Bi xêzkirinê hestên xwe bilêv dike

Hunermenda plastîkê Wafaa Bakkar, di wêneyên xwe de bi nîşandana bedewiya kincên jinên Amazigh hestên xwe der dike.

HANAN HARITE

Mexrib- Wafaa Bakkar, wek gelek jinên Mexribê di qada hunera plastîk de bi awayekî biryardarî riya xwe didomîne û di qada derûnî de wek profesor û lêkolîner, pisporiya xwe bi riya terapî û hunerê dike yek.

Wafa Bakkar hunermendek plastîk ku bedewî û mîrateyê bi hev re girê dide û hunera xwe wekî gotarek çandî û dilsoziya bi bîranîna dayika xwe, dapîr û bapîrên xwe dinirxîne û cil û bergên jinan ên amazigh ên bi zîv hatine neqişandin pêşkêş dike. Ajansa me ji bo der barê hunera wê de agahiyên hûr û kûr bigre, bi hunermenda plastîk Wafaa Bakkar re hevpeyvînek pêk anî.

Hûn ji bilî hunera plastîkî, lêkolînera derûniyê, balyoza aştî û hezkirina navneteweyî, nivîskar û helbestvan in. Hûn xwe li ku derê dibînin?

Ez xwe di her hûrguliya jiyana xwe de pisporî û hunera xwe bi bedewiya ku digihîjînin hev de dibînim. Ez ji bo teknîkên psîkoterapiya hunerî bi derûnî û hunerê re bikim yek, dixebitim. Ez teoriya vekirina qada ragihandinê bi xwe û bi kesên din re bi riya hunerê diparêzim û li ser dixebitim ku bi riya afirîneriyê ve jêhatibûnên xwe bixim nava tevgerê yanî bi pratîkên hunerî yên wekî muzîk, nivîsandin, helbest, reqs, şano bigihîje binhişê mirov. Ango ez ji bo bi sernavê "Şanoya Zarokan û Têkiliya Wê bi Yekbûna Civakî re", lîstikvanî, peyker an jî xêzkirin lêkolîneke akademîk pêşkêş bikim, dixebitim.

Li ser hilbijartina min wek balyoza navdewletî ya aştî û hezkirinê, bi beşdariya pêşbirkên herêmî û navdewletî dîplomasiya çandî û hunerî pêk tînin û ez di nav 700 afirînerên cîhanî de bi cureyên curbecur ên wêjeyî û hunerî de hatim hilbijartin û beşdarî sê pêşbirkên plastîkî bûm.

Di wêneyên ku hûn pirsgirêkên jinên Amazing vedibêjin de rengê serwer kîjan e û huner çawa dikare xizmeta pirsgirêkên jinan bike?

Ez hemû rengan bi kar tînim, pileyên wan kefş dikim û her rengê ku ez bi kar tînim dixwazî bila bi pirsgirêkên jinan re têkildar be yan jî dixwazî bi tiştêkî din re têkildar be tiştên di hundurê min de îfade dike û sembolîze dike. Rengê zîv heye ji ber ku rengên vekirî ronakiyê (biriqandinê) zêde dike û şewq dide.

“Rengê ku herî zêde jê hez dikim sîfik e”

Rengên din jî bi sor ku rengê enerjî, germahî û hêzê ye re kesk ku nîşana zayînê ye û ji bilî vê zer ku zer e yek ji rengên vîtamîn e ku ji tîrêjên rojê têne wergirtin ji hemû wêneyan re ronikiyek xweş dide. Ji ber ku ez hestiyariya wê ya nazik û dilovaniya ku enerjiya evîn û evîndariyê belav dike, hîs dikim û jinbûyin, nazikî û zaroktiyê sembolîze dike rengê ku herî zêde jê hez dikim sîfik e. Sîfik rengek ku aciziyan sist dike, hevsengiya hestiyarî pêk tîne û zaroka di hundurê min de nîşan dide ye.

Roleke hunerê ya di bilindkirina nirxên lêhaybûn û lêhaybûna takekesî û civakî de heye û hunermend bi hembêzkirina rexneyên çêker, hewldana guhertina bernamesaziya neyînî û bi beşdarbûna zêdekirina hay jê hebûna şert û mercan xwediyê hebûnek bihêz û peyamek bi mebest û bi bandor e.

“Daxwaza min a rêwîtiya di dem û fezayê de pêk tîne”

Hûn dikarin ji me re behsa pêşangehên xwe bikin û hûn çima di wêneyên xwe de bedewî û mîrasê bi hev re girê didin?

Yekem pêşangeha takekesî bi riya bûyera zarok Ryan ku sembola parastina zarokan û zarokatiyê ye, li ser bilindkirina lêhaybûna di mijara li ser metirsiyên rûbirûbûna jiyana zarokî li ser ziyanên bedenî û derûnî de bû. Ji bo pêşangehên têkel jî wan welatê min û çandên wê temsîl kirin, bi afirandina berhemên afirîner ên ku ji bo nirxên dilovanî û aştiya cîhanê ji gelên din re vekirî ne, dan naskirin.

Gelek wêneyên min estetîkê bi mîrasê ve girê didin û daxwaza min a rêwîtiya di dem û fezayê de pêk tînin. Weke jinek û hunermendek, hişê min ji bo girtina sembolên jinbûna hişk hestiyarî dixebite. Bedewî û mîras, zînetên zîv, estetîk, exlaqî, hestiyarî, gotinek çandî û dilsoziya bi bîranîna dayika xwe, dapîr û bapîrên xwe re ye.