Bihayê pirtûkan ji sedî 30 zêde bû fûarên pirtûkan vala man

Nivîskar Çîgdem Keleş a li Fûara Pirtûkan a Mûnzûrê ya li Dêrsimê tê lidarxistin dixebite, bal kişand ku ji ber zêdebûna bihayê pirtûkan li gorî salên borî eleqeya gel ji pirtûkan re kêm bûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - Bi qeyrana tê jiyîn re, zêdebûna bihayan bandorê li weşanxaneyan jî dike. Ji ber ku li gorî sala borî ji sedî 30 zêdebûna bihayên pirtûkan, xwîner dema pirtûk bikrin du caran difikirin. Mirov  beriya pirtûkan pêdiviyên xwe yên bingehîn pêş digrin, fûarên ku ji bo firotina pirtûkan tên organîzekirin jî vala man. Nivîskar Çîgdem Keleş ku li Fûara Pirtûkan a Mûnzûrê cara ewil li Dêrsimê tê lidarxistin, stand vekir jî diyar kir ku ji ber zêdebûna biha, firotina pirtûkan pir kêm bûye.

Ji ber zêdebûna bihayê pirtûkan weşanxane nikarin xwe bigihîjînin hemû beşan

Çîgdem Keleş, nivîskara pirtûka helbestan a bi navê "Her dem bedew bimîne", li fûara pirtûkan a ji 13'ê Tîrmehê ve li Dêrsimê tê lidarixistin, pirtûkan difiroşe. Çîgdem Keleş a li standa weşanxaneyê cih digre, diyar kir ku li gorî berê eleqeya gel a ji pirtûkan re pir kêm bûye. Çîgdem Keleş da zanîn ku ji ber zêdebûna biha weke weşanxane û nivîskar nikarin xîtabê hemû beşan bikin, diyar kir ku pirtûk amûreke çandî ya girîng e û ji zarokan heta mezinan divê her kes xwe bigihîjîne pirtûkan.

"Bihayê pirtûkan ji sedî 30 zêde bû"

Çîgdem Keleş bal kişand ku li gorî sala borî ji sedî 30 zêdebûna bihayên pirtûkan tê jiyîn û wiha axivî: “Bihayê pirtûkan di firotina li ser înternetê de jî pir zêde ye. Ji ber vê yekê dema ku mirov berê xwe didin standên normal, ferq û cudahiyek pir mezin çêdibe. Dema şert û mercên jiyanê zehmetir dibin û biha zêde dibin, bihayê pirtûkan jî zêde dibe. Dema dibêjin derxistina biha û lêçûnên din, ev di firotina pirtûkan de jî xwe nîşan dide.”

“Divê dewlet polîtîkayên xwe di ber çavan de derbas bike”

Çîgdem Keleş destnîşan kir ku ji ber hêza kirînê nîn e mirov jî nikarin firotinê bikin, bal kişand ku vê pêvajoyê hem ji nivîskaran re hem jî ji weşanxaneyan re zerareke cidî dide. Çîgdem Keleş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mirovên ku dixwazin pirtûk bikirin û bixwînin dikarin bistînin. Divê beriya her tiştî aborî bê sererastkirin. Heta ku ew neyê sererastkirin, ev pirsgirêk xilas nabin. Divê hikûmet van polîtîkayan ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Mirovên ku tên li vir ji ber pereyê wan tune ye derbas dibin û diçin, em dixwazin bikirin lê nabe."

“Divê tu pirtûk neyên komkirin”

Çîgdem Keleş a bertek nîşanî di rojên borî de li fûarê bi hinceta ku tê komkirin, desteserkirina pirtûkên bi navê “Tevgera Azadiya Kurdistanê ji Serhildanê ber bi Avakirinê ve” û “Qendîleke Din” jî da, bi van gotinan ramanên xwe parve kir: “Ma naveroka pirtûkekê dikare çi be? Pirtûk ji mirovan re agahî dide. Divê tu pirtûk neyê komkirin. Li holê kedek heye û divê jê re rêz were girtin. Ez li dijî rakirina pirtûkan a ji dezgehan im.”