"Bi yek destê karê wêje pêş bixînin"

Nivîskar û Rewşenbîrên ku beşdarî Konferansa 1'emîn a Komîteya Wêjeyê bûn gotin: "Ji rewşenbîr û nivîskarên Rojava tê xwestin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin, bi pênûs û lênûsa xwe li gorî wijdanê xwe rastiya heyî xêz bikin."

EBÎR MUHEMED 
Qamişlo-Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê 1'emîn konferansa xwe bi dirûşma "Wêje, hizir, hebûn û berxwedan" û "Wêje kaniya derbirîn û afirandina civakê ye" li hola Efrînê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Ev konferans bi aramanca firehkirina wêje û hewandina hemû dezgehên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Her wiha dê kar û xebatên 6 salan bên nirxandin. Di konferansê de 100 delegeyên ku ji rewşenbîr û nivîskaran pêk dihatin amade bûn. Girêdayî konferansê nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe parve kirin. 
"Wêje qadeke dewlemend û berfireh e"
Endama Komîteya amadekar a Konferansê Narîman Ebdikê konferansa yekemîn a Komîteya Wêjeyê wiha nirxand: "Ev cara yekem e ku komîteya Wêjeyê konferansa xwe li dar dixe. Komîteya Wêjeyê ji sala 2016'an ve hatiye avakirin. Me nêzî 3 mehan amadekariya konferansa xwe kir. Armanca me ji vê konferansê ew e ku em bibin sîwanek ji hemû kar û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re. Di heman demê de em dixwazin kar û xebatên xwe firehtir bikin. Karê komîteya me ew e ku hemû xebatên wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê bişopîne. Lê karê ku di sazî û dezgehan de dihat meşandin, bi rengekî cuda bû loma em dixwazin bi riya vê konferansê hemû kar û xebatên wêjeyê di bin sîwana komîteya wêjeyê de bihewînin. Delegeyên me ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha em ê kêfxweş bibin bi nêrînên wan ku em hemû bikaribin bi yek dest karê wêjeyê bi pêş bixin û girêdanek di navbera wan de çêbikin. Bi riya konfransên bi vî rengî, kar dewlementir dibe, firehtir dibe û bajarên nû tevli dibin. Karê me çapkirina pirtûkan bû lê êdî tenê çapkirin ne bes e ji ber ku wêje pir dewlemende û berfireh e."
"Konferans li tevahî nivîskar û rewşenbîran pîroz be"
Narîman diyar kir ku komîteya wêjeyê mala hemûyan e û wiha got: "Wekî komîteya wêjeyê, endamtî li gel me nîne, çi kesekî ku xwedî daxwaz û wêjevan bin dikarin bibin endama komîteyê. Kesên ku nivîs ango di aliyê wêjeyê de qabiliyeta wan hebe em alîkariya wan dikin. Daxwaza me ew e ku çanda wêjeyî belav bibe. Em careke din konferansa xwe li tevahî rewşenbîr û nivîskaran pîroz dikin û dibêjin komîteya wêjeyê mala we hemûyan e."
"Konferansa me bersiva êrîşên dewleta tirk e"
Endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm konferans wiha nirxand: "Ez îro ji bo konferansa komîteya wêjeyê weke delege beşdar bûme. Komîteya Wêjeyê piştî 6 salan bi vê konferansê kar û xebatên xwe dinirxîne. Bi vê konferansê kurt û kêmasiyên ku hatine jiyîn tên nirxandin û dema pêş wê komîteya wêjeyê çi bike, dinirxînin. Niha dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike her wiha gelê me koçber dibin di vê rewşa wiha de konferansek wiha gaveke pir pîroz e û bersiva êrîşên dewleta tirk e. Me bi vê konferansê bal kişand ser rola nivîskar û rewşenbîran ku çawa rolên xwe di vê şoreşê de bilîzin. Armanca nivîskar û rewşenbîran jî ew e ku gavên serkeftî di vê şoreşê de bavêjin. Piştî nîqaşan wê rêzîknameya me derkeve û wê bibe esasê komîteya wêjeyê. Piştî konferansê wê gelek biryar û plansazî derkevin ev yek jî dikeve ser milên komîteya wêjeyê ku di nava civakê de rola xwe bilîze. Divê tevahî nivîskar û rewşenbîr jî alikariya komîteya wêjeyê bikin da ku em bi hev re karên serkeftî bimeşînin. Ji rewşenbîr û nivîskarên Rojava tê xwestin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin, bi pênûs û lênûsa xwe li gorî wijdanê xwe rastiya heyî xêz bikin. Her wiha bûyerên ku tên nivîsandin dibin malê dîrokê. Ev 6 sal in komîteya wêjeyê heye, di nava vê komîteyê ya herî zêde rola xwe dilîze jin e loma ji jinan tê xwestin ku hîn bêtir kar û xebatên xwe mezintir bikin."