Bi şanoya “Siwarên Çûkan” êş û berxwedêriya dayîkên Kurd hat vegotin

Di roja 7’emîn ya Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê de, ji navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya kantona Kobanê şanoya "Siwarên çûkan" hat pêşandan.

Kobane – Xebatên Mîhrîcana Şano ya Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ya bi dirûşma “Li vir hêvî hene, divê bên pêşkeşkirin” bi şanoyên cûrbicûr ên bi Bakûr û Rojhilatê Sûrî didome. Îro di roja 7’emîn a mîhrîcanê de şanoya Siwarên Çûkan a navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya kantona Kobanê hat pêşandan. Bi şanoya Siwarên Çûkan berxwedana şervanên azadiyê û êşa dayîkên Kurd ku hestiyên zarokên wan di sindoqan de ji wan re tê, hat vegotin.

"Dayîkên Kurd xwedî vîneke mezin in"

Şanoger Leyla Ehmed ku rola dayîkê di şanoyê de lîst hestên xwe wiha anî ziman: "Me xwest em hestê dayîkên şehîdan di vê şanoya xwe de nîşan bidin. Dijmin ji vîn û berxwedana dayîka Kurd ewqas ditirse ku hestiyên zarokên me di sindoqan de êdî ji me re dişînin. Me di şanoya xwe de bi taybet bal kişand ser vê mijarê. Bi taybet jî axaftina dayîkê ku dibêjî wê hestiyên zarokê min dîsa şîn bibin ku di wateya wê şervanên azadiya tola zarokê min hilînin û li şûna wî bi sedan şervan ava bibin. Min di rola xwe de jî ev tişt bilêv kirin, roleke pir giran bû ku giriyê min yê di şanoyê de rastî bû."

"Şanogerî zimanê civakê ye"

Her wiha Ronîza Mihemed ku rola şervanekê lîst wiha got: "Ez xebatên şanogeriyê gelekî hez dikim, ji ber vê min ev beşa hûnerî hilbijart. Cara yekemîn ez di şahiyekê de derketim, tevî ku me piroveke tenê kirbû lê dîsa jî şanoya me xweş bû. Pişt re ez 45 rojan derbasî perwerdeya amedekirina şanoger û derhêneran bûm, ev yek jî bandoreke mezin li min kir ku ez asta xwe pêş bixim. Sala borî jî ez beşdarî mîhrîcana Arîn bûm, min rola jineke temen mezin di şanoya "Bîr" de lîst. Ev hemû jî bûn bingeha pêşketina min ku ez îsal careke din tevlî mîhrîcanê bibim û bikarbim rola şervanekê Kurd bilîzim. "

Li gor bernameya mîhrîcanê dê sibê şanoya "Kontîner" ji Helebê were pêşandan.