera 24’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li bajarê Marakeş ê Mexribê hat lidarxistin, bi merasîma xelatan bi dawî bû. Di festîvala ku bi filmê Richard Linklater ê bi navê ‘Hit Men’ dest pê kir de 14 fîlm hatin pêşandan, galayên fîlm û nîşandanên taybet hatin lidarxistin.

Di atolyeyan de 57 jê ji Mexribê di nav de 136 proşeyên fîlman hat pêşkêşkirin. Temaşevanan jî eleqeyek zêde nîşanî festîvalê dan. Festîval di heman demê de ji Cannes, Venedîk û Berlînê beşdarî festîvalê navneteweyî bû, hilbijêrên fîlman bi nîşandanên li seranserî cîhanê di nava çêkerên fîlman de hebûna xwe nîşan dane.

‘Ji bo fîlmê Derewên Spî xelata Stêra Zêrîn’

Festîvala ku rêveberiya wê ji aliyê derhêner û çêkerê Amerîkî Jessica Justin hatî rêvebirin, di juriya festîvalê de 6 jin cih girtin. Seroka komîteyê aktrîsta Îranê Zar Amîr, derhênerê Îngilîz Joanna Hawke, aktirîsta Fransî Camîla Cottan jî di nav de Leila Silimanî û derhênerê Amerîkî Dee Rees jî cih girt.

Fîlma metraja dirêj a belgefîlmê derhênera Mexribê Asmaa Al-Moadir a bi navê ‘Derewên Spî’ kirî layîqî xelata Stêra Zêrîn hat dîtin. Xelata taybet a jurî derhênerê Cezayir Lina Soualem bi fîlmê ‘Bye Bye Tiberias’ girt. Lîna Soualem diyar kir ku xelata xwe diyarî gelê Filîstînê li ber xwe dide kir.

Xelata derhêneriya herî baş diyarî jinên Efrîqayê kir

Fîlma metraj dirêj a bi navê ‘Banile û Adama’ ku pirsgirêkên jinên Efrîqayê diteyîsîne xelata derhêneriya herî baş girt. Derhênerê Senegalî Ramata Tolay Sy diyar kir ku ev serkeftin ji bo sînemayê weke serkeftinekê ye, xelata xwe diyarî jinên Senegalî û Efrîqayê kiriye. Xelata rola herî baş a jinan Asja Zara bi rola xwe ya di fîlmê ‘Pîknîk’ê  Bosan ku ji aliyê Una Konjak ve derhêneriya wê hat kirin girt.