Dê 'Nameyên ji Şengalê' li 10 bajaran bê nîşandan

Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ku qala fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê û têkoşîna şervanên azadiyê ya ji bo rizgariya xelk û Şengalê dike, wê di meha Cotmehê de li gelek bajarên Elmanyayê bê nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin û Dersim Zerevan derhênerî jê re kir. Fîlmê drama û dokumenterî, êş û azarên ku li Şengalê rû dan, şervanên azadiyê û dayikên berxwedêr nîşan dide.

Fîlmê ku ji 6 beşan pêk tê wê meha Cotmehê li 10 bajarên Elmanyayê bê nîşandan. Derhênera Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' Dêrsim Zerevan a ji ANF'ê re axivî diyar kir ku fîlm behsa çîrok û serpêhatiya fermana 73'an a li Şengalê dike û got, "Fîlm rastiya şervan û siwariyên ku berê xwe dabûn Şengalê vedibêje."

Derhênera fîlm anî ziman ku fîlm di nava şert û mercên ku şopên fermanê hîn zindî bû hate amadekirin û got, "Ji bo em vê dîrokê ji hemû cîhanê bidin naskirin me biryar dan fîlm amade bikin. Koma me ji mirovên enternasyonal pêk dihat. Gelê me yê Şengalê, Rojava û şervanên wê her kes tevlî vî karî bûn." 

Dêrsim Zerevan bi bîr xist ku 12 şervanên azadiyê ji bo pêşî li fermanê bigirin berê xwe dabûn Şengalê û got, di fîlm de qala çîroka şervanên azadiyê kirine. Dersim Zerevan destnîşan kir ku ew weke koma fîlm serbilind in ku fîlmekî bi vî rengî amade kirine û pêşkêşî gel dikin.

Bernameya nîşandana fîlm a li Elmanyayê bi vî rengî ye:

Stûttgart

Dem: 20.10.2023

Saet: 18:30

Cih: Siemensstrasse 150, 70469 Stuttgart - Feuerbach

Hamburg

Dem: 09.10.2023

Saet: 20:00

Cih: Zeise Kinos

Friedensalle 7-9, 22765 Hamburg 

Tubîngen

Dem: 06.10.2023

Saet: 18:15

Cih: Arsenal Kino

Hintere Grabenstrasse, 72070 Tubîngen

Heîdelberg

Dem: 21.10.2023

27.10.2023

Cih: Karlstor Kino

Marlene-Dietrich-Platz 3, 69126 Heidelberg

Maîchîngen 

Dem: 27.10.2023

Saet: 18:30

Cih: Deutsch Kurdischer Kultur Verein

Berliner Strasse 20, 71069 Maichingen

Bensheîm

Dem: 08.10.2023

Saet: 17:00

Cih: Luxor-Filmpalast Bensheim

Berliner Ring 26, 64625 Bensheim

Leverkûsen 

Dem: 23.11.2023

Saet: 19:00

Cih: Komunnales Kino im Forum

Am Buchelter Hof 9, 51373 Leverkusen 

Dresden 

Dem: 17.10.2023

Saet: 20:00

Cih: Zentralkino

Kraftwerk Mitte 16, 01067 Dresden 

Berlîn

Dem: 09.10.2023

Saet: 17:30

Cih: Babylon

Rosa-Luxemburg-Strasse 30, 10178 Berlin

Saarbrucken

Dem: 15.10.2023

Saet: 12:00

Cih: Filmhaus

Mainzer Str. 8, 66111 Saarbrucken