Bi wêneyên xwe bedewiya xwezaya Kurdistanê radigihîne

Li herêma Raperin jinek ciwan ya wênekêş Şêwe Resul bi wêneyên xwe yê ku xwezayê dikêşe ciwaniya herêmê derdixe pêş.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Şêwe Resul jinek ciwan ya xelkê herêma Raperîne û ji ber hezkirin û azweriya xwe ya wênkêşiyê, ji sala 2010’an ve dest bi wênekêşiya xwezayê kiriye, bi wêneyên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûne û wêneyên wê di pêşangehan de rastî eleqeyek mezin hatine. Şêwe Resul diyar kir ku dema ku wê dest bi wênekêşiyê kiriye, wê demê ewqas qada wênekêşanî li herêmê berfireh nebû.

Şêwe Resul wiha behsa hezkirina karê xwe yê wênekêşiyê dike: “Min çavkanî ji xwezayê girt û di dema geştiyariya ji bo çiya û herêmên cûda min dixwest ew xweşiktiya ku ez dibînim wisa bimîne û nîşanî xelkê jî bidim. Mi di sala 2014’an de makineyek ya wêneyan ya dijîtal kirî û ez her tim wêneyê xwezayê dikêşim.”

‘Wêneyên mi di pêşangehan de rastî eleqeyekê hat’

Şêwe Resul beşa endezyariya zanîngeha Silêmanî temam kiriye. Di dema ku xwendevan bû di nava bazara bajarê Silêmanî û cihên geştiyariyê wêneyê xelkê dikişand, lê belê ji ber xwendinê nêzî dû salan ji wênegirtine dûr ket û got: “Piştî ku min xwendina xwe tamam kir, cardin min dest bi wênekêşanê kir  û min hewil da bi awayek akademî fêr bibim û ji ber wê ez beşdarî çend dewreyên perwedê yên raste rast û online li Silêmanî û Hewlêr bûm. Dema ku ez beşdarî dewreyên perwerdeyan bûm fikrê min hin zêdetir berfireh bû. Raste çav beşek sereke ye ji bo wênekêşanê, lê çavê ditbariyê jî cûdahiya wan heye, li gora yasaya wêneyan dikarim wêneyê baştir bikêşim, ger wan rêbazan bi cih bikim, wêne xweşiktir û zêdetir bala xelkê dikêşe. Ez bi wêneyên xwe beşdarî 14 pêşangehên giştî li herêma Kurdisatnê bûm û bi xwe di pêşangehe taybet de jî min wêneyên xwe pêşan da.”

Wêneyê xwezaya Kurdistanê nîşan dide

Şêwe Resul derbarê kişandina wêneyên xwezaya Kurdistanê de wiha got: “Ez çiyager im her tim geştê dikim, gelek cih hene ku lê rêya erebeyê nîne, gelek cih hene tenê ew kesên çiyager lê tê ditin û yan jî ew kesên ku ji hezkirina wan ji çiyagertiyê re heye ku dixwazin bigihin cihek taybet û cuda. Ez gelek keyfxweş dibim wêneyên wisa bikêşim û di pêşangehan de nîşan bidim. Min gelek caran wêne di pêşangehê de danîne hemû cihên naskirî yên Kurdistanê bûn. Gelek bala xelkê kêşand û gelekan gotin te ev wêneye ji ku girtiye û tişta ku em dibînin kesên din cûda dibînin.”

Dev jê neqeriya

Şêwe Resul di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber gotinên civakê yên ku dibêjin divê jin kar nekin gelek caran ez rastî van gotinan hatim û ez bê taqat bûm. Hinek caran wisa li min hat ku ji ber gotinên civakê dawî li kar bîmin. Lê belê min xwe hêz da xwe û min got armanca min heye û divê ez jî karê xwe bikim û ji bo wê min guh neda wan astengiyan.”