Denbêj Xalide ya hatibû binçavkirin: Bila gelê min û dengê min her tim zindî be

Dengbêj Xalide ya ku di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dida meşandin hatibû binçavkirin û piştre hat berdan da zanîn ku rewşa wê baş e û got, “Bila gelê min û dengê min her tim zindî be”.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsinekê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dida meşandin di 12’ê Gulanê de li Stenbolê avêtin ser malan. Di avêtina malan de herî kêm 24 kes hat binçavkirin, derbarê 8 kesên ku hatibû binçavkirin biryara girtinê ji bo dû kesan jî biryara hepsa malê hat dayîn. 14 kes jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.

 “Ez bi hezaran car spasiya xwe pêşkeş dikim”

Ji bo hûnermenda Navenda Çand a Mezopotamya Dengbêj Xalîde ya ku hatibû binçavkirin jî pirsên mîna ‘Te çima stranên endama rêxistinê sitrand?” hat pirsîn. Dengbêj Xalîde bi pêyama ku duho weşand ji bo kesên ku di pêvajoya binçavkirina wê de piştgirî dane spasiya xwe pêşkeş kir. Di pêyama xwe de dengbêj Xalîde wiha got: “Ji bo piştgirî û pêyamên ku dema binçavkirina min de hatine dayîn ez spasiya xwe pêşkeş dikim; li mala xwe me, rewşa min baş e û hezar car spas dikim. Bila gelê min û dengê min her tim zindî be”.