Bi ta wêne xêz dike: Dixwazim projeya xwe berfireh bikim

Robîn Omer a 22 salî ji bajarê Qamişlo ye bi hunera wênexêziyê û berhemên xwe yên ji tep, ta û bizmar projeyeke xwe ya xweser ava kiriye. Robîn dibêje ku ew dixwaze di pêşerojê de projeya xwe berfirehtir bike.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Robîn Omer a 22 salî ku ji bajarê Qamişlo ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye bi hunera wênexêziyê û berhemên xwe yên ji tep, ta û bizmar projeyeke xwe ya xweser ava kiriye. Rojbîn Omer a dixwaze di pêşerojê de xebatên xwe berfirehtir bike, qala hûnera xwe kir.

Hunera bi ta û bizmaran

Robîn Omer behsa şêwazê ku pê kar dike û ji kengî ve fêr bûye kir û got: “Ji zarokatiya xwe ve ez ji wênexêziyê hez dikim. Beriya 8 salan fêrî wênexêziyê bûm. Karê ku niha ez dikim wêneyên ji ta û bizmaran çêdikim, ev mehek e ez karê wêneyên ji ta û bizmaran dikim, 5 tablo min amade kirine. Amûrên ku ez pê kar dikim tep, bizmar û ta ne. Di destpêkê de ez tep tînim û bi bizmaran cihê wan nîşan dikim û 200 bizmarî didim nêzî hev û piştre ta ji bizmarekî digihîjînim bizmarekî nêzî 3000 carî li gorî wêneyê ku ez çêkim ta digihîjînim bizmar.”

‘Ez aboriya xwe ya xweser bi xwe ava dikim’

Robîn Omer bal kişand ser kêmbûna amûrên ku pê kar dike û wiha pê de çû: “Ji bilî karê min ê wêneyên ji ta û bizmaran, wêneyan xêz dikim bi komir, rengên rûnî û li ser tabloyan dineqişînim. Kesên ku piştgiriya min kirin endamên malbata min bi giştî, hevalên min bûn. Bi piştgiriya malbata xwe ez îro gihîştim vê astê. Zehmetiya ku min kişand di destpêkê de kêmbûna ta, awayê ku min pê wêne amade dikirin li vir tunebûn. Tabloya min a yekem bi tayê normal min amade kir lê min dît ku nameşe û wêne pê xweş nayên amadekirin. Tabloya min a duyem min bi tayê masî amade kir ji tayê normal baştir e rengê wê dibiriqîne lê niha min qewêtiya tayekî din kiriye ji tayê masî baştir e, çiqas ta baş be ewqas wêne xweş derdikevin. Bi vî karê xwe ez aboriya xwe ya xweser bi xwe ava dikim û alîkariya malbata xwe dikim.”

‘Ji civakê hewl didim kareke bi sûd bikim’

Robîn Omer diyar kir ku ew kesa yekem e vî karê wêneyên ji ta û bizmaran dike û destnîşan kir ku wê dest bi vî karî kiriye da ku sûdê li xwe û civaka xwe bike û wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim di pêşerojê de projêyên xwe berfirehtir bikim, her kes karê min bibîne ji karê min hez bike. Ev kar min li ser malperên medyaya dîjîtal dît, armanca min ew bû ku ez wexta xwe vala derbas nekim, fêrî vî tişta balkêş bibim. Bi rastî heya niha min nedîtiye kesê vî karê wêneyên ji ta û bizmaran li Qamişloyê kiriye ji ber wê min xwest ez fêr bibim û sûdê li xwe û civaka xwe bikim. Çi kesê ku jêhatîbûna wan hebe derxin çi muzîk be, dirûtin be derxin bila gotinên civakê li ser wan bandorê neke bi taybetî divê jin sûdê li xwe û civaka xwe bikin.”