Bi romanên xwe bal dikşîne ser pirsgirêkên jinan

Nivîskara Lubnanê Hebe Qutaish bi pirtûkên xwe, der barê jinan de balê dikşîne ser gelek pirsgirêkan û bi wan armanc dike ku di civakê de hişyariyê ava bike.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Nivîskara Lubnanê Hebe Qutaish, di romanên xwe de bi temayên mirovî û civakî xwendekarên xwe bi giştî civakan, bi taybetî li adet û kevnaşopiyên ku li ser milên jinan bûne bar ên ku hene teşwîqî hevrûbûnê dike. Hebe Qutaish ku dahata xwe bi muhasekariyê pêk tîne, diyar kir ku bi piştgiriya malbata xwe berê xwe daye nivîsandinê.

Hebe Qutaish wiha got: “Bi riya romanê, min kêrhatiya xwe bi awayekî profesyonel li hev anî û xuluqkariyê min derxist pêş. Bavê min hezkirina nivîsinê bi min re zêdetir kir. Ez teşwîqî nivîsandinê kirim. Min nivîskara Lubanê û aktivîsta femînîst Emily Nasrallah mînak girt.” Heba Qutaish da zanîn ku edebiyat tê wateya xuluqkarî, zîhniyet, cudahî û pirsên ji xwendevanan û bi bîr xist ku ji ber gelek sedeman mirovan erka xwe ya xeyalkirinê winda kiriye û dixwaze vê careke din bide qezenckirin.

Jin qehremanên sereke ne

Heba Qutaish der barê rola edebiyatê di piştgiriya pirsgirêkên jinan de wiha got: “Weke jinekê, ji bo ez xwe îsbat bikim hewl didim. Jin di romanan de hêmanek girîng in. Her dem jin qehremanên sereke ne û bandorê çêdikin. Di romana Al- Dashra de, gelek zarokên keç çawa rastî bêmafiyan hatine û bi şerm hatine mohrkirin min anî ziman. Em di sedsala 21’ê de dijîn û hê jin rastî bêedaletî û cihêkariyê tên. Ji ber şerên ku derketine holê divê balê bikşînin ser êşên jin û zarokan.”

Heba Qutaish ji romana ‘T Vekirî’ beşek parve kir, behsa ferzkirina hîcabê li ser jinan kir û wiha got: “Hebûnên weke DAIŞ’ê li ser jiyana mirovan, hest, cil û têkiliyên bi hev re otorîterek bi navê olê datînin. Di pirsgirêkên zayenda civakî de du standartî tên pêkanîn, di nava civakan de belavbûnê ava dike, malbat belav dibin.”

Der barê civakên cuda de dinivîsîne

Heba Qutaish da zanîn ku weke nivîskarek Lubnanî di romanên xwe de tenê bi civaka xwe re sînordar namîne û wiha got: “Ez di romanên xwe de cih didim welatên din, bawerî, derdor û qehremanên din. Her yek ji wan teybetmendiyek wan a xweser heye. Mînak li Misrê min li ser sineta di kesayeta jinan de nivîsî, psîkolojî û hestên wan girt dest. Li aliyê din, min li ser nêzîkatiyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê li hemberî jinan nivîsand. Jin bi taybetî yên ku hê regil nebûne rastî sinet û recme tên. Şer, birçîbûn û qirkirin her dem bi armanca kontrolkirinê ye. Ji ber vê jî di romanê de beşek, bale dikşîne ser zilma zayendî û zilma femînîzmê û min xwest van mijaran derbixim holê û bandora wê ya psîkolojîk lêkolîn bikim. Dema ku dibêjin civak bi giştî rastî qirkirinê tên, ev qirkirin bandorek çawa li we û nifşên nû bike, li hemû cîhanê wê pêşî li qirkirinên din çawa veke? Ez balê didim ser van pirsgirêkan.”

‘Ez hewl didim rastiyê ragihînim’

Heba Qutaish bal kişand ser eleqeya nivîsînê bi cesaretê re û wiha got: “Di civakê de tişta herî girîng, bi taybetî divê mijarên zayenda jin bigrin dest. Edebiyat an rastiyê weke heyî radigihîne, yan jî bi cesaret pirsan ji xwendevanan dike. Dema ku jin behsa zayendê dikin rastî gelek zextan tên. Lê belê cesaret, nivîsîna romanê yek ji hunerê ye. Mînak bi hinceta ku nefretê ava kiriye, dema ez ketim hûrguliyên tacîza zarokan, ez rastî êrîşan hatim. Armanc di vê mijarê de hişyarkirin e. Ev pirsgirêka ku di civaka me de belav bûye, ne ji bo tacîzkar weke heyî biparêzim, ji bo li dijî wê têkoşîn çêbibe bi awayê herî nexweş min xwest pêşkêş bikim. Gelek deman dema ku jin rastî tacîzê tên û di rewşa rastî êrîşan hatin de em vê bi eşkere dibînin. Divê di navbera tacîz, tecawiz û zayenda ku bi rizayê ve girêdayî ye em cudahiyê bibînin. Ji ber vê jî her peyva ku min nivîsandî û ez hewl didim rastiya yên ku hatine jibîrkirin ragihînim.”

Li ser romana nû dixebite

Heba Qutaish destnîşan kir ku ji romanên nivîskar Emily Nasarallah “Çûkên Îlonê” “Dara Rul” û ji ber ku pirtûkê wê doz li nivîskara Lubnanî Laila Baalbakî vekiribûn, bi bandor bûye û di heman demê de nivîskara rexnegir a Lubnanî Alawiya Sobh mijarên cêwazî û tabuyan karekterîze kir mijaran digre dest ji cesareta wê di astek bilind de bandor bûye. Di dawiya axaftina xwe de Heba Qutaish bi bîr xist ku di pêvajoya nivîsandina romana xwe ya sêyem de ye û got: “Ez hewl didim nêzî melankoliyên ku hinek mirovan tune dikin û ber bi cîhanek tarî ve dibin bibim.”