Bi tabloyên xwe çîroka xwe û êşa bi hezaran jinên Filistînê nîşan dide

Pêşangeha hunermenda Filistînî Zeyneb El-Qulaq a bi navê "Ez 22 salî me û min 22 kes winda kirin" ku bi riya 9 tabloyan û li gel wan tabloyan 9 nivîs jî hene êşa windakirina malbatê û kêliyên derketina xwe ji bin avahiyên bombebarankirî vedibêje.

RAFÎF ESLEEM

Xeza- Zeyneb El-Qulaq di pêşangehekê de ku di 24'ê Gulanê de ji aliyê çavdêriya Mafên Mirovan El-Eoromtewstî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Jinan li Filistînê, li baregeha ofîsa Xezayê hatibû lidarxistin, bi tabloyên xwe kêliyên derketina xwe ji bin avahiyên bombebarankirî, vedibêje.

"Dagirkerî qanûnên navneteweyî binpê dike û sivîlan hedef digre"

Zeyneb El-Qulaq der barê tabloyên xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rengê herî zêde li ser tabloyên xwe bi kar tîne gewr (fidî) ye da ku trajediya wê di wê demê de û piştî erîşan ku hemû endamên malbata xwe winda kir nîşan bide û da ku bi riya hunera xwe nameyekê bigihîjîne tevahî cîhanê, nameya wê ya herî baldar jî wiha ye "dagirkerî qanûnên navneteweyî binpê dike û sivîlan hedef digre." He wiha Zeyneb El-Qulaq bal kişand ser wê yekê ku di wan kêliyên ku ew bi tenê di bin avahiya hilweşiyayî de dijiya wê rewşa malbata xwe meraq dikir ku gelo hîn dijîn an jiyana xwe ji dest dane?

Tabloyên Zeyneb êşa windakirina wê ji malbata wê re nîşan didin

Zeyneb El-Qulaq da zanîn ku di dema ew di bin avahiya hilweşiyayî de bû, wê hewl dida cihê xwe bi riya telefonê vebêje bi hêviya ku kesek were û wê rizgar bike û wiha domand: "Piştî ku ez derketim û min dît ku hemû endamên malbata min jiyana xwe ji dest dane tenê bavê min dijî, min şok derbas kir ji ber vê yekê min ew êş û zehmetî di tabloyên xwe de nîşan dan."

"Çîroka Zeyneb El-Qulaq yek ji nava hezar çîrokên ku nehatine eşkerekirin e"

Rêvebera Stratejîk a Navenda Mafên Mirovan El-Eoromtewstî Maha El-Huseynî diyar kir ku pêşangeh balê dikşîne ser çîroka hunermenda Filistînî Zeyneb El-Qulaq ku malbata xwe di êrîşa  Gulana 2021'ê de winda kir û 12 saetan di bin avahiyeke hilweşyayî de mabû. Her wiha Maha El-Huseynî da zanîn ku çîroka Zeyneb El-Qulaq çîrokek ji nav hezar çîrokên ku hîn nehatine eşkerekirin.

Maha El-Huseynî der barê tabloyên di pêşangehê de hatine nîşandan wiha got: "Tabloyên ku di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin êşa bi sed hezaran jin, zarok û keçên ku di dema êrîşên leşkerî yên sîstematîk ên ku ji aliyê dagirkeriya Israîlî ve hatin destpêkirin de nîşan dide." Her wiha bal kişand ku girîngiya tabloyan ji wê yekê tê ku jinên mexdûr hestên samîmî yên ku wê jiyane ji bo ku ji tevahî cîhanê re nîşan bide, bi xwe xêz kiriye û demê mirov li tabloyan mêze dike giraniya êşa derûnî ya ku wê di dema êrîşê û piştî êrîşê de kişandiye dibîne.

Maha El-Huseynî bal kişand ser armanca navendê ku bi giştî girîngiyê dide mexdûrên şerên çekdarî li Xezayê bi armanca perwerdekirina wan û pêşxistina pîşeyên wan da ku ji Meclisa Mafên Mirovan re vebêjin. Her wiha destnîşan kir ku navend gelek çalakiyan li ser kesên ku di rewşa şer de di kêliyên dijwar de derbas bûne, pêk tîne, wan perwerde dike ku bi xwe parastina xwe bikin bêyî destwerdanan sazî û kesên navneteweyî.

"Êşên ku min berê jiyabûn di van tabloyan de hebûn"

Rexnegira hunerê Xilûd El-Aklûk hezkirina xwe ji bo tabloyên ku hatine nîşandan û ji bo hêz û biryardariya Zeyneb El-Qulaq a ku ji êş û azaran hêviyê diafirîne da ku riya xwe bidomîne, nîşan da û wiha got: "Komkujiya Kolana El-Wehda ya ku Zeyneb bi saetan di nav de jiyan kir, êş û azarên gelek jinên Filistînê ku nîşan dide her wiha keda Parastina Sivîl a Filistînê jî derdixe ber çavan ku di her êrîşê de hewl dide bi lez sivîlan ji bin avahiyên hilweşiyayî derbixe berî ku jiyana xwe ji dest bidin."

Xilûd El-Aklûk der barê temaşekirina tabloyan de diyar kir ku temaşekirina tabloyên ku bi  nivîsan ve hatibûn pêşkêşkirin ramanek bêhempa bûye, wê xwestiye tiştên ku Zeyneb El- Qulaq jiyabûn hîs bike û wiha pêl da gotinên xwe: "Êşên ku min beriya niha jiyabûn di van tabloyan de hebûn û dema ku min li ban tabloyan temaşe dikir ez ketim nava bîranîn, trajediya êrîşên dagirkeriyê, dengê mûşekan û hwd."

Di tabloyan de êş û xemgînî tê nîşandan

Rêheval Zeyneb El-Qulaq, Lîna El-Ceferawî cudahiya şêwaza xêzkirina Zeyneb anî ziman ku berê di tabloyên ku zeyneb xêz dikirin de rengên cuda cuda û çivîk û hêmanên kêfxweşiyê didît lê di dema niha de tenê cenazeyan û rengên tarî yên ku êş, xemgînî û zehmetiyan nîşan didin dibîne.