Bi şoreşê re derfetê wan çêbû ku jêhatîbûna xwe pêş bixin

Bi piştgiriya navendên ku piştî şoreşê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin, gelek jinên ciwan derfet dîtin ku di warê çand û hunerê de hunera xwe pêş bixin. Jinan gotin: "Şoreşa Rojava derfet da ku em xwe bi pêş bixin."

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Şoreşa Jinê ya 19’ê Tîrmehê ya Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber gelek jinên ji her temenî vekir ku jêhatîbûna xwe di warê çand û hunerê de pêş bixin. Bi piştgiriya navendên çand û hunerê yên hatin vekirin, gelek jinên ciwan bi stran, boyaxkirin, helbest dinivîsin û li enstrumanan dixin. Deline Loqman a 21 salî ku li bajarê Qamişlo dijî, diyar kir ku ew bi nivîsandina helbestan pêşketina xwe ya di vî warî de didomîne.

'Ji bo nivîsandina helbestê ezmûn û zanîn lazim e'

Delîne Loqman diyar kir ku ew di malbateke ku ji xwendin û nivîsandinê hez dike mezin bûye û wiha got: “Min ji zarokatiya xwe ve  azwerî û hezkirina nivîsandinê ji bavê xwe girt. Me Erebî dixwend, ne Kurdî, ji ber ku wê demê qedexe bû. Bavê min jî helbestvan e. Ev hezkirin û ezmûna nivîsandinê da min.” Delîne Loqman, diyar kir ku wê 4 sal berê dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û wiha got: “Min helbestên bavê xwe ezber dikirin û di şahiyên ku li dibistan û cihên din dihatin lidarxistin de dixwend. Her ku min helbest dinivîsand, min di vê warê de pêşdaçûm. Nivîsîna helbestê ne hêsan e, lê pêwîstî bi ezmûn, zanîn û ezmûnê jî heye.

'Şoreşê derfet da ku em xwe bi pêş bixin'

Deline Loqman bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û wiha got: “Kêmbûna zanîna min a akademîk heye, lê ez hewl didim bi jêhatiya xwe xwe pêş bixim. Şoreşa Rojava derfet da zarokên keç û jinan daku jêhatîbûna xwe nas bikin û pêş bixin. Beriya şoreşa Rojava me nedikarî bi zimanê xwe biaxivin, niha em bi zimanê xwe dixwînin û hîn dibin. Şoreşa Rojava derfet afirand ku em xwe bi pêş bixin. Îro em li meydanan stranan dibêjin, wêneyan xêz dikin û helbestan dinivîsin. Divê em her dem hewl bidin ku tiştê ku em dixwazin bi dest bixin û hemû astengiyan derbas bikin. Beriya her tiştî divê em li hemberî civakên baviksalarî yên ku hewl didin jinan biçûk bixin, hunera xwe pêş bixin. Divê hemû jêhatî bi biryar li ber xwe bidin.”

'Ez dixwazim jêhatiya xwe di xêzkirinê de pêş bixim'

Fatima Husên a 20 salî ku dibêje ji zarokatiya xwe ve ji wênekêşiyê hez kiriye, di heman demê de jî dixwaze jêhatiya xwe ya xêzkirinê pêş bixe û wiha anî ser ziman:“Piştgiriya dayik û xwişka min jî heye. Ji ber ku xwişka min ji zarokatiya xwe ve xêz dike. Piştî qedandina dibistana amadeyî, ez dixwazim qeyda xwe li Enstîtuya wêneyê bikim da ku li ser bingehên xêzkirinê bêtir fêr bibim. "Jêhatîbûna ku min di temenek ciwan de xeyal dikir min teşwîq kir ku ez bi xwe bim û di vî warî de pêşde bibim.”

'Ez dixwazim bibim wênesazekî navdar'

Fatima Hisên anî ziman ku perwerdehiya akademîk taybetiyên xwe hene û wiha got: “Ji ber ku di dema nîgarkêşiyê de pêwîst e li ser xêzkirin, bijartina rengan û gelek hûrgiliyên din were sekinandin. Di destpêkê de min bi komir û boyaxa daran xêz dikir, niha jî bi boyaxa rûn xêz dikim. Ez ê hînbûna xêzkirinê bi hemî hûrguliyên wê bidomînim. Xeyala min ew e ku di pêşerojê de bibim wênesazekî pir navdar. Divê keç xwe di nava civakê de sînordar nekin. Divê em xwe baştir bikin, jêhatîyên xwe derxin holê û her dem bala xwe bidin ser pêşveçûnê. Divê em gotin û rexneyên neyînî veguherînin merdîwanek ji bo hilkişîna jor û serkeftinê.”

'Me xeyal dikir ku em stranan bi zimanê dayikê bibêjin'

Jimin Abdel Menaf Osman ê 29 salî, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve strana dibêje û got ku wê ev kevneşopî ji bavê xwe girtiye. Jimin Abdel Menaf Osman, diyar kir ku ew jêhatîbûn xwe dema ku ji heval û mamosteyên xwe re stran gotiye keşif kiriye wiha got:

“Bi salên destpêkê yên Şoreşa Rojava re navendên çand û hunerê hatin vekirin. Ez jî wê demê diçûm navendan. Em dikarin bibêjin ku ev gava min a yekem bû ji bo pêşdebirina jêhatiya min. Beriya şoreşê me tiştekî wiha nekir. Me xeyal dikir ku rojekê stran bi zimanê xwe yê zikmakî bistirê. Şoreşa Rojava ev derfet da me. Jin bi pêşxistina xwe, bi wêrekî tê çekdarkirin û ne tenê di qadên siyasî û leşkerî de, di her qadê de xwe îspat kiriye. Yek ji van qadan jî qada çand û hunerê ye.”

'Ez hînî lêxistina sazê jî bûm'

Cîmîn Ebdul Menaf Osman, da zanîn ku ew li navendên çand û hunerê jî fêrî lêxistina sazê bûye û wiha got: “Heta niha ji bo baştirkirina dengê xwe û baştir lêxistina sazê perwerde dibînim. Ez hez dikim bi zimanê xwe stranan bibêjim da ku çanda me zindî bimîne." Cîmîn Ebdil Menaf Osman anî ziman ku her rêzek xwedî çîrok û dîrokek e û wiha gotinê xwe berdevam kir:

“Gelek bûyerên ku berê qewimîne hene û di çîrok û helbestên kevin de hatine vegotin. Ji bo hemû jin û zarokên keç jêhatîbûna xwe pêş bixin gelek sazî hene. Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê malbatê. Divê rê li ber zarokên xwe vekin ku jêhatîbûna xwe pêş bixin. Her kesên xwedî jêhatî, bi taybetî jî zarokên keç, divê li ber xwe bidin û li hember civaka ku bi hezaran salan rola wan li derve hiştine, bisekinin."