Bocy, Tamtam û Şerîhan li her derê ne

Şêwekara dekorê Yisra Ebid EL-Rehmen dibêje ku meha Remezanê bi Fewezîr Nellî û Emo Fûad û Şerîhan ve girêdayî ye ji ber wê biryar daye ku dekorek çêbike ku tê de hemû bîranînan ji nû ve zindî bike û vegerîne warê wan.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre - Ji ber bêrîkirina Misriyan a ji Fewazîr Nellî û Emo Fûad û xwesteka zarokan a naskirina Bocî, Tamtam, Fetûta û karakterên kartonî yên Remezanê, şêwekar û xemlên bûkan di afirandina atmosferek Remezanê de bi ser ketine. Şêwekaran bûkên an lîstokên Bocî û Tamtam ku beriya destpêkirina Remezanê li her malê hene, çêkirin. Her wiha otêl û balafirgeh bi nîgarên Remezanê yên Şerîhan, Emo Fûad û Nellî tije bûn.
Gelek şêwekar li ser huner û berhemên xwe yên destan ji ajansa me re axivîn. Şêwekara dekorê Yisra Ebid EL-Rehmen dibêje ku meha Remezanê bi Fewezîr Nellî û Emo Fûad û Şerîhan ve girêdayî ye ji ber wê min biryar da ku ez dekorekî çêbikim ku tê de hemû bîranînan ji nû ve zindî bikim û vegerînim warê wan.
Yisra Ebid EL-Rehman diyar dike ku beriya dest bi şikildanê bike, ji hunermendan erêkirinê dixwaze da ku kesayetên wan di otelan de dane û diyar dike ku piştî hunermend Nellî, Semîr Xanim û Şerîhan nas kiriye dest bi çêkirina şiklê wan kiriye.
Stêrkên Remezanê
Der barê mezinahiya şiklan de dibêje; "Di destpêkê de, model mezin dihatin şikldan da ku li bazargeh an otêlan werin danîn lê hin malbatan dest bi daxwazkirina dekora xanî kir ku tê de modelên stêrkên Remezanê hebin lewma min dest bi şikildanên biçûk kir.
Yisra Ebid EL-Rahman ji çarçoveya modelkirina karakteran derket, wê modelên bi rengê televîzyonên kevn ên ku bernameya kameraya veşartî pêşkêş dike nîşan dan. Li ser vê yekê jî dibêje ku keçên Profesor Remsîs spasiya wê kirine ji ber ku vê ramanê ew kêfxweş kirine.
Yisra wiha domand; "Model ji hêla gel ve hatin ecibandin, nemaze nifşên ku bi Fawazir Nellî û Şerîhan re jiyabûn û zarokên ku van karên hunerî nedîtibûn di meraqê de bûn ku agahdariya li ser wan bibînin. A ku ez gelekî kêfxweş kirim ew bû dema ku Îman Cimcûm keça hunermend Feyrûz li rex modela xaltiya xwe bi hunermend Nellî re wêneyek kişand.”
Bocî û Tamtam
Cîhan Mohab, şêwekara xemla bûkan jî dibêje; "Min bûkên Bocî û Tamtam çêkir ji ber ku dayikên li ber temaşekirina xelekên Bocî û Tamtam hatin mezinkirin dixwazin van tîpan bi zarokên xwe bidin nasîn.”
Der barê hesta atmosfera meha Remezanê de, şêwekar Sarah Raafat dibêje ku her kes li hesta berê di meha Remezanê de didîtin digere, dema ku tevahî kesên malbatê li dora xelekên Bocî, Tamtam û Fatûta kom dibûn, ev hest dibe ku vegere. Ger dekora malê di Remezanê de bi Fatûta, Bocî û Tamtam re têkildar be û ji ber vê sedemê ye ku min ji bo van modelan dekorasyona Remezanê bi karîkaturê çêkir.
Sarah diyar dike ku xebata wê gelekî hatiye ecibandin û wiha dibêje; “Di meha Remezanê de, malbat dema ku temaşeya Bocî û Tamtam dike xwarinê naxwe lê ew Qemer El-Dîn vedixwe û ya ku vê yekê ji hev cuda dike ev e ku ew di kaseyên Bocî û Tamtam de vedixwin.”
Li aliyê din şêwekar Îsraa Selîm, ji bo ku xemlên Remezanê biafirîne qumaşên cur be cur bi kar tîne. Cilûbergên Xiyamiyê perçeyek girîng ê dekora Remezanê ye. Qumaşê Xiyamî yê niha wêneyên Bocî, Tamtam û Emo Fûad digre nav xwe.
Rojnamevan Esma Hisnên jî di nav wan jinan de ye ku bi van kulîlkan ango lîstokan xaniyên xwe xemilandiye. Li ser vê yekê ew jî dibêje; “Hevala min a nêz ji min re karaktera Tamtam wekî diyarî di destpêka Remzanê de pêşkêş kir, min ew diyariya wê kir nava xemla mala xwe.”