Dengbêja ciwan Nesma

Jina ciwan Nesma Ilyas bi dengbêjiyê stranên kevneşopiyên kevnare zindî dike û çandê diparêze.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo –Dengbêja ciwan Nesma Ilyas a 22 li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî,  bi riya dengbêjiyê çandê diparêze.  Nesma der barê jiyana xwe û hezkirina ji mûzîkê re wiha got: “Ji zaroktiya xwe de ji dengbêjiyê hezdikim û dema ez di dibstana seretayî de bûm her min stran gotine. Hevalên min dengê min pir diecibandin û piştgiriya min kirin heya ez pêş ketim. Pir ji stranên kevneşop hezdikim, loma her li wan guhdar dikim. Hunermendên bi nav û deng ên ji wan hezdikim û guhdar dikim Ayşe Şan, Ayaz Yusif û Mihmed Şêxo, van hunermendan bandoreke pir erênî li min kir û di şopa wan de ez jî vê çandê diparêzim.”
Nesma bal kişand li ser zehmetiyên pêre rû bi rû maye û wiha domand: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek guhertin hatine çêkirin. Berê dema jinan bi taybet stran digotin û dengê xwe yê xweş derdixistin, kevneşopiyên civakî ev yek şerim didîtin. Bê gûman heta niha ev zihniyet heye, ji ber min jî di dema îro pir êşa wê kişand. Bi şoreşê re rewşa me jinan pir baş bû û jinên deng xweş stranên jê hezdikin dibêjin. Hêviyên me zindî bûn ku dê rojekê em ê bikaribin bi rengekî azad strana bêjin û hêviyên me hatin bi cih anîn.”
Nesma xwestekên xwe bi van gotinan anî ziman: “Niha ez cihê xwe di nava Koma Botan a mûzîkê girêdayî çand û hunra Mehmed şexo de digrim. Koma Botan komeke kevnar e û hunermendên pispor cih têde digrin. Ez beşdarî perwerdeya şêwazê mûzîkê bûme û min fikireyên baş li ser vê xebatê girtiye. Di demên pêş de ez difikirm kilîpekê çêbikim û bi dengbêjiya resen stranên xwe bêjim. Bi hêviya hemû kesên xwedî berhemên xweş xwedî lê derkevin.”