Dengzîza ji Kobanê dengbêjiya Kurdî diparêze
Jinên Kurd çand, hest, dîrok, azar û kêfxweşiya xwe bi riya stranan tînin ziman. Gelek jinên Kurd bi riya denbêjiyê dîrok û wêjeya Kurdî parastine û anîne heta vê rojê.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di dîroka hunermendên Kurd de, gelek dengbêjin bi nav û deng hene. Hunermenda dengxweş û zîz Eyşe Şan yek ji dengbêjin jin ên herî navdar e ku risteke girîng di parastina hunera Kurdî de lîst. Hunermed Eyşe Şan di 1938`an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di 18'ê Kanûna 1996'an de jiyana xwe ji dest dide. Li ser şopa Eyşe Şan bi sedan jinên Kurd dengbêjî kirin. Li Kantona Kobanê jî dengbêj Bêrîvan Bekî yek ji hezaran hezkiriyên hunermend Eyşe Şan e û li ser şopa wê dengbêjiyê dike.
Bêrîvan Bekî ya (23) di nava malbateke hunermend de ji dayik bûye. Ji ber vê ew ji zaroktiya xwe ve dest bi stranbêjiyê dike. Heta salên 2011`an Bêrîvan di nava malbatê de û ji hevalên xwe re distrê. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Bêrîvan û malbata xwe ji bajarê Helebê vedigerin Kobanê. Bi vî rengî jî Bêrîvan biryar digre ku derbasî perwerdeya akademiya şehîd Yekta Herokol bibe. Bêrîvan di akademiyê de ferq dike ku dengê wê hevrengê dengê hunermend Eyşe Şan e. Ji ber vê ew stranên Eyşe Şan ji hunera xwe re esas digre û bi dengê xwe yê nazik û xweş beşa dengbêjiyê hildibjêre. Piştî perwerdeya ku 6 mehan berdewam kir, Bêrîvan sê salan cihê xwe di xebatên Çand û Hunera Baqî Xido de digre. Bêrîvan niha di dibistana Şehîd Bêrîtan de mamosteya muzîkê ye.
`Min xwe di nava beşa dengbêjiyê de dît`
Piraniya zarokên Kurd ji ber nebûna derfetên fêrbûnê û perwerdeya bi zimanê zikmakî, hunera xwe di nava malê de sînordar kirine. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derfetên cur be cur ava dibin. Bêrîvan têkildarî vê mijarê wiha behsa jiyana xwe ya hunerî dike: "Stranbêjî û dengbêjî di nava malbata me de mîras e. Min wekî kes beşa dengbêjiyê hilbijart ji ber ku min xwe di nava wê de dît. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mala me li bajarê Helebê bû, wê demê min di dibistana xwe de her tim stranên Kurdî-kurmancî digotin. Tevî ku hevalên min fam nedikirin jî ji dengê min hez dikirin. Min ji zarokatî de dest bi stranbêjiyê kir lê bi awayekî fermî piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ez derbasî perwerdeya akademiya şehîd Yekta Herekol bûm û min beşa dengbêjiyê hilbijart. Piştî perwerdeyê min li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê dest pê kir. "
Di nava hevalên xwe de Eyşe Şan e
Li gorî lêkolînên derûnî her mirovek 40 cêwiyên wî hene. Heval û malbata Bêrîvanê deng û rûyê wê dişbînin hunermend Eyşe Şan. Bêrîvan bi van gotinan bal dikşîne ser vê mijarê: "Dema ez li akademiya şehîd Yekta Herekol bûm, min herî zêde stranên hunermend Eyşe Şan guhdarî dikirin. Ji ber vê ez ji deng û hestên wê bi bandor bûm û min piraniya stranên wê ezber kirin. Piştî ku min çend stranên wê gotin, hevalên min ji dengê min hez kirin û gotin dengê te nêzikî yê hozan Eyşe Şan e. Ji ber vê navê min di nava hevalên min de bû Eyşe Şan. Ji bo min serbilindî û kêfxweşiyeke mezin e ku dengê min wekî yê hunermend Eyşe Şan be. Rast e ez stranên hunermend Eyşe Şan dibêjim lê bi rengê xwe wekî Bêrîvan dibêjim. Her wiha gelek kes dibêjin ku rûyê min jî heta astekê dişibe yê wê. Ji ber vê ez ê ked bidim da ku layîqî vî navî bim."
Dengbêjiya jinan bi bandortir e, wê dengê jinan raneweste
Ji ber ku huner ji aliyê jinan ve hatiye afirandin, ji mêran zêdetir di hemû beşên hunerî de jin bi bandor in. Dengbêj Bêrîvan Bekî vê xalê tîne ziman û diyar dike ku ew ê dengbêjiya resen biparêze: "Ev 5 hezar sal in ji ber hişmendiya baviksalar û zayendperest jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Ji ber vê êş, azar û her wiha têkoşîna jinan jî heye. Ji lewre jin bi dengbêjiyê re hestên xwe rizgar dike û tîne ziman. Lewma mirov ji deng û hestên jinan zêdetir bi bandor dibe. Ez bi hemû rengên muzîkê distirim lê ji ber ku êrîşên dijwar û tund li ser çanda me hene ez herî zêde dengbêjiyê didim pêş. Heta astekê denbêjî paşv maye, ji ber vê ez hewl didim bi dengê xwe dengbêjiya Kurdî û bi taybetî ya Kobanê ya resen ji pişaftinê biparêzim. Yên ku herî zêde piştgiriya min dikin, malbata min e. Di malbata min de rihekî hunerî heye, ji ber vê ez ji hişmendiya civakê bi bandor nabim."