Bi rêya Ar Galeriyê xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî

Jina ciwan a şêwekar Jîlya Xelîl bi rêya galeriyê, tabloyên xwe û yên çend hunermendên din ên Kurd kom kirine, dixwaze hunera şêwekariyê bike çand.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Şêwekar Jîlya Xelîl yek ji damezrînerên ‘Ar Galerî ye’ her dem xeyal dikir ku galeriyek taybet ji bo karên hunerê tê de nîşan bide veke. Kêrhatiya Jîlya ji bo hunera wêneyê wisa kir ku bi hevkariya du kesên din cihekî taybet vebike û navê wê bikin ‘Ar Galerî’ Jilya Xelîl der barê cih de diyar kir ku ji dema fikiriye ve heta dema bicihkirina dîzaynê û komkirina tabloyan nêzî çar mehan domiyaye heta xistine meriyetê.

‘Tabloyên jinên hunermend jî nîşan didim’

Jîlya Xelîl da zanîn ku ji zarokatiyê ve ji wênekêşanê hez dike û wiha got: “Dema ku min armanca xwe diyar kir min jê re hewl da. Ev ne tenê bi awayê hunerê, bi awayê akademîk jî bû, min li koleja hunerî beşa wêne temam kir.”

Jîlya Xelîl da zanîn ku navê galeriyê ‘Ar Galerî ye’ Ar weke reng dananiye, navê hunermendek Ewropî ye û got: “Bi vê armancê min Ar Galerî hilbijart ku peyva yekem tê wateya reng, ev jî navek ku nêzî navê reng û hunerê ye. Li galeriyê zêdetirî 60 tablo tên nîşandan, zêdeyî 13 hunermendên şêwekar beşdar dibin û wêneyên xwe di vê galeriyê de nîşan didin. Di galeriyê de cihê taybet ji bo wênekêşanê heye, dikarin li wê derê wêneyan bikşînin û piştre pêşan bidin.”

 ‘Ji tabloyên hunermendên Kurd hez dikin’

Di galeriyê de vazoyek taybet nexişandî heye ku Jîlya bi xwe çêkiriye û nexşandiye. Jîlya Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li galeriyê hemû cureyên tabloyan hene. Her kes li gorî daxwaza xwe tabloyek digre û ji ber wê hemû cureyên tabloyan di galeriyê de cih digrin. Niha heta astekê hişyarî li ser hunerê heye û hez dikin ku tabloyên şêwekarên Kurd li mal û cihên xwe daliqînin. Bi taybetî tabloyên hunera ‘Ebistrakt, hunera xwe’ daxwazek zêde ji bo wan heye. Her tabloyek xwedî peyamek e û hunerek bê peyam nabe. Bi giştî tabloyên li Ar Galerî tên pêşandin peyama wan li pêş e, hinek bîner bi asanî jê têdigihîjin. Lê belê hinek huner hene bîner bi xwe wateyê didin. Yek ji tabloyan jinek Kurd û teşî dirist bû, bîner bêyî ku bifikirin dizanin ku tablo pênaseya jinên Kurd û karê wan ê di serdemên berê de dike.”

Mekaneke ji bo nirxandinên çandî ye

Jîlya Xelîl destnîşan kir ku armanca wê ew e çanda hunerê û şêwekariyê belav bike û di her malekê de tabloyek hunermendên Kurd hebe û got: “Piştgiriya ji bo hunermendên Kurd girîng e, tabloyên hunermendên Kurd xwedî nirx in. Ji derveyî vê jî armanca me di pêşerojê de ji bo werza duyem ew e ku em li Ar Galerî tabloyên cudatir nîşan bidin û asta hunerê tê de bilintir bibe. Ji derveyî van armancan ez dixwazim Ar Galerî bikim cihekî çandî û hunerî ji bo hunermendan, da ku hunermend bikaribin rexneyên hunerî tê de bikin û zêdetir fikrên hunerî goftûgo bikin.”