Cesaret û têkoşîna jinan li ser tabloyên xwe xêz dikin

Jinên Tûnisî yên ku gihîştine temenê yasayî ya malnişînê û berê xwe didin pîşeya wênexêziyê, wiha dibêjin: "Bi riya tabloyên xwe jina Tûnisî, cesaret, sekin û têkoşîna wê îfade dikin."

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Jina Tûnisî heya temena xwe ya 60 salî kar dike, ew jî temena yasayî ya malnişînê yê kar e. Piştî wê emrê jî êdî li mal dimîne, bi pêdîviyên mal û malbatê re mijûl dibe. Ji ber vê yekê jinên bi temen mezin berê xwe didin pêkanîna pîşeyan. Yek ji pîşeyên ku jinên Tûnisê pê re mijûl dibin pîşeya wênexêziyê ye.

Ajansa me bi jinên Tûnisî yên temen mezin û berê xwe dane pîşeya wênexêziyê ji bo valakirina enerjiyên xwe, hevdîtin pêkanî. Jinan di gotinên xwe de anîn ziman ku meraq temenên mezin û biçûk nas nake û wênexêzî pîşeyek girêdayî ruh e.

'Jina ku zarokan mezin dike dikare cîhanê jî bi rêve bibe'

Semîra Hewawî bal kişand ser tabloyên ku xêzkirine û wiha got: "Di tabloyên xwe de min bal kişandiye ser cewhera jina Tûnisî. Jina ku dikare zarokan mezin bike, ew dikare cîhanê jî bi rêve bibe. Her wiha di tabloyên xwe de cih didim xweza û deryan jî. Di gelek pêşengehan de berhemên min hatine pêşandan. Di heman demê de li kêlek pîşeya xêzkirina wêneyan, ez karê dirûnê û çêkirina pêdîviyên cilan jî dikim. Banga min ji jinên Tûnisê re heye ku pîşeyên ku jê hez dike di ciwantiya xwe de pêk bîne. Ji ber ku piştî temen mezin dibe kar jî zehmet dibe."

'Di tabloyên xwe de jina Tûnisî îfade dikim'

Seyîdê Bin Cab Allah dibêje: “Piştî temena malnişînê, ez li malê rûniştim. Demê min jî ji bo pêkanîna meraq û pîşeyên jê hez dikim, zêde bû. Ji biçûkahiya xwe de ez dildarê wênexêziyê bûm. Ji ber vê min berê xwe da xêzkirina wêneyan. Komeleya Staghê riya herî baş bû ku di pîşeya xwe de pêş bixim. Min bi wan re têkliyên xwe xurtkir û fêrî gelek mekanîzmayan bûm. Da ku ez bibim hunermendek profesyonel û bikaribim jina Tûnisî ya serkeftî, bihêz û berxwedêr îfade bikim. Piştî neh salan bi berhemên xwe beşdarî pêşengehan bûm. Wênexêzî qadeke ku pêdîviya wê bi meraqê û hezkirinê heye. Ez jina Tûnisî bi şêwazek nûjen û pêşverû nîşan didim ji ber ew di navbera lênihêrîna malê, mezinkirina zarokan û xebatê de pir diweste û têdikoşe."

'Min hebûna xwe di xêzkirina wêneyan de dît'

Fatûmê El-Zeytûnî jî tekez kir ku ew mamostek malnişîn e û wiha got: "Min bi şagirtên xwe re wêne xêz dikirin. Di dema ku li malê rûniştim ez gelek westiyam. Niha bi pêkanîna meraqên xwe di pîşeya wênexêziyê de rewşa min baştir bûye. Min hebûna xwe di xêzkirina wêneyan de dît. Ji bo pêşxistina xwe di warê xêzkirina tabloyan de beşdarî kargeha wêneyan bûm. Di tabloyên xwe de cih didim jinên Tûnisê û aliyên wan ên erênî di malbat û civakê de. Her wiha şîreta min ji hemû jinan re heye ku pîşe û jêhatîbûna xwe pêş bixin û xwedî lê derkevin."