Blûzê Oran: Mîrateya çandî ya Cezayîrê û sembola nasnameya jinan
Weke semboleke zindî ya bîra çandî û berxwedanê, blûzê Oran ji kokên xwe yên Endulusî heta atolyeyên nûjen ên terziyê rêwîtiyeke rengîn di nava nifşan de derbas dike. Niha jî bi armanca parastinê ber bi qada navneteweyî û tomara UNESCO’yê ve diçe.
RABIA XARÎS
Cezayîr – Oran, yek ji mezintirîn bajarên Cezayîrê û paytexta rojavayê Cezayîrê ye. Li vir, blûzê Oranê ji cilûbergek kevneşopî bêtir derdikeve pêş. Ew beşek yekgirtî yê nasname û bîra çandî ya jinên Cezayîrî ye.
Ev cilûberg mîrateyek çandî ya cihêreng, tevlîheviyek ji bandorên Berberî, Erebî, Îslamî û Endulusî, ligel dîrokek dirêj a berxwedanê temsîl dike. Bi vî rengî blûz bûye sembolek ku adet û kevneşopiyan diparêze û karakterê hunerî û dîrokî yê bêhempa yê Oranê temsîl dike.
Ji bo ku em li ser dîroka vê kincê, razên afirandina wê û pêşveçûna wê fêr bibin, ajansa me bi mamosteya terzîtiyê ya navneteweyî Najat Mezagçe re hevdîtin kir. Najat, bawer dike ku blûzê Oran ne tenê perçeyek qumaşê ye, her wiha bilêvkirinek zindî ya serbilindî û nasnameya Cezayîrê ye.
Najat Mezagçe radighîne ku dîroka wê ya nûjen vedigere sala 1830'an, lê li gorî vegotina wê, rehên wê dighîjin sedsala 16'an. Najat tekez dike ku her dirûn û hûrguliya di vê cilê de, beşek ji bîranînek mîratî hildigre ku jinên hunermend hewl didin ku zindî bihêlin.
Kokên dîrokî yên pirjimar
Blûzê Oran di sêwirana xwe de şopên çandên cihêreng ên ku ji herêmê teşe girtine, hildigre, bi bandorek eşkere ya Endulusî. Najat Mezagçe dibêje ku dema ew li ser çêkirina blûzê dixebite, ew hîs dike ku mîrata hunermendên Endulusî yên ku li bajarên herêmê bi cih bûne tîne bîra mirov û destnîşan dike ku ev cil bi demê re gelek veguherîn derbas kiriye.
Najat Mezagçe eşkere dike ku di qonaxên xwe yên destpêkê de, blûz nêzîktirî gandoura û abaya fireh bû, berî ku sêwiranên wê li gorî daxwazên demê pêş bikevin. Di heman demê de hêmanên wê yên bingehîn, bi taybetî neqşên têla zêr û motîfên xemilandî yên ku karakterê wê yê cihêreng didin, diparêzin.
Blûz xwe dispêre xwezaya bajarê Oranê
Blûzê Oran bi bajarê Oran ve girêdayî ye. Mîna ku Najat Mezagçe destnîşan kir taxên kevin di nav de Derb û Kmen, di çêbûn û pêşveçûna vê mîratê de bi demê re beşdar bûne. Îro, bajarê nû wek navendeke sereke ji bo hilberîn û firotina vê cilê derdikeve pêş û gelek atolyeyên terzî û dikanên qumaşê vedihewîne ku tê de hunera kevneşopî bi sêwirana nûjen re hevdîtin dike.
Di kolanên ku ji Meydana Tahaha, di Kolana Ghuti Abdelkader re, heta Kolana Mezouar Mohamed, atolyeyên terzî yên kevneşopî li kêleka dikanên pispor ên qumaş û neqşê radiwestin. Ev atolye bûne cihên ku hûrguliyên hunerê diparêzin, ku tê de terzî pisporiya nifşên berê dighînin sêwiranerên ciwan. Di heman demê de amûrên nûjen û teknîkên kevneşopî bikar tînin.
Blûzê Oran çawa tê çêkirin?
Di atolyeyên dirûnê de, pêvajoya çêkirina blûzekê bi hilbijartina qumaşê, sêwirandina perçeyan û destnîşankirina xeml û neqşên guncav dest pê dike. Najat Mezagçe destnîşan dike ku blûz dirêj e dighîje ser lingan, bi qiraxa girover. Cureyê qumaşê li gorî bûyer û rewşa civakî diguhere; hevrîşim, pembo, keten, an jî dantela neqişkirî hemû dikarin bên bikaranîn.
Najat Mezagçe destnîşan dike ku di derbarê stûyê de, ew dikare çargoşe an jî bi şiklê V be û bi neqş an jî bi morîk hatiye xemilandin. Dirêjahî û sêwirana destan jî diguhere. Blûz li singê tê girêdan û pir caran bi kemerekê tê temamkirin, ku şiklê kevneşopî yê cihêreng dide wê.
Najat Mezagçe tekez dike ku cilên Oran bi gelemperî ji sê an çar perçeyên bingehîn pêk tên: blûz, cilên binî (cureyek tûnikê) û pantolonên ku li herêmê wek "salwal janb al-tastifa" (pantorên jinan bi kincê alî) têne zanîn. Ev pantolon bi qasî metre û nîvek fireh in û dikarin ji qumaşên hevrîşim ên wek saten an krep bên çêkirin.
Blûz mîrata Cezayîrê diparêze
Blûzê Oran ku bi tayên zêr û hûrguliyên bi destan hatine dirûtin hatiye xemilandin, rêwîtiya xwe di nav nifşan de didomîne. Hebûna xwe, dema ku xwe li gorî çêjên hemdem diguncîne bêyî ku karakterê xwe yê dîrokî winda bike, mîna perçeyek mîrata Cezayîrê diparêze.
Pîvanên civakî û navên mîratî
Blûzê Oran xwedî gelek nav û şêwazan e, her yek ji wan hûrguliyên dirûtinê û xemilandinên xwe yên bêhempa nîşan dide. Her şêwaz çîrokek vedibêje û aliyek ji nasnameya çandî ya jinên Cezayîrî eşkere dike. Najat Mezagçe got ku blûzê "Korsi" yek ji şêwazên herî gelêrî yê di nav bûkên Cezayîrî de bû, ligel blûzê "Zaim" ku niha wek blûzê neqişkirî yê "Sari" tê zanîn. Ev şêwaz di kevneşopiyên dirûtinê yên Oranê de cihekî girîng digirt û hê jî bingehek modaya kevneşopî ya Cezayîrî ye.
Li gorî Najat Mezagça, navê blûzê "Zaim", ji dendika nexşandin û motîfên xemilandinê yên wê ku wek "Taamirat" têne zanîn tê. Ew cûrbecûr kevirên xemilandî yên luks, wek "Moor" û krîstal vedihewîne û xuyangek bi heybet û xweşik dide wê.
Li gor şahî yan pîrozbahiyan tê lixwekirin
Jinên Cezayîrî van cil û bergan bi awayekî rasthatî li xwe nedikirin. Her şêwaz bi temenek an bûyerek civakî ya taybetî ve girêdayî bû, wek ku hate ravekirin. Reng, şêwaz û kevir bi baldarî hatin hilbijartin da ku bi pîrozbahî û şahiyan re li hev bikin, an jî di demên şînê de rûmetê nîşan bidin û cilên kevneşopî kirin beşek yekgirtî ya pergalek civakî û çandî ya berfireh.
Şêwazên blûzan
Di nav şêwazên herî berbiçav ên blûzê Oran de "blûzê kursiyê" û "blûzê pîran" hene. Ev, ji bo jinên pîr ên wek dayîk, dapîr û dayîkên mezin dihat veqetandin. Her wiha "blûzê bi rûmet" jî heye, ku di demên şîn û merasîmên cenaze de tê lixwekirin, ku bi gelemperî ji qumaşên tarî û nerm ên wek qehweyî, gewr û reş tê çêkirin.
Daxwazên ku blûzê Oran bibe beşek ji mîrata çandî ya Cezayîrê
Ji bo ku vê mîrata çandî bêtir binirxîne, Cezayîrê daxwazek pêşkêşî UNESCO kir da ku blûzê Oran, bi şêwazên wê yên cûrbecûr, wek beşek ji mîrata çandî ya Cezayîrê tomar bike. Ev hewldan girîngiya vê cil û bergê di bîra kolektîf a Cezayîriyan de nîşan dide. Ji ber ku ew ji cil û bergek kevneşopî bêtir e; ew tomarek zindî ya adet û rêûresmên ku ji dayîk û dapîran bi nifşan ve têne veguheztin e. Bi xeml, reng û têlên zêrîn ên xwe, blûzê Oran wek sembola xweşikbûn, nasname û dewlemendiya mîrata Cezayîrê hê jî heye.