"Ciwanî di ruh de ye ne di temen de ye"

Jina Efrînî Wehîda Xelîl ku ji 19 saliya xwe ve dest bi kar û xebatê kiriye û li kêleka kar û xebata xwe hunera xwe parastiye; temenê wê yê mezin nebû bend û heya roja îro kar û xebatên xwe dide meşandin.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Jin bi vîn û îradeya xwe di qada jiyanê de êdî şîdet û desthilatdariya mêr li hemberî xwe qebûl nakin. Her welatek bi çand û gelêriya herêma xwe tê naskirin. Jinên ku heya vê kêliyê xwedî li hizir û meraqên xwe derketine jinên Kurd in. Ji bo ku jin ji qalibaên desthilatdariya zîhniyeta baviksalarî derbikevin xwe pêhtir di warê kar de bi pêş xistin û bi riya kar re xwe îsbat kirin. Yek ji jinên Efrînî ku xwedî li meraq û çanda xwe derketiye endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û di Ofîsa Rêxistinî ya li ser asta kantona Şehbayê digire Wehîda Xelîl e. Têkildarî mijarê Wehîda Xelîl li ser kar û meraqên xwe ji me re axivî.

 “Di 19 saliya xwe de min gelek kar û xebat bi malbat û civaka xwe re kiriye”

Wehîda Xelîl diyar kir ku desthilatdarî heya roja îro dixwaze bi her awayî civaka Kurd qir bike û wiha anî ziman: “Di bihara temanê min de dema ku min rêxistinê dît zêdetir meraqên min li ser kar çêbûn. Di temenê xwe yê 19 salî de min gelek kar û xebat bi malbat û civaka xwe re kir. Di wê demê de zimanê Kurdî qedexe bû, her tiştê girêdayî Kurdan dihat veşartin. Mirovên Kurd ji ber desthilatdaran nikaribûn bigotina em Kurd in. Ji bo ku jin di her milî de xwe birêxistin bikin şewqa kar her diçû zêdetir dibû. Di wê demê de hezkirin û naskirina min ji kar re hebû û me digot em weke jinên Kurd pêwîstiya civakê bi jinên xwedî hêz heye. Jin ji gelek mafên xwe hatibûn mehrûmkirin. Di sala 1996’an de ez tevlî nava komek çand û hunerê bûm ji bo stranan û amûrên muzîkê. Di malbata min de tu kes li pêşiya kar û çanda min nebû bend her wiha jinên ciwan û xort di malbata min de ji bo meraq û mafên xwe hevseng bûn.”

"Li kêleka kar û xebatên xwe min hunera xwe jî parast"

Wehîda Xelîl got ku ew di sala 1997’an de yekemîn car derketiye ser dikê ji bo Roja Jinên Cîhanê stran gotiye û wiha lê zêde kir: "Kar û xebatên me heya roja ku meclis, sazî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin avakirin berdewam kirin. Me cih di meclisa giştî de girt. Ji bo ku jin xwe bêhtir di qada kar de xurt bikin em ji karekî derbasî karekî din dibûn. Temenê min heya roja îro nebû bend û roj bi roj kar zêdetir li pêşiya çavên min xweştir dibe. Di navera demên berê û dema niha de gelek cudahî hene ji ber ku di demên berê de dema mirov dixwest dest bi kar û xebatê bike rastî gelek zehmetî û astengiyan dihat lê di dema niha de mirov bi rehetî kar dike. Li kêleka karên ku ez didim meşandin min dev ji hunera xwe berneda ji ber ku civak zêdetir di warê çand û hunerê de jî tê dejenerekirin.”

"Gotina ku em nikarin kar berdewam bikin li cem jinên Kurd tune ye"

Wehîda Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li civak û meraqên xwe derbikevin û wiha domand: “Eşqa kar, hezkirin, coş, berxwedaniya Rêberê me Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan a bingehîn ku nehatibûya dayîn, niha stûna civakê wê tune bûya. Bi dengekî bilind em dibêjin tu carî em dest ji riya ku me dest pê kiriye bernadin û em ê berxwedaniya xwe ya bêhempa bidomînin. Gotina ku êdî bes e em nikarin kar berdewam bikin wê li cem jinên Kurd tune be. Ez bang li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd dikim ku xwedî li civak û meraqên xwe derbikevin. Bi hev re em ê civakek azad biafrînin.”