Deholvan û stranbêja ciwan Mennat

Mennat Allah Tehma ya dengxweş hem li deholê dide hem sazbendiyê dike û di ber de jî xwendina xwe didomîne û dixwaze bigihe xeyalên xwe yên parêzeriyê.

XOFRAN EL-HISÊN
Reqqa - Mennat Allah Tehma a 15 salî ya ji bajarê Reqqa yê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê dibistana navîn dixwîne di nava malbatek hunerhez de mezinbûye. Stranbêja ciwan a hem li daholê dixe hem jî stranan dibêje ji bavê xwe fêrî amûre Tenbûr jî bûye dibêje: “Ez di nav malbateke ji huner û kultura gelerî hez dike de mezin bûm. Dema temenê min 11 sal bû bavê min hunera di dengê min de dît û xwest ez stranan bêjim. Niha jî ez bi xweşika xwe re stran dibêjim. Bavê min û xweşka min piştgirî dan min da ku ez gihiştim vê pêvajoyê.”
“Di salvegera rizgarkirina Reqa yê de min stran got”
Mennat da zanîn ku bi hêza ku ji malbatê girtî di nava dibistanê de jî diket nava çalakiyên hunerî û wiha domand: “Ez tevlî çalakiyên li dibistanê dihatin lidarxistin dibûm. Dema ku ez refa şeşan bûm, mamosteyê mûzîkê hat gel me û got kesek heye bi navê Ebid EL-Xefûr Xelef yek ji sazkarên tîma Reqqa ya kultura geleri ye li dengên xweş digere da ku tevlî tîma Reqqa yê bike, piştî ku wî dengê min bihîst gelekî eciband. Di şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqqa di sala 2018 an de girîngtirîn çalekiryên ku ez têde beşdar bûm. Di heman salê de ez beşdarî festîval Jina Firatî, cejna Newroza 2018, 2019, 2021’an bûm. Di vê salê de jî min di çalekiyên 8’ê Adarê de li Qamişlo, Tebqa û Reqaa yê stran got.”
Mennat Allah Tehma di derbarê hilbijartina stranên xwe de wiha got: “Ez du reng huner dibêjim huner Reqqa û ya Îraqî, meyla min bêtir diçe ser stranên kulturî û gelerî, ji ber ku ez dibînim ev cure stranbêjî parastina mîratê ji windabûnê dike.”
Mennat Allah Tahme beşdarî klîpek bi navê "Asala El-Rouh" bû, bi beşdariya gelek komên gelerî, di nav de tîma Raqqa a kulturî, tîma Tebqa, Manbic, û komên Kurdî ji bajarê Qamişlo hatibû amadekirin. Ev vîdyo di Sibata 2020’an de li Kela Caber hate kişandin û sê rojan li pey hev Fîlim berdewam kir. Mennat di vê vîdyoyê de strana bi navê “Apê min yê Bayaa El-Werid" got ku dengveda ji ber vê stranê hemû çandên herêmê digirt nav xwe.
Mennat Allah Tehma a dixwaze bibe parêzer li gel karê hunerî xwendina xwe jî didomîne.