Dengê Mîkûtê genim û bêhna xwarinên gelerî ji mala Zekiya qut nabe

Xwarinên gelerî yên dapîr û bapîran bi hunera destên Zekiya Mihemd zindî dibe, Zekiya bi mîkûtê genim xwarinên gelerî ji bo zarokên xwe amade dike û bêhna xwarinên gelerî ji mala wê qet kêm nabe.

 
RONÎDA HACî 
Hesekê- Çend xwarinên Kurdî bi dewlemendiya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê –Rojava navdar in. Dayik xwarinên mîna meyir, kutilk, danûk û gelek xwarinên din ji amûrên dîrokî çêdikin. Li gelek deveran bi pêşketinê re alavên dîrokî hatine paşguhkirin êdî mirov fêrî rehetiyê bûne û pê re jî dîroka xwe winda dikin. Lê dîsa jî yên ku parastina van alavan ji helandinê dikin dayikên me ne. Dayika Zekiya Mihemed a 60 salî 10 zarokên wê hene û li Taxa Miftî ya Bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava dijî. Zekiya heya niha bi alavên kevnar xwarina xwe çêdike û her çend rojan carekê mîkût derdixe û pê genimê xwe dihêre. Dayika Zekiya yek ji jinên ku zindîkirina vê çandê hilgirtiye ser milên xwe ye û li gel pêşketina alavên teknîkî bi çanda xwe ve girêdayî maye. Bi hunera destan danê xwe dikute, da ji zarokên xwe re xwarinên xweş çêbike
Li Bakur û Rojhilatê Sûriye-Rojava bi şoreşê re gelek navendên parastina amûrên dîrokî û folklorî bi pêş ketin. Lê beriya wê jî dayikên vê civakê di malan de ji aliyê xwe ve parastina van alavan ji helandinê dikin. Heya niha çanda dayikan li pêş e û ji bo wê wekî mîrasê mala dîrokê em bi nav dikin. Têkildarî mijarê dayika Zekiya Mihemed behsa bikaranîna alavên dîrokî dike.  
Dengê mîkûtê genim ji mala Zekiya qut nabe
Heya Roja îro jî dengê mîkûtê genim ji mala Zekiya Mihemd qut nabe. Dayika Zekiye wiha behsa girîngiya mîkûtê genim dike: “Ev mîkûtê dan çanda me ye,  ez zarok bûm li gel dayika xwe bi eşq û meraqeke mezin hînî bikaranîna wê bûm. Dayika min her tim bi vî mîkûtî xwarinên xweş wekî Meyir, Kutilk û dan çêdikir. Îro jî dengê mîkûtê dayika min ji mala min qut nabe. Bêhna xwarinên gelerî her ji mala min tê. Ez dixwazim zarokên min jî bi vê çandê ve bên girêdan.”
Bikaranîna mîkûtê genim 
Ji bo xwarinek bi tendurist ji zarokên xwe re amade bike Zekiya bi gerandina bêjingê genimê xwe paqij dike û wiha pêde çû: ”Berî her tiştî ez mîkûtê genim paqij dikim û cihê wî xweş dikim. Destpêkê genimê xwe tînim û bêjing dikim da ku gemar jê derkeve. Paşê genim şil dikim, eger şil nebe dema ez bikutim dê bifire û li çavên me bikeve. Lewma ez şil dikim dixim mîkûtê û lê didim heya dişkê. Li gorî her xwarinê ez genim girs an hûr dikim. Di demên berê de aş tunebû me hemûyan bi mîkût xwarinên xwe çêdkirin. Niha ji bo zarokên xwe ez xwarinên gelerî çêdikim û li cîranan jî belav dikim. Xwarinên gelerî pir xweş in û bi nirx in.”
Pêwîstiya zindîkirina çandê
Zekiya dixwaze jin ji xwarinên kevnar dûr nekevin parastina vê çandê bikin û wiha bi dawî kir: “Erkê her jinê ye çanda kevnar biparêze. Ji bo em parastina wê bikin pêwîst e em amûrên kevnar wekî destar, mîkût û gelek alavên din winda nekin. Bi derketina aşan re ev amûr hatine windakirin. Dema em genimê xwe li aşê bihêrin ne wekî bi mîkût çêdibe, yê mîkût paqij e û li gorî daxwaza xwe em amade dikin. Bila jin dûrî çanda xwe nekevin, civaka ku her tişt hazir bê ked jê re bê, ew civak wê zû tenduristiya xwe jî winda bike.”