Bîrdariya zarokên qurbaniyên şer

Di Şerê cihanê yê duyemin de, paytexta komara Çekê û Gundê Lidice hilweşandin û bi erdê ve kirin yek. Di wê demê de zarok şandin odeya gazê û qetil kirin. Li ser peykerên ji bo bîrdariya wan hatî çêkirin tenê ifadeyên rûyê wan maye.

Di Şerê cihanê yê duyemin de, paytexta komara Çekê û Gundê Lidice hilweşandin û bi erdê ve kirin yek. Di wê demê de zarok şandin odeya gazê û qetil kirin. Li ser peykerên ji bo bîrdariya wan hatî çêkirin tenê ifadeyên rûyê wan maye.

Di 10'ê Hazirana sala 1942'an de, hezên elmanî di demjimerên destpeka şevê de ketin gundê Lidice yê nêzî Pranga yê. Di demek kurt de hemû rêyên derketinê yên vî gundê biçuk girtin. Tenê di baxçeyê çiftlîga Horak de 173 mêr kuştin, jin û zarok jî birin dibistana Kladna yê.  Piştî sê rojan zarok ji dayikên wan hatin girtin, çend zarokên ku ji bo wan guncaw ku hîna nebûyîn 1 salî de, ji bo bikin elman ji nû ve perwerde dikirin, yên din jî birin kampên gazê. Tevahiya gund, dêr, xanî, heta goristan jî hilweşandinû tune kirin.
Di sala 1969'an de, peyîkertiraş Marie Uchytilova bi navê ‘Birdariya Zarokên Qurbaniyên Şer’ dest bi çêkirina peyîkerê wan zarokan kir. Di sala 1989'an de dema çu ser dilovaniya xwe, peyîker bi dawî kiribû, lê ji bo wî berhemî bîne rewşek jîndarkirina zarokan û ji dahatoyê re bihêle pêdivî bi dahatekê hebû ku pê amurên pêwîst kirîba. Li gorî derfetê xwe tenê du qedandibû û halê dawiyê dabûyê, yên dinê li beda alîkariyêbûn ji bo biqedin. Hevjinê wê ew kar berdewam kir û peyîkerê ku ji portreyên 82 zarokanên esmer pêktê, di navbera salên 1995-2000'an de li gundê Lidice bicih kir.
Niha kesên ku li van peykeran dinêrin bi tîrs, wahşet, bê çaretiyê û hestên ku danasînên wan dijwar  re rû bi rû dimînin.  Îfadeya ruyê zarokên di roja me ya îro de bajarê wan hatine hilweşandin, çete ketine malên wan, malbatên xwe winda kirine, di pêşerojê de kî dizane dê di kîjan eseran de kîjan şerm û rureşiyan bibîrbîne. 
Peyîkertiraş Marie Uchytilová-Kucova 17’ê çileya 1924’an li Kralovice ya Çekoslovakya yê hatiye dinê. Akademiya Hunerê Ciwanekan a Prag ê xwendiye. 16 mijdara 1989’an Marie yak u di gelek karên weke tasarim û mamostahiyê de jî serkeftî jiyana xwe ji dest da.