Bi wênekêşiyê li hemberî cihêkariyê serî hildide

Hûnermenda wênekêş Eman Ehmed a bi wênekêşek dest bi vê hûnerê dike, rûxmê hemû cihêkariyên ku ew weke wênekêşek jin pê re rû bi rû dimîne, bi hezkirinek mezin li dijî her cure cihêkariyên jî kêliyan nemir dike.

ASMAA FATHY

Qahîre - Wênekêşî yek ji wan huneran e ku gelek kes pê re eleqedar dibin da ku kêliyan nemir bikin. Li gel vê yekê jî mîna her pîşe û qadê jiyanê ku jin dixwazin tê de jêhatîbûnên xwe nîşan bidin û karên bi dilê xwe bikin, di hûnera wênekêşiyê de jî rastî gelek cihêkariyên li hemberî xwe tên. Eman Ehmed a yek ji wan wênekêşan e ku bi armanca nemirkirina kêliyan dest bi vê hûnerê kir, rûxmê hemû cudakariyên ku pê re rû bi rû dimîne bi hezkirin xebatê xwe dike û bi wênekêşa xwe li dijî cihêkariyê serî hildide. Eman Ehmed dixwest bi wêneyên cihêreng ji yên derdora xwe cihê bibe û yekta bibe, piştî yekem ceribandinên xwe biryar dide ku wênekêşek bi dest bixe û dest bi rêwîtiya xwe ber bi nemirkirina kêliyan bike.

Bi wênekêşek destpê kir...

Eman Ehmed der barê yekem ceribandinên xwe yên wênekêşiyê de wiha got: "Min nizanibû ku wênekêşî dê bibe pîşeya min. Wênekêşek a bavê min hebû û min pir jê hez dikir. Tevî ku min li zanîngeha 6'ê Cotmehê beşa medyayê xwend û di destpêkê de rojnamegerî kir jî, evîna min ev bû. Ji ber ku wêne kişandin ramana min bi ser xist. Ji ber vê yekê min biryar da ku jêhatîyên xwe pêş bixim û ji hêla kesên din ve bêtir fêr bibim, min dest bi xebatê kir ku bi fêrbûn û bidestxistina ezmûna ji hevalbendan re jîrektiyên xwe pêş bixim û civata wênekêş di vê warê de bi min re bû alîkar. Min piştgiriyek bê şert û merc dît heta ku ez xwedî alav û jêhatî bûm.”

Wênekêşên jin rastî cihêkariyên tên

Eman Ehmed der barê zehmetiyên mîna zayendparêziyê ku bi taybetî weke wênekêşên jîn ew pê re rû bi rû dimînin, dikêşîn û wiha got: "Yek ji astengên herî girîng ên ku li pêşiya hemû wênekêşan in û tenê bi ezmûna min re sînordar nabin, bihayên bilind ên amûran e ku piraniya wan ji derve têne hinartin û lêçûnên ku li ser tê kişandin zêdetirîn dike. Li ser wênekêşên jin hin gotegot hene ku ew ji mêran kêmtir dikarin seferê bikin, lê ev ne rast e. Wênegirên jin di navenda bûyerê de ne û heman erk û dîbe ku jê zêdetir ji wan re hatine destnîşankirin, lê dî vê warê de cihêkariya zayendî heye.”

Wênekêşiya zarokên nû ji dayîkbûyî

Eman Ehmed bal lê kişand ku piştî demekê ew dest bi wênekişandina zarokên nû ji dayîk bûye kiriye û wiha domand: "Di dema xebata xwe ya wênegiriyê de, min li kêleka karê xwe wêneyê zarokên hevalên xwe dikişand û gelek ji wan ji min re digotin ku ew bêtir bedew e. Vê yekê hişt ku ez bifikirim û bala xwe bidim ser vê şêweyê wênekêşiyê. Her wiha min hewl da ez bibim xwedî li amûrên pêwîst ji bo ez di vê warê de bêtir cihêreng bibim û min rûpela xwe ya fermî ava kir ku bi rêya wê min karên xwe di torên dîjîtal ên mîna "Facebook"ê de kir bazarê.”

Eman Ehmed destnîşan kir ku weke wênekêşek ew bi hîn zehmetiyên mîna dîtina amûrên pêwist ên di bûyîna pisportiyê de hewce dike, dikêşe; lê li hemberî vê yekê jî bi hezkirina pîşeya xwe kêliyên kenên zarokên nû ji dayîk bûyî nemir dike.